Remazan Bakur: Kurd û Wêjeya Cîhanê
Li cîhanê wêjeyeke xurt a Ewropî-Urisî û ya Rojhilata Navîn heye. Wêjeya Kurdî jî di nav de gelek xurte, lê li cîhanê nayê naskirin.

RastinewsLi cîhanê gelek celebên wêjeyê hene: ya kevin û ya serdemê, ya kilasîk û ya moderin. Wêjeya zanistî, ya bîrdozî, ya felsefî û ya dîrok-çandê jî hene. Pêşî wêjeya Ewropayê tê. Paşê ya Urisan tê. (Bav û kalên me her dem ji Rûsan re gotine «Uris».) Ev wêjeya xurt a Ewropî û Urisan, piştî Ronesans û Reforma Ewropayê dest pê kir. Paşê li seranserê cîhanê belav bû. Li dûv Ewropa û Urisan, wêjeya Rojhilata Navîn tê. Di nav wêjeya Rojhilata Navîn da, ya Kurdî gelek xurte. Lê mixabin, ew li cîhanê bê deng e, bê bandor e û lawaz e.
Wêje û xwendina pirtûkan, bandoreke mezin li ser hişmendiya mirov dike. Kesên pirtûkên zêde dixwînin, di têgihiştin û axaftinê da pêş dikevin. Bersivdana wan jî xurttir dibe. Ew xwediyê raman û şiroveyên kûr û berfireh dibin. Zanîna wan li ser çanda gelên cîhanê zêde dibe. Bi xwendinê, mirov erdnîgarî û nexşeya cîhanê nas dike. Bi xwendinê, ferhengeke dewlemend di hişê mirov da cih digire. Ji ber vê yekê, divê her kes bi qedrê wêjeyê zanibe. Divê her kes wêjeya welatê xwe û ya cîhanê bixwîne.
Em Kurd, çanda Ewropa û Urisan baş nas dikin. Sedema vê, wêjeya wan e. Naskirina wêje û çanda gelên din, tiştekî hewce ye. Lê li vê derê, xetereyek kûr û bêdeng heye. Ev xeterî dikeve nav gel û hişê gelê me. Ew jî oto-asîmîlasyone, yanî helandina xwe bi xwe. Sedem ev e: em berhemên wêjeya cîhanê bi zimanê xwe naxwînin. Em wan bi zimanê dagirkeran dixwînin. Bi vê helandina veşartî, zimanê dagirkeran di hişê me da cih digire. Ew ji zimanê me bêtir cih digire. Zimanê dagirkeran pêş dikeve, zimanê me ji bîr dikeve. Em di xwendina bi zimanê xwe da zehmetî dikişînin. Heke em berheman ji zimanên biyanî wergerînin zimanê xwe, em ê rê li ber vê oto-asîmîlasyonê bigirin.
Ji ber vê yekê, wergera pirtûkan gelek girîng e. Mixabin em di vî warî da kêm in. Berhemên Kurdî nayên wergerandin zimanên biyanî. Berhemên biyanî jî nayên wergerandin Kurdî. Rewş li her çar parçeyên Kurdistanê wek hev e. Wergera tê kirin, ne ji tilîyên destekê zêdetir e. Ew wergera hindik jî bi devok û zaravayên cûda tê kirin. Ji ber vê yekê, fermîbûna zimanê Kurdî gelek girîng e. Ew bi qasî azadiya Kurd û Kurdistanê girîng e. Heta ku zimanê Kurdî nebe zimanê fermî, ev kar bi awayekî serkeftî nayê kirin.
Îro cîhan me bi şoreşa azadiyê nas dike. Cîhan me bi şoreşa li dijî olperestî û kevneperestiyê jî nas dike. Lê ev têrê nake. Em çanda gelên cîhanê bi rêya wêjeya wan nas dikin. Divê cîhan jî me, bi rêya wêjeya me, nas bike. Mixabin, em dikarin bêjin: wêjeya Kurdî li qada navneteweyî tune ye. Ev tiştekî dax û xemgîniyê ye. Ev nebûna me, me ji cîhanê vediqetîne. Ew me wek «tune» nîşan dide.
Li aliyê wêjeyê, em nivîskarên Kurd bê piştgirî ne. Nivîsîn û afirandina her berhemê, keda mezin dixwaze. Bar li ser milê nivîskarên dilsoz e. Ev barê aborî û xebatê, ji bona wan gelek giran e. Navê vê bêxwedîtiyê diyar e: ne fermîbûna zimanê Kurdî ye, ne jî dewleta Kurd heye.
Em di hundirê xwe da, di warê wêjeyê da ne lawaz in. Wêjeya Kurdî, ya kevin û ya serdemê, gelek xurte. Pirsgirêk ev e: em wergêr nînin. Ez bawer dikim, heke wergêr bên kirin, wêjeya Kurdî dê li cîhanê cihekî baş bigire. Em xwediyê çandeke qedîm û dewlemend in. Çanda me ji çanda gelên din ên cîhanê cuda ye. Ev jî ji erdnîgarî û xweseriya çanda me tê. Min heta niha nebihîstiye ku berhemek ji wêjeya Kurdî bo zimanên Ewropî hatibe wergerandin. Min bihîstiye ku pirtûkên wêjeya cîhanê hindik hatine wergerandin zimanê Kurdî. Ew jî ne ji tilîyên destekê zêdetir in.
Îro di pirtûkxaneyên me da, pirtûkên wêjeya cîhanê cihekî mezin digirin. Lê mixabin, ew bi zimanê dagirkeran hatine nivîsîn. Ez her dem pirsekê ji xwe dikim: wêjeya Kurdî dê çawa bikeve qada cîhanê? Bersiva min ev e: bi fermîbûna zimanê Kurdî. Hêvîdar im ku her Kurdek vê daxwazê bike. Ji rêxistinên navxweyî, ji siyasetmedaran û ji rêxistinên derveyî welat, divê ev daxwaz bê kirin. Dîsa dibêjim: fermîbûna zimanê Kurdî, bi qasî azadiya Kurd û Kurdistanê girîng e. Ez bawer dikim ku fermîbûna zimanê Kurdî, dê di pêşerojê da bibe bingeha azadiya Kurd û Kurdistanê.
Ramanên di vê nivîsê de yên nivîskarê wê ne; dibe ku bi siyaseta weşanê ya Rastinews re bihev bikin, dibe ku nekin. Rastinews platformeke azad e ku ji ramanên cuda re vekirî ye.
