BIÇE NAVEROKÊ
CÎHAN2 DEQE XWENDIN

Dadgeha Almanyayê qedexeya derxistina rêveberekî 74-salî yê PKKê ranekir

PARVE BIKE
Dadgeha Almanyayê qedexeya derxistina rêveberekî 74-salî yê PKKê ranekir

RastinewsLi Almanyayê dadgehê qedexeya derxistina welat a rêveberekî bilind yê PKKê ranekir. Ev biryar tevî pêvajoya aştiyê ya di navbera Tirkiye û PKKê de hat dayîn.

Kesê 74-salî di salên 1990î de li Tirkiyeyê rûberûyî cezayê îdamê bûbû. Ji ber vê yekê ew çûbû Almanyayê. Piştî ku Nivîsgeha Federal a Koçberî û Penaberiyê (BAMF) qedexeya derxistina wî betal kir, wî li Dadgeha Îdarî ya Gelsenkirchenê doz vekir.

Di dadgehiya çarşemê de dadweran got: heke ev kes here Tirkiyeyê, dê rûbirû bibe bi tehlûkeyeke mezin a îşkence û mameleya nemirovane. Tê îdiakirin ku ew berê şervanekî PKKê bûye. Herwiha tê gotin ku ew niha jî di nav rêveberiya PKKê de ye. PKK li Almanyayê qedexekirî ye.

Dadweran got, li Tirkiyeyê rewşa mafên mirovan hê jî têrê nake. Bi taybetî ji bo kesên ku tê îdiakirin bi terorê re têkildar in. Loma nayê texmînkirin ku doza wî li gorî standardên dewleta hiqûqê were dîtin.

Dezgeha federal di salona dadgehê de nêrîna xwe guherand

Nûnerê BAMFê nêrîna hiqûqî ya dadgehê û pirsgirêkên tenduristiyê yên giran ên doz-vekirî hesiband. Ji ber vê yekê, berî ku dadgeh biryara xwe eşkere bike, wî qebûl kir ku betalkirina qedexeyê vegerîne. Piştî vê yekê doz hate betalkirin.

Li Tirkiyeyê ev kes bi endametiya PKKê û şeş caran kuştinê tê tawanbarkirin. Wî di sala 1992an de, ji ber tirsa cezayê îdamê, li Almanyayê xwest penaberî. Statûya wî ya parastina penaberiyê paşê hat betalkirin. Lê belê, di 2007an de dadgehekê ji ber tirsa îşkence û mameleya nemirovane li Tirkiyeyê, qedexeyeke derxistinê li ser wî danî.

BAMFê di destpêka vê salê de ragihand ku qedexeya derxistinê hatiye rakirin. Sedem, hilweşandina PKKê û pêvajoya aştiyê ya bi vê re dest pê kiribû.

Dadwer: Peywendiya wî ya bi PKKê re berbiçav e

PKKê di Gulana 2025an de biryara hilweşandinê ragihand. Hin militanên PKKê çek danîn. Rêxistinê ragihand dê ji Tirkiyeyê berbi Bakurê Iraqê ve vekişe.

Meclîsa Mezin a Neteweyî ya Tirkiyeyê (TBMM) di 10ê Tebaxê, roja Duşemê de, qanûnek pejirand. Ev qanûn di bin hin mercan de riya berdana endamên PKKê vedike. Mebest ev e ku pêvajoya aştiyê pêş ve biçe.

PKK niha jî li Tirkiye, Yekîtiya Ewropayê û Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê wek rêxistineke terorîst tê hesibandin.

Serokê Dadgehê Dirk Schäfers di metna biryarê de got: doz-vekirî beşdarî pevçûnan bûye. Ew jî yek ji endamên kevn ên kadroya PKKê ye. Serok destnîşan kir ku pirsa bingehîn ev e: gelo tirsa îşkenceyê li welatê armanc bi awayekî girîng û domdar kêm bûye an na. Li ser vê pirsê, gengaziya betalkirina qedexeyeke derxistinê girêdayî ye.

Serokê Dadgehê Schäfers got, di vê dozê de tu başbûneke wisa nehatiye dîtin. Pêvajoya reforman a li Tirkiyeyê hê di qonaxa destpêkê de ye. Ne diyar e ku ew di salên bên de dê çawa were şekilkirin.

PARVE BIKE

Şîrove

Şîroveyekê binivîse

NÛÇEYÊN PÊŞ

    Dadgeha Almanyayê qedexeya derxistina rêveberekî 74-salî yê PKKê ranekir — Rastinews