Li Amerîka parastina bi hezaran Suriyeyiyan xelas bû: Xetera derxistina welat

RastinewsBiryara Amerîkayê ya betalkirina Statuya Parastina Demkî (TPS) ya bo Suriyeyiyan ket meriyetê.
Bi vê biryarê re parastina demkî ya nêzî 4 hezar Suriyeyiyên di bin banê TPS de xelas bû. Mafên xebatê yên girêdayî vê statuyê jî winda bûn. Ev kes êdî li hember derxistina welat ne parastî ne.
Berê dadgeheke federal biryara hikûmeta Trump rawestandibû. Lê Dadgeha Bilind a Amerîkayê di 25’ê Hezîranê de asteng ji ber Wezareta Ewlekariya Welat rakirin. Bi vî awayî rê li ber betalkirina TPS’ê ya bo Sûriye û Haîtiyê vebû.
TPS ji ber şer, karesatên xwezayî an rewşên awarte, ji kesên nikaribûn bi ewlehî vegerin welatê xwe re mafê jiyan û xebatê yê demkî li Amerîkayê dida.
Suriyeyiyên statuyeke din a qanûnî ya koçberiyê tune, niha bi xetera derxistina welat re rû bi rû ne.
