BIÇE NAVEROKÊ
ROJEV5 DEQE XWENDIN

Remazan Bakur: Desthilatdar û medya

Desthilatdar her tim li ber çapemenî û medyaya rexnegir astengan datîne. Vê carê jî Rastinews li rastî astengiyan tê.

PARVE BIKE
Remazan Bakur: Desthilatdar û medya

RastinewsDi dîroka cîhanê de, desthilatdar her tim li ber çapemenî û medyayê astengan danîne. Bi taybetî desthilatdarên zordar vê yekê kirine. Ew çapemenî û medyaya rexnegir naxwazin. Dixwazin çapemenî û medyayê ji bo domandin û xurtkirina desthilatdariya xwe bi kar bînin. Van rojan Rastinews jî rastî astengan tê. Ji ber ku dengê rast digihîne xelkê, asteng li ber tê danîn. Ji ber weşana li ser bingeha rastiyê jî asteng çêdibin.

Ji mêj ve ez ji bo kovarê dinivîsim. Piraniya nivîsên min li ser ziman, çand û bûyerên dîrokî ne. Min çu carî bi nivîsên xwe têkiliya xwe bi siyasetê re çênekiriye. Sedem ev e: siyaseta aliyên navneteweyî li Rojhilata Navîn qirêj e. Li vê herêmê hê jî siyaseta olperest û kevneperest bi bandor e. Ev siyaset ne li ser rastî û heqiqetê ye. Li ser berjewendî û xapandinê ye. Li ser windakirina mafan û neheqiyê ye. Ew her dem rojeva civakê diguherînin. Ji bo vê yekê ragihandina rastiyê asteng dikin û bi vî awayî karê xwe didomînin. Bi vî rengî mafên mirovan tên xwarin, xelk tê xapandin.

Mixabin rastî her dem bi ser nakeve. Rastî û rêxistinên dadmend gelek caran têkçûyine. Di dîroka cîhanê de gelek kesên rastgo hene. Ewên li pey rastiyê çûne, êş kişandine, hatine girtin, hin jî hatine kuştin. Gotineke mezinan heye: «Heta rastî bibe rast, serê xwediyê wê diçe.» Careke din dibêjim: mixabin, piştî êş, girtin û kuştinê ye ku rastî tê qebûlkirin. Ez dikarim gelek mînakan bidim, lê naxwazim nivîsê dirêj bikim. Li seranserê cîhanê rastî yek e. Kes nikare rastiyê veşêre. Dawiyê rastî mîna kulmeke giran li rûyê direwîn û neheqan dikeve.

Ji ber van astengiyan li Rastinews, min vê carê mijara xwe kir desthilatdar û medya. Em ji rastiyê natirsin. Me her dem li her warî rastî got. Emê her dem rastiyê bêjin. Dibe ku mirov ji ber rastgotinê bikeve tengasiyê. Lê parastina rastiyê şeref e. Mirovên rûmetdar rastiyê dibêjin û ji wê natirsin. Mezinên me gotine: «Dîwarê qesra derewîn li ser qeşayê ye.» Gava qeşa dihele, qesr li serê xwediyê xwe dixire. Mixabin berjewendî temenê derewê dirêj dike. Bi vî awayî pergalên bêedalet jî dirêj dibin. Gotineke din a mezinan jî heye: «Yê guh dide derewan, dibe rovîyê havînê.» Gelê me yê Kurd jî heta niha guhê xwe pir daye derewan. Loma em bûne mîna rovîyê havînê: bê serwer, bê sermiyan, di welatê xwe de bindest.

Bê guman em bi nivîsên xwe raman û nêrînên xwe tînin ziman. Dibe ku hin kes vê yekê fam nekin. Dibe ku hin kes wê qebûl nekin. Çimkî her kesî bawerî û zanîna xwe ya taybet heye. Lê mafê her kesî heye ku ramana xwe bibêje, binivîse û parve bike. Divê em hemû rêz li vî mafî bigirin. Rastî li her waran heman tişt e. Kesên guh nadin rexneyê, çu carî nabin kesên dadperwer. Em dizanin ku dijmin û dagirker dê êrişî me bikin. Lê êrişên kesên xwe wek têkoşerên azadiyê bi nav dikin, tiştekî gumanbar e.

Gelê me di vê doza aştî, azadî û mafan de gelek bedel daye. Ji ber van bedelan em neçar in ku bibin dengê gelê xwe. Dema em gazinên gelê xwe dinivîsin, mafê kesî nîne êrişî me bike. Divê êrişkar guhê xwe bidin rexne û gazinan. Eger guh nedin, ev bijartina wan e. Emê ji rêça xwe venegerin. Emê berdewam li ser rastiyê bimînin.

Piştî Şerê Cîhanê yê Yekem, rêberên wê demê û yên piştî wan kêmxem man. Ji ber vê yekê, tevî tekoşîna Partiya Karkerên Kurdistanê, gelê Kurd sed salî di bindestî û komkujiyê de derbas kir. Ji îro pê ve, bi tu behayî nayê qebûlkirin ku sedsala pêşiya gelê Kurd jî mîna ya borî bi bindestî û komkujiyê derbas bibe. Di vê danûstandina mafan de, ne kes û ne jî rêxistinek mafdar e ku ramana xwe li ser gelê me ferz bike. Divê hêvî û daxwazên gelê me bibin armanca sereke ya her tekoşer û siyasetmedarê me.

Armanca me ne ew e ku em kêmasî û çewtiyên kes an rêxistinekê eşkere bikin. Kêmasî û çewtiyên her kesî û her rêxistinê jixwe berçav in. Her kes wan dizane. Divê em bawerî û îdeolojiyên xwe deynin aliyekî. Divê em li dora armanca xwe ya hevpar bicivin. Ez bawer dikim armanca her Kurdekî azadiya Kurd û Kurdistanê ye. Ev mafê gelê Kurd e. Bûyerên dawî nîşan didin ku aliyên navneteweyî û herêmî naxwazin Kurd li ser welatê xwe bibin xwediyê dewlet û desthilatê. Hin rêxistinên xwe li ser navê Kurdan berpirsiyar dibînin. Lê em ji bûyerên dawî dibînin ku ew jî ketine nav tevna dagirkerên Kurdistanê. Rojavayê Kurdistanê hate radestkirin bo olperest û nijadperestên ereb. Li Bakur gelê Kurd ji Kurdistaneke serbixwe bêhêvî tê kirin. Heman tişt tê xwestin ku li Rojhilat jî bê kirin.

Kesên qaşo li dijî hêzên navneteweyî û dagirkerên herêmî derdikevin, bi xwe ketine nav pergala wan heman hêzan. Entegrasyon tê wateya vê yekê: gelê Kurd bê dewlet û bê statû hiştin. Entegrasyon herwiha tê wateya domandina helandinê. Entegrasyon tunekirina demografiya Kurdan e. Kîjan kes an rêxistin bi hêzên navneteweyî û dagirkeran re li hev kiribe, bila bizane: ev peymana wî bi xwe ye. Ev ne peymaneke di navbera gelê Kurd û wan hêzan de ye. Gelê Kurd çu carî dev ji mafê serxwebûna xwe bernade. Xewna her Kurdekî Kurdistaneke azad e.

Ramanên di vê nivîsê de yên nivîskarê wê ne; dibe ku bi siyaseta weşanê ya Rastinews re bihev bikin, dibe ku nekin. Rastinews platformeke azad e ku ji ramanên cuda re vekirî ye.

PARVE BIKE

Şîrove

Şîroveyekê binivîse

NÛÇEYÊN PÊŞ