BIÇE NAVEROKÊ
ROJHILATA NAVÎN3 DEQE XWENDIN

Şam: Entegrasyon li Hesekê di qonaxa sepandina fiîlî de

PARVE BIKE
Şam: Entegrasyon li Hesekê di qonaxa sepandina fiîlî de

RastinewsAxaftvanê Komîteya Serokomariyê ya berpirsiyarê sepandina Peymana 29'ê Rêbendanê û Cîgirê Waliyê Hesekê Ahmed el-Hilali got, li Bakur û Rojhilatê Sûriyê pêvajoya entegrasyonê ji qonaxa lihevkirinê derbasî qonaxa sepandina fiîlî bûye. Hilali destnîşan kir ku ev pêvajo tenê bi radestkirina dezgehan re sînordar nîne, lê herwiha yekxistina avahiyên îdarî, ewlehiyê û leşkerî di bin banê dewleta Sûriyê de jî digire nav xwe.

RASTÎ – Ahmed el-Hilali, di daxuyaniyeke xwe ya ji rojnameya Şarku'l-Awsat re de got, rewşa ewlehiyê li Hesekê li gorî serdema berê bi awayekî berçav baştir bûye û li erdê aramiyek gav bi gav peyda dibe.

Hilali got ku hin dosyayên di çarçoveya entegrasyonê de hê neqediyane, û xebat «bêyî ku destûr bê dayîn valahî di qada dezgehî an ewlehiyê de çêbibe» didomin.

«Mesele ne radestkirina avahiyan e û ne jî guhertina navî ye»

Hilali got ku nabe pêvajoya ku tê meşandin tenê wekî radestkirina avahiyên giştî an guherandina navên dezgehan were dîtin.

Hilali destnîşan kir ku armanca sereke ya entegrasyonê ji nû ve rêxistinkirina mekanîzmayên biryardana îdarî, ewlehiyê û leşkerî di nav avahiya dewleta navendî de ye, û got ku xebatên mayî li ser sê dosyayên bingehîn hatine kombûn.

Li gorî vê, ji nû ve sazkirina personelê û wergirtina kesên ku şertên pêwîst pêk tînin di Wezareta Parastinê û Wezareta Karên Hundir de, sererastkirina rewşa kadroyê û mafên taybet ên xebatkaran, û entegrasyona dezgehên ku hê nehatine radestkirin dê berdewam bike. Ji xeynî vê, radestkirina desthilatiyê, sîstemên xebatê û yekxistina daneyên û çavkaniyên girêdayî dezgehan dê were temamkirin.

Hilali diyar kir ku ev ne pirsgirêkên nakokiya siyasî ne, lê pirtir mijarên sepandinê ne, û got: «Biryara siyasî zelal e. Dema mafên hemû hemwelatiyan bê parastin dezgehên dewletê wê bên yekxistin û tenê deshilatdar wê dewleta Sûriyê be.»

Ji bo temamkirinê tarîx neda

Hilali ku li ser kengî entegrasyon dê bi tevahî biqede salnameyek diyar eşkere nekir, bala xwe da ser berfirehiya pêvajoyê.

Hilali got: «Ez naxwazim ji bo pêvajoyeke bi vî pîvan û tevliheviyê tarîxeke sunî bidim.» Wî destnîşan kir ku xebat gihîştine qonaxeke pêşketî û armanc ew e ku pêvajo di kurttirîn dema gengaz de were temamkirin.

Astengiyên li dijî radestkirina dezgehan

Berî ku hilweşandina HSD were ragihandin, dihat zanîn ku endamên Tevgera Ciwanên Şoreşger li hin herêmên Hesekê li dijî radestkirina dezgehan çalakî li dar dixin.

Hilali got ku vê cure hewldan naha «bi rêjeyeke mezin kêm bûne».

Grûba navborî di Gulanê de, bi vê gotinê ku Kurdî ji tabelaya Edliyeya Hesekê hatiye rakirin û tenê cih ji Erebî û Îngilîzî re hatiye dayîn, li wir mîtîngek nerazîbûnê li dar xistibû.

Hilali angaşt kir ku nêrînek giştî pêk hatiye ku divê dezgehên giştî êdî nebin qada pevçûnê. Wî destnîşan kir ku radestkirina dezgehan ji rêveberiya Şamê ne li dijî tu beşek civakî ye, û ev pêvajo wekî «vegera xizmetê û hiqûqê» binav kir.

HSD û Rêveberiya Xweser hatibûn hilweşandin

Fermandarê Giştî yê HSD Mazlûm Ebdî, di 25'ê Gelawêjê de bi daxuyaniyeke xwe ya li Qesra Gel a li Şamê ragihand ku HSD û Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê hatine hilweşandin.

Serokomarê Sûriyê Ahmed eş-Şara jî bi fermana ku di 28'ê Gelawêjê de weşand, Ebdî wekî Şêwirmendê Serokomariyê tayîn kiribû.

Ebdî di hevpeyivîna xwe ya bi Rûdawê re, nêzî deh rojan berî biryara hilweşandinê, gotibû ku peymana ku bi Şamê re hatiye çêkirin bersiva hemû daxwazên Kurdan nade, lê di nav dewleta Sûriyê de statûyek ji bo Kurdan çêdike.

Hevserokê Daîreya Têkiliyên Derve ya Rêveberiya Xweser Îlham Ehmed jî destnîşan kiribû ku temamkirina entegrasyonê wateya girtina dosyayên din ên girêdayî pirsgirêka Kurdan nade, û gotibû ku di serdema nû de yek ji sernavên bingehîn dê ewlekirina zimanê Kurdî û mafên Kurdan di destûrê de be.

Nîqaşa perwerdeya bi Kurdî berdewam e

Rêveberiya Şamê, bi fermana hejmar 13 ya di 16'ê Rêbendanê de, Kurdî wekî «zimanê neteweyî» pênase kiribû. Li gorî biryara di warê perwerdehiyê de hatî standin, ji sala xwendinê ya 2026-2027an pê ve li herêmên ku nifûsa Kurdan lê zêde ye, hatiye pêşbînîkirin ku Kurdî wekî dersek, sê saetan di hefteyê de, bê xwendin.

Aliyê Kurd jî tenê xwendina Kurdî wekî dersekê têrê nake dibîne û daxwaza wê dike ku mafê perwerdehiya bi zimanê zikmakî bê ewlekirin.

Artêşa Sûriyê di 2'ê Rezberê de ketibû navenda bajarê Hesekê. Plan heye ku yekîneyên leşkerî li herêmên din ên parêzgehê jî, tevî Qamişlo û Dêrikê, bên bicihkirin.

Li gorî planê entegrasyonê yê ku di Pûşperê de hate ragihandin, tê pêşbînîkirin ku nêzî 9 hezar endamên Asayîşê, ku di nav wan de bi qasî hezar jin hene, li gorî pîvanên temen, tenduristî û guncaniyê bikevin nav Wezareta Karên Hundir a Sûriyê.

PARVE BIKE

Şîrove

Şîroveyekê binivîse

NÛÇEYÊN PÊŞ