Peyama Pezeşkiyan ji bo danûstandinan bi Amerîkayê re: «Ne teslîmiyet e»

RastinewsSerokomarê Îranê Mesud Pezeşkiyan derî ji bo danûstandinên bi Amerîkayê re vekirî hişt. Wî got: «Danûstandin ne mana teslîmiyetê ye.» Pezeşkiyan diyar kir ku armanca Tahranê xilaskirina şer, rakirina dorpêçê û azadkirina çavkaniyên astengkirî ye.
Pezeşkiyan di civîna bi navê «Jinên Îro, Îrana Sibê» ya li Tahranê hat lidarxistin de axivî. Wî li ser îhtîmala şer û danûstandinê bi Amerîkayê re daxuyanî da.
Wî got, Îran li hember êrîşan yekîtiya axa xwe diparêze. Lê şer wek armanc nabîne. Pezeşkiyan diyar kir ku di pêvajoya danûstandinê de, welatê wî ê ji berjewendiyên xwe dev bernede.
Pezeşkiyan got: «Em li lûtkeya hêza xwe ne. Em ê gav bi gav, bi zanebûn, rûmet û berjewendiyên xwe ve, li ser rêya danûstandinê bimeşin.»
Wî pêşengiyên danûstandinê jî rêz kirin. Pezeşkiyan got: «Armanca me ev bû ku em şer bidin sekinandin, dorpêçê rakin û çavkaniyên astengkirî azad bikin. Piştre me dixwest em derbasî hevdîtinên nukleerî bibin.»
Pezeşkiyan tekez kir ku rûniştina li ser masaya danûstandinê bi Amerîkayê re, ne mana teslîmiyetê ye. Wî nimûne Çîn nîşan da û got, welat dikarin bi rêya pêşbaziya aborî jî hêza xwe nîşan bidin.
Herwiha Pezeşkiyan li ser parastina welat, xizmeta gel û yekîtiya neteweyî sekinî. Wî got, piştgiriya ku gelê Îranê di vê serdema zehmet de dide, girîng e.
