BIÇE NAVEROKÊ
ROJHILATA NAVÎN1 DEQE XWENDIN

Mesrur Barzanî: Fircokên Îranê ofîsa min û mala rêberê îstîxbaratê hedef girtin

Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrur Barzanî, ji ser hesabê xwe yê X, hedefên êrîşên fircokan ên li Hewlêrê ragihand.

PARVE BIKE
Mesrur Barzanî: Fircokên Îranê ofîsa min û mala rêberê îstîxbaratê hedef girtin

Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrur Barzanî, ji ser hesabê xwe yê X, hedefên êrîşên fircokan ên li Hewlêrê ragihand.

Barzanî behsa lêpirsîna Yekîneya Şerê li Dijî Terorê ya Kurdistanê kir. Wî got:

«Îro bi fircokên Îranê, ofîsa min a taybet û mala Serokê Rêxistina Ewlehî û Îstîxbaratê hedef hatin girtin.»

Barzanî êrîş bi «bêhiş û nayêne qebûlkirin» binav kirin. Wî got:

«Ev tirmandineke xeternak e. Ev gefeke rasterast e li ser ewlehî û aramiya Herêma Kurdistanê.»

Barzanî got, ev êrîş dê wan nedin paşve avêtin. Wî wiha got: «Ev êrîş nikarin me ji cih anîna erkên me û parastina welatiyên me bidin sekinandin.»

PARVE BIKE

Şîrove

Şîroveyekê binivîse

NÛÇEYÊN PÊŞ

    Mesrur Barzanî: Fircokên Îranê ofîsa min û mala rêberê îstîxbaratê hedef girtin — Rastinews