BIÇE NAVEROKÊ
GOTAR10 DEQE XWENDIN

Şahap Eraslan: Awayên Nijadperestiyê yên Nayê Dîtin – Beşa 2

PARVE BIKE
Şahap Eraslan: Awayên Nijadperestiyê yên Nayê Dîtin – Beşa 2

RastinewsNorm Neçar Nine Ku Xwe Rave Bike 

Ji bo ku meriv awayên nijadperestiyê yên nayê dîtin fêm bike, divê meriv li mesela norm jî binêre. Li Tirkiyeyê Sunnî bûn, Tirk bûn û bi Tirkî axaftin demek dirêj wisa bûne norm. Ev norm ew qas bihêz bûye ku pir caran wek nasname jî nayê dîtin. Norm neçar nine ku xwe binavîne. Ê ku tê navandin bi gelemperî ew e yê ku ji normê dûr dikeve. Bi Tirkî axaftin hewceyî ravekirinê nake; bi Kurdî axaftin hewceyî ravekirinê dike. Sunnî bûn hewceyî ravekirinê nake; Elewî bûn hewceyî ravekirinê dike. Li hin derdoran pirsa «Tu çima roj naçêrî?» pir normal tê dîtin. Lê pirsa «Tu çima roj digirî?» xerîb, tewra êrîşkar jî tê hesibandin. Li derekê ku pirsa «Tu çima nimêj nakî?» sade tê dîtin, rewş cuda ye. Pirsa «Tu çima nimêj dikî?» heman sadetiyê nagire ser xwe. Norm ev e: tişta ku neçar nine xwe rave bike. Ji ber vê yekê îmtiyaza normê pir caran wek îmtiyaz nayê hîskirin. Meriv vê wisa najî: «Ez xwedî avantajek im.» Meriv wisa dijî: «Jiyan ji xwe wisa ye.» Dema du kes di dolmişê de bi Kurdî diaxivin, kesekî sêyem dikare bêje: «Ez aciz dibim.» Lê axaftina wan her du kesan ne ber bi wî ve ye. Ne henekek li wî hatiye kirin, ne jî tê ketine qada wî. Lê hebûna zimanekî din ê di qada giştî de jî dikare hestek binpêkirinê li wî çêbike. Dema ew bi Tirkî bi dengekî bilind diaxive, vê wek dengê xwezayî yê qada giştî dibîne. Dema Kurdî dibihîze, hîs dike ku rêza qada giştî hatiye şikandin. Norm û îmtiyaz li vir tevlihev dibin: hebûna xwe xwezayî dîtin, hebûna ê din jî zêde dîtin. 

Di salên nodî de, li zozanan di cejnan de hema hema her kes ala hildikir. Dema me ala hilnedikir, dihat pirsîn: «Hûn çima ala hilnakin?» Bi xwe ev pirs gelek tiştî radigihîne. Kesê ku ala hildike ne neçar e bêje çima wisa kiriye. Kesê ku hilnake neçar e vê rave bike. Dema tevgerek dibe norm, tewra ne beşdarbûn jî dibe sedema guman. 

Nijadperestiya Sazûmanî û Îmtiyaza Nayê Dîtin 

Li Almanyayê kesek ku paşnavê wî yê Tirkî heye, dema li mal an kar digere, rastî cudakariyê tê. Ev mînakek nijadperestiya sazûmanî ye. Dema du kes taybetmendiyên wekhev hebin, hilbijartina kesê ku wek Alman tê dîtin, tenê pirsgirêka kesê red bûyî nine. Kesê ku tê hilbijartin dikare di jiyana rojane de gelek tolerant be. Dikare beşdarî xwepêşandanên dijî-nijadperestî bibe. Dikare bi dengê herî bilind jî slogan bavêje. Lê heke ew qet li ser avantaja xwe nafikire, û wê tenê wek encama xwezayî ya serkeftina xwe dihesibîne, dikare beşdarî nedîtina newekheviya sazûmanî bibe. Çimkî ji bo domandina nijadperestiya sazûmanî ne pêwîst e her kes bi hişmendî nijadperest be. Pergal bi gelemperî bi beşdariya bêdeng û tewra bêagah a mirovên asayî dixebite.

Yek ji rêyên herî bibandor ên veşartina nijadperestiyê, her tim li nijadperestiya yê din nihêrtin e. Dema li Amerîkayê êrîşek nijadperest li dijî reşikan çêdibe, hêrs bûn hêsan e. Dema li Almanyayê Tirkek rastî cudakariyê tê, eşkerekirina nijadperestiya Almanan jî hêsan e. Li Ewropayê gelek kes bêyî dudilî êrîşên li dijî misilmanan şermezar dikin. Bêguman divê meriv li dijî hemû van derkeve. Pirsgirêk ne derketina dijî ye. Pirsgirêk ev e: nijadperestî tenê wek xirabiyeke ji aliyê yê din ve tê nasîn. Çimkî mirov bi derketina dijî nijadperestiya yê din, di heman demê de wêneyekî li ser xwe çêdike: «Binêrin, ez dijî nijadperestiyê me; loma ez nikarim nijadperest bim.» Lê îmtîhana rastîn li wê derê dest pê dike ku nijadperestî avantajê dide komela me bi xwe. 

Mexdûriyeta Sazûmanî û Fiîlîbûna Rojane Ne Heman Tişt In 

Li vir divê meriv cudahiyek pir zelal deyne: nijadperestiya sazûmanî û nijadperestiya ku di têkiliyên rojane de derdikeve ne heman tişt in. Gotina ku Elewî û Kurdan li Tirkiyeyê tenê bi awayekî dîrokî hatine mexdûrkirin, kêm dimîne. Ev mexdûriyet ne di raboriyê de maye. Elewî û Kurd îro jî li asta sazûmanî rastî dûrxistin, cudakarî, kêmkirin, henek, nedîtin û newekheviyê tên. Loma divê meriv eşkere qebûl bike ku ew ne tenê di raboriyê de, îro jî mexdûrên nijadperestî û cudakariya sazûmanî ne. Ev asteke cuda û bingehîn e. 

Heke Kurdek ji ber Kurd bûna xwe tê dûrxistin; heke Elewiyek ji ber Elewî bûna xwe tê kêmkirin, tê henekkirin an di warê hemwelatîbûna wekhev de tê îtin, li vir mexdûriyeteke sazûmanî heye. Ne hewce ye ku em vê mexdûriyetê her carê ji nû ve nîqaş bikin. Lê li vir divê em astê duyem tevlihev nekin. Ku mirovek mexdûrê nijadperestiya sazûmanî ye, wateya wê nine ku ew di têkiliyên xwe yên rojane de bixweber bêguneh e. Kurdek dikare ji ber Kurd bûna xwe rastî cudakariya sazûmanî bê; lê dema ew li dijî komelekî din ê etnîk zimanekî nijadperest bi kar tîne, ew di wê têkiliya diyar de dibe fiîlê nijadperestiya rojane. 

Elewiyek dikare ji ber Elewî bûna xwe bi awayekî sazûmanî bê dûrxistin. Lê dema ew gotinên kêmasîkar an nijadperest li dijî Elewiyekî din, Sunniyekî, Kurdekî, Tirkekî an komelekî din bi kar tîne, ew jî dibe fiîl di wê rewşê de. Li vir ne li hev nayîn tune. Çimkî heman mirov dikare di têkiliyên civakî yên cuda de li şûneyên cuda be. Kesek ku li hember dewletê, sazî an normên piraniyê bi awayekî sazûmanî mexdûr e, dikare di têkiliyeke din de xwedî hêz be. Û ew hêz bikaribe bi awayekî dûrxistinker bi kar bîne. Mexdûriyeta sazûmanî û fiîlîbûna rojane ne kategoriyên hev derxin in. Pirsgirêka rastîn dema dest pê dike ku mexdûriyeta sazûmanî dibe qada parastî, dibe maske an tabloyeke bêgunehiyê. Dema tê gotin «Ez ji xwe endamê komelekî me ku dîrokê de hatiye mexdûrkirin; loma ya ku ez dibêjim nikare nijadperestî be», mexdûriyeta sazûmanî tê bikaranîn da ku fiîlîbûna rojane ya kesî bê veşartin. Lê mexdûriyeta dîrokî û sazûmanî ne destûrek exlaqî ye ji bo kêmkirina yê din. Gotina «Ez Elewî me, loma ez nikarim nijadperest bim» an jî «Ez Kurd im, ez ji xwe mexdûrê nijadperestiyê me; ya ku ez dibêjim nayê hesibandin nijadperestî» pirsgirêkdar e. (Li vir ez dizanim ku nivîsên Frantz Fanon têm paşguh dikim.) Çimkî ya ku nijadperestiyê diyar dike, tenê nasnameya fiîl nine. Ya diyarker ew e ku di wê têkiliyê de kesî çi gotiye, çi kiriye, kî çawa binav kiriye û kîjan hiyerarşî ji nû ve hilberandiye. Ji ber vê yekê divê em her du tiştan bi hev re bibêjin: Elewî dikarin li hember nijadperestî û cudakariya sazûmanî mexdûr bin, û ev mexdûriyet îro jî dewam bike. Heman kes, di rewşên din de, dikarin fiîlê nijadperestiya rojane jî bin. Hevoka yekem, ya duyem betal nake; ya duyem jî yekem înkar nake. Berevajî wê, ji bo têgihiştina rast a mijarê divê em van her du astan ji hev cuda bikin. Wekî din, an em nijadperestiya sazûmanî piçûk dibînin, an em mexdûriyeta sazûmanî dikin belgeya bêgunehiyê ya jiyanek tevahî. Divê mexdûriyeta sazûmanî bê nasîn; lê ev mexdûriyet nabe bibe maskeyek ku tevgerên nijadperest, dûrxistinker an otorîter li pişt wê bên veşartin. Mexdûr bûn, mirovî ji îhtîmala fiîlbûnê muaf nake. Ji ber vê yekê pirsa rastîn ne ev e: «Ev kes bi gelemperî mexdûr e an fiîl e?» Mesele ew e ku kes di têkiliyê de çi dike. Dema em vê cudahiyê deynin, em ne rastiya nijadperestiya sazûmanî înkar dikin, ne jî fiîlîbûnên rojane yên li pişt mexdûriyeta dîrokî û sazûmanî veşartî nediyar dihêlin. 

Mexdûriyeta Kesane û Dezavantaja Sazûmanî Ne Heman Tişt In 

Awayekî din ê xweparastinê jî ev e: newekheviya sazûmanî bi çîrokên mexdûriyeta kesane bêbandor kirin. Hûn dibêjin «Elewî rastî cudakariyê tên», yek derdikeve dibêje «Min jî di jiyana xwe de gelek cudakarî dîtiye.» Hûn behsa dezavantaja sazûmanî ya komelekê dikin, tavilê êşa kesane ya kesekî ji piraniyê tê danîn ber çavên we. Bêguman ew êş dikare rastîn be. Tirkekî Sunnî jî dikare feqîr be, bê kêmkirin, bê bêkarbûn, rastî tundiya polîsan bê, rastî neheqiyên mezin bê. Îmtiyaza sazûmanî wê wateyê nade ku mirov ê jiyanek bêêş bijî. Mesele tam li vir tê tevlihevkirin: mexdûriyeta kesane û dezavantaja sazûmanî ne heman tişt in. Mirovek dikare di jiyana xwe de bi hezaran neheqî dîtibe, û di heman demê de ji ber nasnameyek diyar xwedî hin avantajên sazûmanî be. Ev herdu yek a din betal nakin. Lê qebûlkirina îmtiyazê dijwar e. Çimkî mirov dixwaze bawer bike ku serkeftinên wî tenê ji jêhatîbûn û keda wî tên. Gotina «Ez hatim vir çimkî min xebitî» ji hêla psîkolojîk ve ji gotina «Min xebitî lê hin deriyên li ber min ji yên din re hêsantir vebûn» hêsantir e. 

Bêgunehiya Kolektîf û Înkar 

Li vir sêwirana bêgunehiya kolektîf jî tê pêş. Di vegotinên Tirkbûnê de Tirk: bihêz e, mêrxas e, dilovan e, arîkariya bindestan dike, neheqî nake. Dema wêneyeke xwe ya bi vî rengî tê avakirin, qebûlkirina neheqiyeke dîrokî an rojane tenê qebûlkirina bûyerekê nine. Ew wêneya îdeal a nasnameya kolektîf a kesî jî xeter dike. Ji ber vê yekê înkar carinan ne ji nezaniyê tê; ji hewldana xwe parastina birîna narsîstîk a ku zanîn dê çêbike tê. Mirov dikare tiştekî bizanibe û bi tevahî wek nizane tevbigere. Ne hêsan e ku meriv qet negihîştibe zanîna hebûna îşkenceyê li Tirkiyeyê. Ne hêsan e ku meriv negihîştibe zanîna dûrxistina Elewiyan a dîrokî û ya îro. Ne hêsan e ku meriv negihîştibe zanîna zordestiya li ser Kurdan ji ber ziman û nasnameya wan. Lê zanîn tiştek e, qebûlkirina encamên vê zanînê tiştekî din e. 
Qebûlkirin dibe ku ji mirovî bixwaze dev ji hin çîrokên teşelîdar ên li ser xwe û komela xwe berde. 

Kolektîfkirina Sûcê Ferdî 

Mekanîzmayeke din a bingehîn a nijadperestiyê, kolektîfkirina tiştê ferdî ye. Dema Cihûyek dizî dike û sûc ne ya dizî, ya «Cihûyan» tê hesibandin, li wir fikra nijadperest dest pê dike. Dema mêrekî bi eslê xwe Tirk li Almanyayê sûcekî giran dike, bêguman li wir fiîlekî diyar heye, û divê ew berpirsiyar bê girtin. Lê dema sûc dibe «Mêrên Tirk wisa ne», sûcê takekesî etnîk dibe. Kesek ji piraniyê sûcekî dike, ew wek fert dimîne. Kesek ji hindikahiyê sûcekî dike, ew dibe nûnerê komela xwe. Nijadperestî li wir dest pê dike. Ev mekanîzma ne tenê di gotinên eşkere yên nijadperest de derdikeve; di zimanê nûçeyên asayî xuya jî derdikeve. 

Em li ser mînakeke texmînî bifikirin: bila bûyereke birîndarkirinê li Konyayê çêbibe. Heke fiîl ji civaka piraniyê be, nûçe dikare bibe: «Li Konyayê kesekî bi çekê xwe yekî birîndar kir.» Heke fiîl Sûrî be, sernav tavilê diguhere: «Sûriyekî li Konyayê yek birîndar kir.» Di nûçeya yekem de fiîl fert e. Di ya duyem de Sûrîbûn tê danîn berî sûcê, wek zanyariyeke pêwîst ji bo têgihiştina bûyerê. Pirsgirêk ne bi awayekî mutleq nûçeya derew e. Fiîl bi rastî dikare Sûrî be, û bi rastî ew sûc kiribe. Pirsgirêk, awayê hilbijartina sîstematîk a zanyariyên rast e. Yek ji awayên herî hûr ên nijadperestiyê ev e: bêyî derewkirinê, guhertina awayê têgihiştina rastiyê. Heke hûn di sûcê Sûriyekî de peyva «Sûrî» her tim bînin pêş, lê nasnameya endamên piraniyê yên heman sûc dikin sîstematîk neyên gotin, wêneya giştî dikare şaş be, her çend her nûçe bi tenê rast be jî. Bi demê re di hişê xwendevanan de girêdanek di navbera «biyanî–sûc–xeter» de çêdibe. Ji ber vê yekê nijadperestî carinan ne di henekekê de, di rengdêrekê de derdikeve; carinan ne di gotinê de, di vê de ye ku li ser kê kîjan zanyarî tê gotin. Û belkî cihê ku ew herî bibandor e jî ev e: dema nijadperestî bêyî ku wek nijadperestî xuya bike tê kirin. 

Mafek e an Îmtiyazek e? 

Yek ji mînakên herî xurt ên vê standarda ducar, di tecrûbeya koçberiyê de derdikeve. Tirkên li Almanyayê bi heq dixwazin zarokên wan Tirkî fêr bibin. Ji dibistanan dersên Tirkî dixwazin. Dixwazin zarokên wan zimanê zikmakî biparêzin, ola xwe bijîn, çanda xwe bê nasîn. Van wek mafê demokratîk, mafê çandî û mafê mirovî diparêzin. Di vê de tiştekî şaş nine. Berevajî wê, ev daxwaz meşrû ne. Lê heman kes, dema li Tirkiyeyê rastî daxwaza Kurdan a perwerdeya bi zimanê xwe an dîtbariya giştî tê, vê wek «perçebûna welêt» dibîne. Li vir nakokiyeke ciddî heye. Fêrbûna zarokê Tirk a Tirkî li Almanyayê Almanyayê perçe nake. Nexwe çima fêrbûna zarokê Kurd a Kurdî li Tirkiyeyê Tirkiyeyê perçe bike? Heke mirov mafê ku ji xwe re dixwaze, ji yê din re nade, pirsgirêk êdî di têgeha maf de ye. Heke maf tenê dema «mafê min» be tê parastin, êdî ji mafbûnê derdikeve û dibe îmtiyaz. 

«Em Modern in» Gotin Têrê Nake 

Ji ber vê yekê rengdêrên wek «laîk», «modern», «demokrat», «pêşverû», «çepgir» an «sosyalîst» bi tena serê xwe min qanih nakin. Divê meriv ne li navê ku mirov li xwe kiriye, li vê binêre ku ew dema rastî mafê yê din tê, çi dike. Xwedîderketina têgehek erênî, wateya xwedîbûna pratîka wê têgehê nade. Ku peyva «demokrat» yek ji rengdêrên ku mirov ji bo binavkirina xwe bikartîne be, ew nake demokrat bixweber. Gotina «ez sosyalîst im» jî mirov nake wekhevîxwaz bixweber. Nirxa exlaqî ya têgehan ne di navan de, di pratîkê de derdikeve. Heman tişt ji bo Elewiyan jî derbasdar e. Gotina «em azad in, em modern in» bi tena serê xwe mirovî ji fikra otorîter, nijadperest an faşîzan naparêze. Dema mirovek xwe modern îlan dike, lê ji Elewiyekî din re dibêje «Tu ne Elewiyê rastîn î», ji Kurdekî re dibêje «Tu ne Kurdê rastîn î», ji yekî din re dibêje «Mafê te tune ye ku tu xwe wisa binavî», li vir nakokiyeke ciddî di navbera têgehên modern û awayê fikirînê de heye. Mirov dikare rengdêrên modern li xwe bike û mantiqê rastiya yekane yê pir kevn bidomîne. Modern bûn ne hevşibîna hemû kesan e. Berevajî wê, yek ji pîvanên girîng ên moderniyê, şiyana jiyana bi cudahiyan re ye. 

Elewîtî, Misilmanî, Nasname 

Belkî tişta em îro divê bibêjin ev e: Elewîtî tune, Elewîtiyên pirjimar hene. Misilmanî tune, misilmaniyên pirjimar hene. Nasname tune, nasnameyên pirjimar hene. Û tu yek ji van nasnameyan paqij nine. Tu yek ne tenê mexdûr e, ne jî tenê fiîl e. Elewîtiya min, yek ji Elewîtiyan e; ne Elewîtî bi xwe ye. Salixdana min a nasnameyê, mafê betalkirina nasnameya yê din nade min. Mexdûriyeta min a sazûmanî, li hember fiîlîbûnên min ên rojane yên di têkiliyên din de dokunulmazî nade min. Tişta ji bo min maf e, dema yê din wê bixwaze nabe tehdît. Di dinyayeke pirjimar de, helwesta demokratîk ne ew e ku yek ji van cudahiyan bê rakirin an li ser yên din bilind bê kirin. Helwesta demokratîk avakirina qadeke ye ku ew hemû karibin hebûna hev nas bikin. Cihê ku fikra faşîzan dest pê dike, bi gelemperî berevajî vê ye: redkirina pirjimariyê, paqijkirina nasnameyan, mutleqkirina rastiyeke yekane, û dîtina xwe xwedî maf ku li şûna yê din biryar bide ka ew kî ye. 

«Ez Nijadperest Nînim Lê…» 

Nijadperestî bi gelemperî bi gotina «ez nijadperest im» dernakeve holê. «Ez nijadperest nînim lê…» «Ez ne dijî Kurdan im lê…» «Ez ne dijî Elewiyan im lê…» «Ez rêz li zimanê her kesî digirim lê bila li vir Tirkî biaxivin…» 

Bi gelemperî tam piştî wê peyva «LÊ», dûrbûna di navbera wêneyê îdeal ê mirovî li ser xwe û qada ku ew bi rastî ji yê din re dide, xuya dibe. Ji ber vê yekê tekoşîna li dijî nijadperestiyê tenê eşkerekirina «mirovên xerab» ên eşkere nijadperest nine. Ew tiştekî pir zortir dixwaze: pirsyarkirina normaliya xwe. Kîjan maf ji bo xwe xwezayî dibînim, lê dema yê din dixwaze wek tehdît dibînim? Kîjan avantaja xwe tenê serkeftina xwe dihesibînim? Dengê kîjan zimanî xwezayî, ya kîjanî aciz kirî dibînim? Kî neçar e xwe rave bike, kî ne neçar e? Sûcê kê ferdî dimîne, sûcê kê li ser tevahiya gelê wî tê barkirin? Ez di xwe de mafê biryardana li şûna yekî din ê ku ew kî ye dibînim an na? Ez mexdûriyeta xwe ya dîrokî û sazûmanî bikar tînim da ku fiîlîbûnên xwe yên rojane nebînim, an na? Û ya herî girîng: ez nijadperestiyê tenê li ba yê din dibînim, an li cihê ku ew avantajê dide min û komela min jî nas dikim? Çimkî cihê ku nijadperestî herî bi rehetî lê xwe vedişêre, her tim nefret nine. Carinan xwesteka paqijî, xwerû û rastînbûnê ye. Carinan bawerî ye ku em xwedî rastiyeke yekane ne. Carinan hesta normalbûnê ye. Carinan hesta bêgunehiyê ye ku mexdûriyeta dîrokî û sazûmanî dide. Carinan rehetiya «em ji xwe modern in» e. Carinan jî mafê ku mirov ji xwe re dibîne, li yê din zêde dîtin e. Ji ber vê yekê tekoşîna li dijî nijadperestiyê ne tenê bi eşkerekirina xirabiya yê din dest pê dike; bi guman kirina li bêgunehiya xwe jî dest pê dike.

Ramanên di vê nivîsê de yên nivîskarê wê ne; dibe ku bi siyaseta weşanê ya Rastinews re bihev bikin, dibe ku nekin. Rastinews platformeke azad e ku ji ramanên cuda re vekirî ye.

PARVE BIKE

Şîrove

Şîroveyekê binivîse

NÛÇEYÊN PÊŞ

    Şahap Eraslan: Awayên Nijadperestiyê yên Nayê Dîtin – Beşa 2 — Rastinews