Trump: «Şerê aborî li dijî Îranê dest pê kir» - Welatên bi Tehranê re dixebitin jî hedef in

RastinewsSerokê Amerîkayê Donald Trump ragihand ku li dijî Îranê operasyoneke aborî ya bêhempa dest pê kiriye. Trump got ku welatên piştgiriya petrol, darayî û veguhastina peran didin Tehranê jî dê rastî tewbîrên aborî yên giran werin.
Trump ragihand ku dê zextê li ser Îranê di warê aborî de berfirehtir bikin.
Trump ji ser hesabê xwe yê medyaya civakî axivî. Wî got ku wan firset da Îranê ji bo lihevkirinê, lê Tehranê ev firset nirxand nekir.
Trump got: «Îro ez operasyoneke aborî ragihînim ku heta niha li dijî tu welatî nehatiye kirin. Ev dê bibe şerekî aborî û îzolasyoneke bêhempa.»
Di axaftina Trump de tehdîdek eşkere jî ji bo welatên sêyemîn ên têkiliyên aborî bi Îranê re didomînin hebû.
Trump got welatên bi saziyên darayî, şîrket, firokexane an dezgehên dewletê piştgiriyê didin Îranê dê rastî «encamên aborî yên mezin» werin. Wî waran ku dê bibin hedef jî rêz kirin.
Trump got: «Qeçaxiya petrolê, xetên swapê, veguhastina peran a bi eşkere, dikanên dolarê, tomarên keştiyan û şîrketên derewîn... Divê hemû ev tişt di cih de bên rawestandin. Hûn dizanin hûn kî ne.»
Trump got Îran di warê leşkerî û aborî de di bin zexteke giran de ye. Wî ji hevalbendên xwe jî xwest ku piştgiriyê bidin polîtîkaya nû ya Washingtonê.
Serokê Amerîkayê got hedefa vê pêngavê ev e: Îranê zêdetir îzole bikin û kapasîteya Tehranê ya fînansekirina çalakiyên xwe yên li herêmê bisekinînin.
