Nivîsên Tamer Çilingir li Rastî'yê

RastinewsNivîskar û Lêkolîner Tamer Çilingir bi nivîsên xwe tê Rastî'yê.
Bi xêr hatî Rastî'yê, Tamer Çilingirê hêja.
Tamer Çilingir di sala 1965an de li gundê Livera yê Maçka (Trabzon) hat dinyayê. Ew bi salane li ser dîroka Pontosê dixebite. Lêkolînên wî li ser bîra civakî, nasname, koçberiya bi zorê û vegotinên dîroka fermî ne. Nivîsên xwe bi Tirkî û Yewnanî dinivîse. Pirtûka wî ya bi navê «Rastiya Pontosê» di sala 2016an de ji aliyê Weşanên Belge ve hat çapkirin.
Di xebatên xwe de, çavkaniyên Tirkî û Yewnanî berawird dike. Herwiha belgeyên arşîvê û bîra dîrokî ya civaka Pontosê jî dide ber hev. Di nivîsên xwe de dîroka Pontosê ji vegotina fermî ya Tirkiyeyê derve nîqaş dike. Kesên û bûyerên jibîrkirî derdixe ronahiyê. Girîngiyê dide lêkolîna têkiliyên di navbera bîra dîrokî ya gelên cuda de.
Ramanên di vê nivîsê de yên nivîskarê wê ne; dibe ku bi siyaseta weşanê ya Rastinews re bihev bikin, dibe ku nekin. Rastinews platformeke azad e ku ji ramanên cuda re vekirî ye.
