Hengaw: Li Mahabadê 16 kurdan re bi tevahî 77 sal û 9 meh cezayê girtîgehê hat birîn

RastinewsLi bajarê Mahabadê yê Îranê, di dawiya sala 2024’an de kêmî 16 welatiyên kurd hatibûn desteserkirin. Ji wan re bi tevahî 77 sal û 9 meh cezayê girtîgehê hat birîn.
Li gorî Rêxistina Mafên Mirovan a Hengawê, ev biryar ji aliyê Şaxa 1’ê ya Dadgeha Şoreşê ya Mahabadê ve hat dayîn. Serokatiya dadgehê Dadger Ahad Siami dikir.
16 kes bi sûcên «komkirin û lihevkirina veşartî», «endametiya Partiya Jiyana Azad a Kurdistanê (PJAK)», «propagandaya li dijî dewletê» û çalakiyên medyaya civakî yên ji bo partiyên dijber hatin darizandin.
Li gorî biryara dadgehê, ji Abdullah Houshmand û Abdulrahman Qoveh re her yekî 7 sal û 1 meh, ji 12 kesan re her yekî 5 sal, ji Nazanin Elyasî (Golaleh) re 2 sal û ji Kamal Masoudî re jî 5 meh cezayê girtîgehê hat birîn.
Hengawê ragihand ku van 16 kesan di navbera Cotmeh û Berfanbara 2024’an de li Mahabadê ji aliyê karmendên Wezareta Îstîxbaratê ya Îranê ve hatin desteserkirin. Ji bo lêpirsînê ew birin navenda îstîxbaratê ya li Urmiyeyê.
Li gorî rêxistinê, di dema desteserkirinê de mafê girtiyan yê gihîştina parêzeran, axaftina bi têlefonê û dîtina bi malbatan re hatiye jêbirin.
