BIÇE NAVEROKÊ
ROJHILATA NAVÎN3 DEQE XWENDIN

Soza avakirina Şengalê nehat cih: Binesazî xera ye, bajar wêran e

Her çend 12 sal li ser Komkujiya Şengalê derbas bûn jî, Taxa Berberojê ya bajêr hê jî şopên şer ên roja yekem li ser xwe dihewîne. Mîna 55 hezar Şengaliyên ku ji bo tezmînatê serî lê dane

PARVE BIKE
Soza avakirina Şengalê nehat cih: Binesazî xera ye, bajar wêran e

Rastinews12 sal in Komkujiya Şengalê qewimiye. Lê Taxa Berberojê hê jî şopên roja yekem a şer dihewîne. 55 hezar kesên Şengalî ji bo tezmînatê serî lê dane. Leyla Ana jî yek ji wan e. Lê salan e destê wê vala ye. Leyla Ana neçar ma, vegeriya xirbeyên mala xwe ya wêran.

Sedî 80 ê binesaziya bajêr hê jî wêran e

Waliyê Neynewa ji Rûdawê re axivî. Wî got, budceya ji bo Şengalê hatibû veqetandin, hatiye perçekirin û li herêmên din hatiye xerckirin. Niha xelkê herêmê ji bo Şengalê budceyeke taybet û serbixwe dixwaze.

Destê Leyla Ana vala ma

Taxa Berberojê ya Şengalê bi tevahî wêran e. Bandora şer a wêrankar li her kolanê tê hîskirin. Leyla Ana çend kîlometre dûrî vê taxê dijî. Ew jî yek ji wan 55 hezar kesan e ku ji bo tezmînatê serî dane. Lê tevî salên borî, wê hê jî encamek nestend.

Mala vê pîrejinê ji aliyê DAIŞê ve hatibû hilweşandin. Her çend xanî nikare bê jiyîn jî, ew ji neçariyê vegeriya xirbeyên xwe.

Leyla Meto ya ku vegeriyaye, got: «Heşt sal in em vegeriyane, lê hê jî mîna mêvanan li mala mirovên din dijîn. Tu tezmînat nehat dayîna me, mala me hilweşiyaye. Hêza me tune ku em bi keys û derfetên xwe malê ava bikin.»

Xebatên avakirinê tenê li ser kaxizê ne

Hikûmeta Iraqê soz dabû ku Şengal ava bike. Lê ev soz heta niha nehatiye cih. Heta niha kêmî 5 hezar kesan bi rêjeyên cuda tezmînat wergirtine.

Çalakvan Seîd Hemo li ser vê mijarê wiha got:

"Niha hemû xebatên avakirinê yên hûn dibînin, bi îmkanên xwe gel çêkirine. Mixabin hikûmetê tu rolek tine. Di navbera Hewlêr û Bexdayê de her dem peyman têne çêkirin, ev peyman ne tazmînatan û ne vegera gel bandor dikin. Ji bo ku mirov vegerin jiyana xwe ya normal, tu gav nayê avêtin."

Daxwaza bicetê taybet

Waliyê Niniwayê Ebdulqadir Dahil got, ji bo ku Şengal dîsa rabe ser piyan, ew ji bo çêkirina bicetek taybet dixebitin. Walî Dahil pirsgirêkên derbarê bicetê de wiha tîne ziman:

"Ji destpêkê ve me ji bo avakirina Şengal daxwaza fonek taybet kir. hin siyasetmedarên herêmên wek Zimar, Girê Uzêr, Hemdaniye û Tilkêf, bûn sedem ku bicetê Şengal were parçekirin. Ev yeka sedem ku para ji Şengal re hatiye veqetandin, pir kêmtir be ji wêraniya qewimî. Niha em bi awayekî fermî daxwaz dikin ku bicetê Şengal ji Niniwayê were veqetandin. Şengal bajarekî wêrankirî ye û Serokwezîrê Iraqê li ser mijarê xebatek ciddî dimeşîne. Bi hêviya Xwedê, ji bo avakirina Şengal gavên pêwîst werin avêtin."

Di 5 salên dawî de, li navenda Şengal nêzî 600 xanî yên hatin avakirin. 300 xanî hatin tamîrkirin. sedî 80 ê binesaziya bajêr hîn nayê bikaranîn.

Çavkanî: Rûdaw

PARVE BIKE

Şîrove

Şîroveyekê binivîse

NÛÇEYÊN PÊŞ

    Soza avakirina Şengalê nehat cih: Binesazî xera ye, bajar wêran e — Rastinews