BIÇE NAVEROKÊ
MAFÊN MIROVAN2 DEQE XWENDIN

Carekê ji Girê Spî, carekê din ji Reqayê: Niha jî tirsa derxistina ji dibistanê ji bo malbatên kurd

PARVE BIKE
Carekê ji Girê Spî, carekê din ji Reqayê: Niha jî tirsa derxistina ji dibistanê ji bo malbatên kurd

RastinewsNêzîkî 30 malbatên ji Reqa û Girê Spî yên li Kobanê xwe avêtine nav dibistanekê, digel nêzîkbûna sala xwendinê ya nû, ji dîsa derxistinê ditirsin. Di nav penaberan de malbatên kurd ên ku di nav çend salan de cara duyem neçar mane koç bikin jî hene; ew dibêjin: «Cihekî me yê din ê ku em herin tune.»

Dibistana Şehîd Azad a li Kobanê, ji mehan ve mêvandariyê li malbatên ku ji Reqa û Girê Spî koçber bûne dike. Lêbelê sala xwendinê ya nû, ku dê vê mehê dest pê bike, ji bo nêzîkî 30 malbatên ku li polên dibistanê dijîn, nediyariyeke nû anî pê.

Asya ya ji Girê Spî, yek ji wan hezaran kurdan e ku piştî êrîşên 9'ê Cotmeha 2019'an neçar mane axa xwe ya jidayikbûn û mezinbûnê terk bikin.

Asya ya ku piştî terkkirina Girê Spî nêzîkî 7 salan li Reqayê jiyaye, di 17'ê Rêbendana 2026'an de vê carê neçar ma ku ji Reqayê jî koç bike. Asya ya ku di nîvê zivistanê de bi zarokên xwe re gihîşte Kobanê, xwe avête Dibistana Şehîd Azad.

Niha jî bi vekirina dibistanan re, ew ji dîsa derxistina xwe ditirsin.

Asya got: «Heke hewce be, emê xwe bişewitînin, lê emê ji dibistanê dernekevin. Emê zarokên xwe bibin ku derê? Dema em hatin, berf li erdê bû. Zarokên min bi pênc rojan li ser konekê razan. Ne lihêfa me hebû û ne jî doşeka me.»

Rewşa malbatên din ên li dibistanê jî ne cuda ye. Efra Mihemed a ji Reqayê, got ku wê şeş sal berê kurê xwe winda kiriye û bi kurek û keçeke xwe re cihekî wan ê ku biçin tune ye.

Evaş Elî ya ji Minbicê jî bi van gotinan behsa rewşa xwe kir: «Me pir zilm, birçîbûn û tirs dît. Êdî bes e. Bila ji me re cihekî bidin ku em serê xwe biavêjin. Em tenê penageheke dixwazin.»

Hevserokê Desteya Karûbarên Civakî, Ahmed Xoce, got ku bi destpêkirina sala xwendinê re divê xwendekar vegerin polên xwe, ji ber vê yekê jî dîtina cihên din ên bicihbûnê ji bo malbatên ku li dibistanê mane pêwîst e. Xoce her weha destnîşan kir ku heta niha ti agahdarî ji malbatan re li ser terkkirina dibistanê nehatiye dayîn.

Li gorî daneyan, îro li navenda Kobanê û gundên wê 6 hezar û 50 malbatên koçber dijîn. Ji van, 3 hezar li ser navnîşa nifûsa Reqayê û 3 hezar û 50 jî li ser ya Girê Spî têne tomarkirin.

Ji bo piraniya malbatan, daxwaza rastîn ne xala koçberiyeke nû ye, lê vegera bo malên xwe ye. Lêbelê ji ber malên di şer de hilweşiyayî û nediyariya li herêmên wan, vegerandin hê jî ne pêkan xuya dike.

Çavkanî: Rûdaw

PARVE BIKE

Şîrove

Şîroveyekê binivîse

NÛÇEYÊN PÊŞ