Li Munîchê polîsan xortekî kurd ê 14 salî yê bi çekek lîstikê ve gule berda

RastinewsLi Munîchê polîsan xortekî mihacirê kurd ê 14 salî bi guleyan birîndar kir
Li taxa Schwabing ya Munîchê, polîsan li xortekî kurd ê 14 salî gule berdan. Sedem ev bû: polîsan çeka wî ya lîstikê wek çekek rastîn dît. Xort giran birîndar bû û li nexweşxaneyê ket emeliyatê. Hat ragihandin ku rewşa wî ya tenduristiyê aram e.
Malbata xort sê sal berê ji Tirkiyeyê hatibû Almanyayê û serî li penaberiyê dabû. Malbat vegotina fermî ya polîsan qebûl nake. Li gorî malbatê, xortî gazî kiribû «Ev lîstik e» û çek avêtibû erdê. Lê dîsa jî hatibû gulebarankirin.
Navenda Kurdan a Munîchê jî piştgiriya vegotina malbatê da. Dozgeriya Munîchê der barê bûyerê de lêpirsîn vekir. Tê lêkolînkirin ka bikaranîna çekê ji aliyê polîsan ve li gorî qanûnê bû an na.
Bûyer roja Sêşemê li taxa Schwabing a bajarê Munîchê qewimî. Di nûçeyên pêşî yên medyayê de hatibû gotin ku polîsan mirovekî bi çek ê bi qasî 20 salî lê xistiye.
Lê di saetên piştre de eşkere bû ku birîndarê giran ê ku ketibû emeliyatê xortekî 14 salî ye û hemwelatiyê Tirkiyeyê ye. Hat ragihandin ku çeka di destê wî de li kolanan digeriya, «tiştekî dişibihe tebançeyek rastîn» bû.
Li gorî agahiyên dawî yên di medyaya Almanî de derketin, tiştê ku polîsan bi fermî wek «tiştekî dişibihe tebançeyek rastîn» binav kiribûn, di rastiyê de çekek lîstikê bû.
Ev cure çek, ji hêla dîtbarî û giranî ve bi tevahî dişibin çekên rastîn. Ew di lîstika bi navê airsoft de tên bikaranîn û tê de gulockên plastîk ên 6 mîlîmetreyî tên avêtin. Navê wan «çeka airsoft» e.
Ev pirs hê ne zelal e: bo çi xortê 14 salî bi çekek dişibihe ya rastîn li kolanan digeriya. Ji aliyê din ve, ev tişt bala mirovan kişand: xort ji beşa jorîn a laşê xwe hat gulebarankirin, û polîs bi malbatê re agahiyên cuda dan der barê bûyerê de.
Polîs çi dibêje?
Li gorî agahiyên ku axaftvanê polîsan parve kirin, roja Sêşemê li dora saet 17:15an, li nêzî rawestgeha Hohenzollernplatz a Munîchê, niştecihekî herêmê telefonî polîsan kir. Wî got kesekî bi çek li kolanan digere û paşê siyarî otobûsa ber bi Kurfürstenplatz ve diçe, bûye.
Axaftvên got, li ser vê îhbarê polîsan bi tîmek 80 kesî tevger da destpêkirin da ku gumanbar bên girtin. Du polîsên sivîl cihê gumanbar destnîşan kirin.
Hat gotin ku polîsan li gumanbarê ku bi keçikek re dimeşiya, hişyarî dan wî ku rawestin. Di vê navberê de gumanbar tiştekî dişibihe çek ji pantorê xwe derxist. Wî tevgerên «wek ku çek tijî bike» kirin. Tevî hişyariya polîsan a ku çek deyne, gumanbar çek bilind kir û berbi her du polîsan zivirî. Ji ber ku çek berbi wan hatibû rakirin, polîsekî gule berda gumanbar.
Emblema li ser cilê fermî yê polîsên Bavyerayê.
Polîsên Bavyerayê di daxuyaniya xwe ya der barê bûyerê de got, polîsê ku gule berdaye, texmîn kiribû çeka di destê xort de ya rastîn e. Wêne: picture-alliance/S. Simon
Li gorî daxuyaniya fermî ya polîsan, heta hatina tîma tenduristiya lezgîn, polîsan alîkariya seretayî da xortî. Tîma embulansê ya gihîşt cihê bûyerê, xortê giran birîndar gihand nexweşxaneyê û ew hat şandin emeliyatê. Di daxuyaniyê de hatibû gotin ku rewşa tenduristiya xort aram e.
Malbat li dijî daxuyaniya polîsan derket
Malbata xort û Navenda Kurdan a Munîchê îdia dikin ku daxuyaniya polîsan ya der barê kêliya bûyerê rastiyê nade der.
Malbatê ji medyaya Almanî re got, xort çend caran gazî kiribû «çeka lîstikê ye» û tişta di destê xwe de avêtibû erdê. Lê tevî vê yekê jî polîsan gule berdabûn.
Malbatê her wiha got, tevî ku xort giran birîndar bû jî, polîsekî bi lingê xwe li ser laşê wî pêya bûye. Wan got polîsan çêr li xort kirine û zincîr li destê wî girê dane.
Li gorî vegotina malbatê, zincîra ku li destê xort hatibû girêdan, bi daxwaza karmendên tenduristiyê yên bi embulansê hatibûn, hatiye rakirin.
Xortê hemwelatiyê Tirkiyeyê kî ye?
Li gorî agahiyên ku polîsan parve kirin, xortê 14 salî yê giran birîndar, kurê malbatekê ye ku sê sal berê ji Tirkiyeyê hatiye Almanyayê û serî li penaberiyê daye.
Hat gotin ku serîlêdana penaberiyê ya malbatê hatiye redkirin û ew li benda derxistina ji welêt in. Herwiha polîsan ragihand ku xortê 14 salî yê xwendekar berê jî ji ber sûcê lêdanê hatibû lêpirsîn.
/DW/
