ROJHILATA NAVÎN1 DEQE XWENDIN
HSD'ê koma sêyem şand Şamê: Tirimpêla 60'an tê perwerdekirin

RastinewsDi çarçoveya entegrasyona Hêzên Sûriya Demokratîk (HSD) di artêşa Sûriyeyê de, koma sêyem hat şandin Nebekê ya li derdora Şamê. Ev koma ji endamên Tugaya Hesekê pêk tê. Piştî perwerdehiyê, hêvî tê kirin ev kom tevlî Tirimpêla 60'an a artêşê bibe.
Berî vê, di heman pêvajoyê de, nêzî 1350 endamên HSD yên Tugaya Qamişlo û 1120 endamên Tugaya Dêrikê hatibûn perwerdekirin.
Alîkarê Wezîrê Berevaniyê yê Sûriyeyê Sîpan Hemo got, entegrasyona leşkerî û ewlehiyê temam bûye. Wî qonaxa nû wiha rave kir: «Em ji entegrasyonê derbasî lihevkirinê dibin».
Li gorî Hemo, hêzên HSD di çar tugayan de tevlî artêşa Sûriyeyê dibin. Ji niha û pê ve, li gel rêkûpêkkirinên siyasî û hiqûqî, dê kostora nû jî di navenda gengeşeyan de be.
