Qanûna çarçoveyê ji Meclîsê derbas bû, lê îcra li benda MGK ye

Rastinews🔶 Qanûna «Xurtkirina Yekîtî û Yekbûna Neteweyî» bi 468 dengên «erê» ji TBMM derbas bû.
Lê ji bo ku ev qanûn bi rastî bikeve meriyetê, hê pêvajoyek heye. Divê tespît, teyîd û qonaxa MGK jî biqedin.
Saziyên ewlehiyê wê tespît bikin ka PKK/KCK û pêkhateyên girêdayî «dawî li hebûna xwe ya fiîlî anîne» û çekên xwe teslîm kirine an na. Piştî vê tespîtê, dê MGK jî wê teyîd bike. Dûre biryar dê di Rojnameya Fermî de bê weşandin.
Hevserokeya Giştî ya Partiya DEM Tülay Hatimoğulları bal kişand ser vê qonaxê. Wê got: «Amadekirina rapora MGK û weşandina wê di Rojnameya Fermî de, ji bo derketina qanûnê jî bi qasî derbasbûna qanûnê muhîm e.»
Meclîs heta 1´ê Cotmehê ji bo betlaneyê digire. Tê texmînkirin ku civîna asayî ya din a MGK jî di destpêka Cotmehê de were li dar xistin. Loma çavên siyasî ber bi vê pêvajoya krîtîk a nêzîkî du mehan ve zivirîne, ku dê piştî pejirandina qanûnê dest pê bike.
