Îdiaya çapemeniya îsraîlî: Îsraîl xwest li armancên girêdayî Tirkiyeyê li Sûriyeyê bixe, Trump asteng kir
Kanala 13ê ya ku bingeha wê Îsraîl e, got Tel Avîvê ji Waşingtonê xwestiye ku li Sûriyeyê êrîşek nû ya leşkerî bike. Lê Serokê Amerîkayê Donald Trump vê carê li dijî vê daxwazê derket.

RastinewsKanala 13ê ya bingeha wê Îsraîl e, ragihand ku rêveberiya Tel Avîvê ji Waşingtonê xwestiye êrîşek nû ya leşkerî li Sûriyeyê bike. Lê wê got Serokê Amerîkaya Yekbûyî Donald Trump vê carê li dijî daxwaza Îsraîlê derket.
Li gorî Kanala 13ê, xalên ku Îsraîl xwest lê bixe, li Sûriyeyê armancên girêdayî Tirkiyeyê bûn.
Di nûçeyê de hat gotin, Serokomarê Tirkiyeyê Recep Tayyip Erdogan di hefteyên dawî de bi erêkirina Serokomar Ahmed Şara re, hewl daye pozîsyona Tirkiyeyê li Sûriyeyê xurt bike. Hat destnîşankirin, ev polîtîka jî erêkirina rêveberiya Trump wergirtiye.
Li gorî çapemeniya îsraîlî, hewldanên Enqereyê yên zêdekirina bandora xwe li ser balafirgeh û embarên sivîl ên Sûriyeyê, di bin çavdêriya Îsraîlê de ne.
Kanala 13ê got, Îsraîl di êrîşên xwe yên berê yên li Sûriyeyê de bi Waşingtonê re hevahengî kiribû. Lê vê carê, berevajî carên berê, Trump daxwaza êrîşa dawî asteng kiriye.
Di nûçeyê de hat gotin, ev pêşketin balê dikişîne ser du xalan:
Kanala 13ê her weha bal kişand ser Peymana Parastina Hevbeş a Mekkeyê, ku di navbera Tirkiye, Erebistana Siûdî û Pakistanê de hatiye îmzekirin. Wê nivîsî ku ev peyman hevsengiyên hêzê yên herêmê guherandiye.
Li gorî peymana ku di 7'ê Tebaxê de hatiye îmzekirin, êrîşa çekdarî ya li ser yek ji van sê welatan, wek êrîşek li ser her sê welatan tê hesibandin.
Kengê Îsraîl daxwaza êrîşê gihandiye Waşingtonê û kîjan armanc hatibûn plankirin ku bêne xistin, ne diyar e.
Ji aliyê makamên Amerîka û Îsraîlê ve, li ser îdiaya Kanala 13ê tu piştrastkirineke fermî nehatiye kirin.
