BIÇE NAVEROKÊ
ROJEV3 DEQE XWENDIN

Di Berzexê de Man

PARVE BIKE
Di Berzexê de Man

RastinewsCarinan lingên me weha dimeşin, tu bêjî li erdê dixin. Carinan jî bi giraniya kevirekê ji cih naleqin.

Ya ji vê xirabtir jî ew gav in, yên di berzexê de mane.

Li pey yê çûyî nihêrîn, windakirina perçeyekî me ye. Em di berzexa vala ya windahiyên xwe de dijîn.

Her windahî di dinyaya me ya hundirîn de derzeke mezin vedike. Em di navbera derewan û rastiyeke req de dijîn.

Ne bi tevahî li wir in, ne jî bi tevahî li vir.

Mirov bi lingên xwe yên hişkbûyî dikare parzemînan derbas bike. Dikare gelî û çiyayên tund derkeve jor. Gava li lingan avik çêdibe, laş diêşe. Lê westana rastî hingê dest pê dike, gava dil dikeve valahiya vê pirsê: "Min çima ev rê meşiya?"

Meşîna li rêyeke wateya xwe winda kiriye, êşek e.

Ne dema lingên me avik digirin, westana rastî tê. Ew hingê tê, gava dil dipirse: "Ez çawa gihîştim vir?"

Tiştê herî xirab, nediyariya wan gavan e, yên di berzexê de mane.

Di rêwîtiyên tijî toz ên demê de, her kes ber bi armanca xwe ve tê kişandin. Lê em hemû rêwiyên heman êşê ne. Hin ji me di hişkbûna asfaltê de winda dibin. Hinek jî temenê xwe di dengvedana "bi xatirê te"yekê de xerc dikin.

Jiyan ne tenê ew rawestgeha dawî ye, ku em digihîjinê. Ne jî ew gava pêşî ye, ku em pê dest pê dikin. Jiyan, êşa navbera van du xalan e. Bi taybetî jî, êşa neçarbûna berdewamkirinê ye.

Van rojan her kes di gerdava derewa xwe de can dide, derewa ku bi destê xwe hûnandiye.

Her kes qayil dibe, perçeyek ji sîngê wî were kişandin û birin.

Civak ji rûyê rastiyê yê tûj û tazî direve. Lê bi vî awayî, di xeyaleke ku dawiya xwe amade dike de dilebite.

Lê di vê xapandina kolektîf de, tiştê rastî tirsnak ne derew in, ne jî rastiyên winda bûne. Xirabiya rastî, di nediyariya wan gavan de veşartî ye.

Heke mirovahî çavnebariya rihetiya derewekê bike, heke ji dana bihayê rastiyê bitirse; ev dudiliyê, kêrek e li rastiyê.

Tiştê ji vê zêdetir hejîner, cewhera vê qebûlkirina bêdeng e. Heke her ferd, bi vî awayî bi hêminî qayil bibe ku perçeyek ji sîngê wî were kişandin, ya wîjdan be, ya rûmet be, ya azadî be, êdî mirov nikare behsa wîjdanê bike. Mirov tenê dikare behsa xiyanetê bike.

Ev qayîlbûn, bawer pê anîn e ku zincîra teslîmiyetê, wek baskê azadiyê ye.

Yên ku çavan li talankirina xezîna xwe digirin, dema li windahiyên xwe dinêrin, li hember bihayê ku dane bêhest bûne.

Ev, biha herî giran a jiyana di berzexê de ye: Kêmbûna hebûna xwe, mîna temaşevanekî biyanî li sehneke şanoyê temaşe bike.

Îro lingên me me nabin armancê, dibin kendalê vê qayilbûna mezin. Û gava dil ji pirskirina "min çima meşiya" vedigire, gerdava derewê êrîşa xwe ya dawî dike, da ku me hemûyan biqurçîne.

Li pişt xwe valahiyeke bêçare dihêle, rastiyeke bi derewan hûnandî.

Ne em ewqas wêrek in ku ji wê derewê xelas bibin, ne jî ewqas bêxem in ku bi jiyana xwe ya mayî berdewam bikin.

Lê di nav "rastiyeke" bi wan qas derewan hûnandî de, em cihekî ji xwe re nabînin.

Derew tenê rastiyê venaşêre; ew mîna şaneyekê, li şûna rastiyê laş dipêçe.

Heke derewek di dilê mirovî de erdhejeke tund çênake, an jî di wîjdana wî de kendaleke rûmetdar û kûr venake; wê hingê axaftin li ser zindîbûna wîjdanê beredayî ye.

Ne di gava ku mirov girêdana xwe ya bi rastiyê re diqete, lê di gava ku şiyana xwe ya lerizînê li hember derewê winda dike, mirov têkçûna xwe ya rastî dijî.

Di dawiyê de, tişta me dike mirov, wîjdan e.

Tişta bêçare ew e, meriv qayil bibe ku ew derew, li ser tevahiya rastiyê beton bireşîne.

Pirskirin, henasa rastiyê ye. Di bin serdestiya derewê de jî, henase jixwe hatine birîn.

Heke mirov li pey windahiyên xwe êşa wê ya rûmetdar hîs neke, serkeftina derewê dibe mutleq. Mirov êdî dibe tenê kesekî paşxaneya derewê.

Berzex ne tenê wesfa dinyayeke din e. Ew navê wê rêhola tirsnak e, ku mirovê zindî her roj lê dimeşe. Aliyekî me kêm bûye, aliyê din jî hê temam nebûye. Em di nav sîha van hemû windahiyan de hewl didin henase bikişînin.

Di dawiyê de, mirov bi wêrekiya xwe tê pîvan.

Parastina rastiyê, hewce dike ku meriv li hember bayê derewê bimeşe û bihayê wê bide. Redkirina bêqeyd a derewê jî, tê wateya ku meriv xwe ji germahiya sexte ya nîzama heyî bêpar bihêle.

Ferdê ku çavan li talankirina xezîna xwe ya hundirîn digire, hêdî hêdî nasnameya xwe di berzexê de winda dike. Ew ê ku girêdana xwe ya bi rastiyê re diqetîne, nikare bi derewê re jî bibe yek. Piştî demekê, dest pê dike kêmbûna hebûna xwe wek biyaniyekî temaşe bike.

Ku mirov bibe temaşevan û kesê paşxaneya wêraniya xwe, dubarebûna trajediyekê ye…

Ramanên di vê nivîsê de yên nivîskarê wê ne; dibe ku bi siyaseta weşanê ya Rastinews re bihev bikin, dibe ku nekin. Rastinews platformeke azad e ku ji ramanên cuda re vekirî ye.

PARVE BIKE

Şîrove

Şîroveyekê binivîse

NÛÇEYÊN PÊŞ

    Di Berzexê de Man — Rastinews