BIÇE NAVEROKÊ
ROJEV4 DEQE XWENDIN

Remazan Bakur: Dagirkerî û Ziman

Di dîroka cîhanê de dagirkeran her tim zimanê gelên bindest armanc kirine. Ziman qedexe kirine, zimanê xwe ferz kirine. Îro jî li gelek welatan rewş wisa ye.

PARVE BIKE
Remazan Bakur: Dagirkerî û Ziman

RastinewsDi dîroka cîhanê de, dagirkeran her tim zimanê gelên bindest kirine armanc. Wan ziman qedexe kirine. Zimanê xwe bi zorê li ser bindestan ferz kirine. Îro li gelek welatan zimanên çêkirî, zimanên ferzkirî û zimanên xwezayî tevlihev in. Li nav gelek neteweyan, zimanê fermî ne zimanê wan yê xwezayî ye. Hin dewlet pirnetewî ne; tê de zimanên cuda hene. Hin dewletên din jî bi zimanê xwe yê xwezayî dijîn. Mixabin, li hin welatan zimanê fermî hê jî zimanê dagirker û xwînmêjan e. Ev rewşeke dax û xemgîn e. Lê jiyan bi vê neheqî û bêdadiyê didome.

Berî zayînê, li Rojhilata Navîn, dewleta Asûrî pêşî ev qedexe danî. Wê zimanê neteweyên bindest qedexe kir. Neteweyên di bin destê xwe de mişextî kirin. Cih û warên wan ên çand û bawerî girtin, kirin cihên baweriya xwe. Mînak; li Mêrdînê dêra bi navê Dêrûlzahferan heye. Li Şirnexê, li navçeya Hezexê jî dêra bi navê Dêrûlûmur heye (bi zimanê Siryanî: manastira Morgabrîyel). Her du dêr berî zayînê cihên baweriya rojperestan bûn. Ango navendên baweriya Zerdeştî bûn. Li jêrzemîna wan mezel hene, ji bo pêşwaziya spêdeyê ya rojê. Asûriyan di serdema desthilata xwe de ew cih xistin bin navê xwe. Kirin navend û cihên baweriya xwe. Hê jî wekî dêr an manastir tên bikaranîn. Bûne cihên navdar ên tûrîzmê.

Ji wê serdemê heta vê rojê, dagirkeran zimanê welatên dagirkirî qedexe kirine. Zimanê xwe li ser wan ferz kirine. Îro jî dagirkerên welatê me heman tiştî dikin. Zimanê me li me qedexe dikin. Lê bi vê neheqiyê ti zimanên kevn winda nebûne. Ew her li ber xwe dane. Îro jî em ji bo zimanê xwe li ber xwe didin. Li Bakurê Kurdistanê zext û zordarî li ser zimanê me heye. Metirsî jî li ser heye. Lê belê zimanê me namire, dê bimîne. Çimkî zimanê me li çar dewletan û li gelek deverên din ên cîhanê tê axaftin. Bi vî zimanî kar û berhemên wêjeyê û zanistiyê tên kirin.

Ez ê hin mînakan ji van welatan bidim. Li wan welatan ziman ne yê xwe ye. Zimanê fermî, zimanê dagirker û xwînmêjan e. Li piraniya dewletên Afrîkayê zimanên fermî Îngilîzî, Fransî û Portekîzî ne. Dewletên wekî Brîtanya, Fransa û Portekîzê di serdema mêtingerî û kolonyalîzmê de zimanê xwe li ser Afrîkayê ferz kirine. Mînak; li Nîjerya û Ganadayê zimanê fermî Îngilîzî ye. Li Senegalê zimanê fermî Fransî ye. Li Mozambîkê zimanê fermî Portekîzî ye. Lê li van welatan gel hê jî bi zimanê xwe yê resen diaxive. Li Hindîstanê jî zimanê Îngilîzî di fermiyetê de tê bikaranîn.

Li cîhanê zimanên nûjenkirî û çêkirî jî hene. Zimanên nûjenkirî bi piranî zimanên welatên Ewropayê ne. Saziyên ziman li wan welatan xebitîne. Armanc ev bû; zimên sivik û hêsan bikin. Em dikarin ji Rojhilata Navîn du mînakan bidin. Li wê derê, zimanê farisî û zimanê tirkî ji zimanên dewrûberê hatine çêkirin. Zimanê farisî ji sê zimanan hatiye çêkirin; ji Kurdî, Erebî û Tirkmenî. Zimanê tirkî jî wisa ye, ji Kurdî, Erebî û Tirkmenî hatiye çêkirin. Piştî damezrandina dewleta tirk, saziyeke ziman hate avakirin (Türk Dil ve Tarih Kurumu). Vê saziyê li ser ziman xebitî. Tirkiya ku îro tê axaftin, wisa hate çêkirin.

Meriv gava li dîroka wêjeyê dinêre, tiştekî balkêş dibîne. Bi tirkiya îro qet berhemek edebî nehatiye nivîsandin an çapkirin. Di serdema Împaratoriya Osmanî de, di warê wêjeyê de zimanekî cuda hatiye bikaranîn. Nivîskarên wekî Nefî, Nabî û Bakî hemû bi vî zimanî nivîsandine. Îro li Tirkiyeyê jê re dibêjin zimanê Osmanî (Osmanlıca). Xwînerên îroyîn ên Tirkiyeyê ji wî zimanî fam nakin.

Şanaziyeke mezin heye li vir. Em Kurd di serdemên borî de bi zimanê xwe kar û berhemên wêjeyê afirandine. Îro jî em bê dewlet in, lê dîsa jî bi zimanê xwe dinivîsin. Berheman diafirînin, çap dikin. Di nav gelê me de helwesteke baş a parastina ziman heye. Netewperwerên me giranî didin axaftin û parastina Kurdî. Ez bawer dikim, hêvî dikim; zimanê Kurdî dê di pêşerojê de bibe zimanekî fermî.

Ramanên di vê nivîsê de yên nivîskarê wê ne; dibe ku bi siyaseta weşanê ya Rastinews re bihev bikin, dibe ku nekin. Rastinews platformeke azad e ku ji ramanên cuda re vekirî ye.

PARVE BIKE

Şîrove

Şîroveyekê binivîse

NÛÇEYÊN PÊŞ