Nivîsên li ser Narsîzmê-9

RastinewsGirêdayîbûna narsîstî
Narsîstê nûjen xwe rasterast hez nake. Ew tenê hingê xwe hez dike ku bibîne yên din jê hez dikin. Ji ber vê, heyraniya yên din ji bo wî ne luks e, pêwîstî ye. Heyraniya kesekî din dibe delîlê nirxê wî. Eger kesek din wî bixwaze, ew bawer dike hêjayî xwestinê ye. Eger kesek din wî hez bike, ew xwe hezkirî dibîne. Loma narsîstê nûjen, tevî ku dixuye bes e bi xwe, di eslê xwe de bi kûrahî girêdayî ye.
Jêderê nirxê wî ne di hundirê wî de ye, di nêrîna kesên din de ye. Ji ber vê, ew dixwaze her tim were dîtin, were pejirandin, were pesindan. Çimkî gava nêrîna kesên din qut dibe, hesta nirxê wî jî dihejê. Ev rewş paradoksa narsîzmê nîşan dide: Narsîst dibêje pêwîstiya wî bi kesî tune ye. Lê di rastiyê de ew e ê herî zêde pêwîstî bi yên din heye. Ew nirxê yên din kêm dike, lê nirxê xwe tenê bi rêya yên din hîs dike. Ew yên din biçûk dibîne, lê piştrastiya hebûna xwe ji yên din benda dike. Loma narsîzma nûjen, ne nîşana evîneke xurt a li ser xwe ye; nîşana qelsiya evîna li ser xwe ye.
Kes nikare nirxê xwe bide xwe. Loma hewl dide vî nirxî ji yên din deyn bigire. Li vir, hezkirina kesekî din ne temamker e, alîkar e. Narsîstê nûjen hewl dide xwe hez bike — lê ev yek tenê bi çavên yên din pêkan e. Hesta herî diyar a narsîzma nûjen ne temambûn bi xwe ye. Ew neçarbûna xuyabûnê ye. Gava ew nayê dîtin, nayê pejirandin, nayê pesindan, ew tenê xemgîn nabe; ew di heman demê de guman li nirxê hebûna xwe jî dike. Çimkî riya wî ya tenê ku dikare xwe hez bike, ev e: bawerkirin ku kesekî din ew hez dike. Loma narsîzma nûjen ne tenê hezkirina xwe ye; hesta neçarî ya xwe her tim ji nû ve afirandinê ye. Kes êdî tenê li xwe nanêre; xwe çêdike. Û dibe belkî cara yekem, ew hem çêker e hem jî berhema hebûna xwe ye.
Her kes bi domdarî narsîst pesend bike jî, pirsgirêka wî çareser nabe. Çimkî di kûrahiyê de hesta ne-hêjayî-hezkirinê serdest e. Bi kurtî, narsîst bi pesindanê têr nabe.
Aqilê narsîstî
Li vir divê behsa têgehek din jî bê kirin: aqilê narsîstî. Kesên xwedî avahiya narsîstî pir caran zû aliyên qels ên yên din pê dihesin. Ew di hîskirina hewcedarî, tirs û qelsiyên mirovan de master in. Ew bi gelemperî vê hîskirinê bi kar tînin da ku cîgeha xwe xurt bikin. Loma aqilê narsîstî ne tenê bi bilindkirina xwe ve girêdayî ye; ew di heman demê de bi xwendina derdorê û bikaranîna vê xwendinê ve jî girêdayî ye. Narsîst zû fêm dike kê çi hewce dike, kî ji ku ve tê bandorkirin û kîjan rewş dikare bi berjewendiya wî ve bê zivirandin.
Lê li vir pêwîst e cudahiyek were kirin: cudahiya di navbera aqil û aqilê beşî de. Aqil kapasîteyeke pirwate ye. Li hember vê, hin mirov di hin waran de gelekî tûj û serkeftî ne. Lê ew nikarin vê jêhatiyê bibin warên din ên jiyanê. Serkeftina goştfiroşek an bazirganek di warê xwe de, nayê wê wateyê ku ew di hemû jiyanê de heman jêhatî ye. Em bi zimanê rojane hin kesan ‘jîr’ an ‘gelekî zîrek’ bi nav dikin. Ew bi rastî xwedî vî cureyê aqilê beşî ne. Aqilê narsîstî jî pir caran ji vî cureyî ye. Kes di naskirina hewcedariyên xwe yên narsîstî de, di xwedîkirin û domandina wan de jêhatiyeke bilind heye. Lê ev jêhatî bi gelemperî nagihîje avakirina têkiliya du-alî, pêşxistina empatiyê an avakirina têkiliyeke rastîn. Loma aqilê narsîstî, ji jêhatiyeke giştî ya hişî bêtir, kapasîteyeke teng e. Ev kapasîte ji bo armancekê taybet e — têrkirina narsîzma xwe. Kes dikare di vî warî de gelekî serkeftî be. Lê ev serkeftin nayê wateya kemaliyeke tevahî.
Di vê çarçoveyê de hin kesayetiyên siyasî balkêş in. Ji bo navên wek Erdogan, Trump û Orban, ne her tim diyar bû ku ew ê berî desthilatdariyê bigihin vê pileya bihêz. Lê van aktoran jêhatîbûn nîşan da ku her derfetek zû bikin hêmaneke hêzê. Faktora diyarker li vir ne tenê şert û mercên siyasî ne; jêhatîbûna xwendina van şertan û bikaranîna wan bi berjewendiya xwe ye. Aqilê narsîstî, bi vî wateyî, kapasîteya naskirina qelsiyan, dîtina valahiyan û bikaranîna van valahiyan ji bo hêzê ye. Lê ev aqil sînorek wî heye: Ev bikaranîn bi gelemperî ne ji bo avakirina têkiliyê ye, ji bo avakirina serdestiyê ye. Loma aqilê narsîstî dikare balkêş be; lê têkiliyeke rastîn çênake.
Li vir şaşnasînek jî derdikeve holê. Aqilê narsîstî û serkeftina ku ev aqil çêdike, pir caran wek karîzma tê fêmkirin. Narsîst zû qelsiyên yên din digre, rewşê digerîne bi berjewendiya xwe û xwe bi awayekî bihêz pêşkêş dike. Ji derve, ev yek wêneyekî tevahî û balkêş çêdike. Ev bandor, nemaze li ba girseyan, wek ‘rêberiya karîzmatîk’ tê xwendin. Di vê çarçoveyê de, kesên wek Erdogan û Trump ji aliyê alîgirên xwe ve pir caran wek ‘rêberên karîzmatîk’ tên binavkirin. Lê li vir karîzma û awayê xebitandina narsîstî tevlihev bûne. Van aktoran qelsiyên civakî, hêrs, tirs û hêviyan zû xwendine; wan ev hest li gorî berjewendiya xwe rêxistin kirine. Ji derve, ev kapasîte wek karîzma xuya dike. Lê ev bandor pir caran ne ji kapasîteya avakirina têkiliyeke rastîn tê; ji jêhatiya rêvebirin, tîjkirin û bandorkirinê tê. Alîgir vê serkeftinê, vê hêza xuya û vê bandorê wek karîzma bi nav dikin. Çimkî encam eşkere ye: hêz zêde dibe, bandor berfireh dibe. Lê tişta ku ji ber çav direve ev e: Karîzma têkiliya du-alî û bawerî çêdike. Bandora narsîstî heta radeyekê girêdayîbûn û heyranî çêdike. Loma bandora aqilê narsîstî wek karîzma xuya dike, lê ne heman tişt e.
Fenda narsîst…
Axaftinên balkonê yên ku AKP piştî hilbijartinan li dar dixe, bûne cureyek rîtûel. Di nêrîna yekem de, ev kêlî mîna şahiya wan kesên biserketî xuya dikin. Lê gava meriv baş lê binêre, di van sehneyan de her tim şahiyeke paqij tune. Kîn, hêrs û dijminahî… Piştî serkeftinek rastîn, di şahiyê de bi gelemperî rehetî, aramî û baweriya bi xwe heye. Kes ji serketina xwe bawer e; ne hewceyî nîşandana wê ya dubarekirî ye. Ew dikare ji bo êşa yên têkçûyî empatiyê nîşan bide. Li hember vê, di hin kêliyên serfiraziyê de hestek din serdest dibe: tîjbûn, herikandin û hêrseke tîj. Weke ku ne pîrozbahiya tiştekî hatî bidestxistin be, lê danasîna wê ya dubare pêwîst be. Kesên biserketî, mîna ku serketina xwe li xwe îspat dikin… Serketin ne tenê tê jiyîn. Bi ragihandina dubare, meriv hewl dide wê bike beşek ji xwe. Loma van civînan ne tenê îfadeya şahiyekê ne; ew di heman demê de deverek hestî ya girtî û sînordar çêdikin. Sînorên vê deverê bi pirsek pir sade têne dîtin: Ma hûn dikarin bi sembolên ku muxalefeta we ya eşkere nîşan didin, têkevin nav vê girseyê? Bersiv ne dijwar e. Çimkî li vir ne tenê pîrozbahî heye; di heman demê de tîjbûnek ku ê cuda dixe der jî heye.
Ji bo vê rewşê meriv fêm bike, divê li têkiliyên hêzê binêre. Carinan hêza aborî di destekî de kom dibe. Medya bi giranî tê kontrolkirin. Dijber di bin zextê de dimînin. Carinan ew rastî ceza jî tên. Di derdoreke wisa de serkeftin çêdibin. Lê ev serkeftin mîna serkeftinên di şert û mercên wekhev de nayên jiyîn. Di têkiliyeke hêzê ya nawekhev de, serkeftin baweriyeke temam nade kesê. Ne jî rihetiyekê dide. Çimkî li vir ne tenê encama pêşbaziyekê heye. Ji destpêkê ve zemîn jî ne wekhev e. Ji ber vê yekê alîyê serkeftî, her çend bi xuyanî bihêz be jî, serkeftina xwe bi tevahî nikare bijî. Serkeftin ne ewlehiyeke hundirîn çêdike. Divê her tim ji derve ve, careke din were îlankirin. Li vir avahiya narsîstî derdikeve holê. Her serkeftina ne rastîn, di hundir de valahiyekê dihêle. Ev valahî ne bi kêfxweşiyê, lê bi nîşandana berdewam tê dagirtin. Pîrozbahî ne ji bo parvekirinê ye. Ew ji bo veşartina kêmasî an fêlbaziyê tê kirin. Lê tişta ku tê veşartin winda nabe. Berevajî, bi her îlanek nû re kûrtir dibe. Bi vî awayî çerxa narsîstî ji nû ve ava dibe. Bi tena serê xwe serkeftin gelek caran têrê nake. Piştî wê, hewceyiya nîşandanê derdikeve holê. Nîşandan têrbûneke demkurt dide. Lê ev têrbûn ne domdar e. Çimkî kêmasiya hundir nehatiye rakirin. Dema ev kêmasî dîsa tê hîskirin, kes an kom dîsa berbi nîşandanê ve diçe. Bi vî awayî pêvajo xwe dubare dike. Serkeftin bi nîşandanê tê piştgirîkirin. Nîşandan têrbûneke demkurt çêdike. Dema têrbûn diqede, kêmasiya hundirîn derdikeve holê. Ev kêmasî hewceyiya nîşandanek nû çêdike. Heta ku ev çerx neşkê, ne serkeftin rastîn e, ne jî kêfxweşî cîhê xwe dibîne.
Ez di terapiya zarokan de me. Em lîstikê dilîzin. Zarok serdikeve. Carinan terapîst, dê an bav bi zanebûn têk diçin. Armanc ev e ku baweriya zarok bi xwe zêde bibe. Ew hewl didin têkçûna xwe nîşan nedin. Ev têkçûneke pedagojîk e. Lê lîstikên wisa di rastiyê de sifir in. Zarok li vir serkeftineke rastîn bi dest naxe. Dema zarok di tawlê de serdikeve, ew bi giranî tenê kêfa gotina "min bir" distîne. Ev kêfxweşiyeke rûyî ye. Kêfxweşiya rastîn ji hevrûbûna hêzên wekhev derdikeve. Meriv dema hevrikekî xwe yê nêzîk têk dibe, kêfxweş dibe. Çimkî ew serkeftin hêza meriv bi xwe piştrast dike.
Di lîstikeke ku hêz ne wekhev in de, kêfxweşî kêm dimîne. Gava mezinek di bezê de zarokekî sê-çar salî derbas dike, ev ji bo yê serkeftî ne serkeftineke wateydar e. Ji bo yê têkçûyî jî ne windahiyeke kûr e. Tişta kêfxweşiyê pêkan dike ev e: divê îhtîmala serkeftinê ji bo her du alî jî rastîn be. Em di terapiyê de lîstikê didomînin. Vê carê zarok fêlbazî dike. Û min têk dibe. Lê serkeftina bi fêlê ne serkeftineke rastîn e. Yên ku bi fêlê serdikevin, tu carî bi baweriyeke tam kêfxweş nabin. Çimkî ew nizanin bi rastî dikarin bi hêza xwe serkevin an na. Ji ber vê yekê fêl ne tenê amûreke serkeftinê ye. Ew nîşana bêbaweriyekê jî ye. Kes ji ber ku nikare îhtîmala têkçûnê qebûl bike, divê her tim serkeve. Lê ev hal a "her tim serkeftin divê", wateya serkeftinê vala dike. Li vir avahiya narsîstî eşkere dibe. Narsîst mîna zarokên fêlbaz in. Dema serdikevin, nikarin kêfxweş bibin. Çimkî serkeftina wan ne rastîn e. Di têkiliyê de rûbirûbûneke rastîn tune. Ew tim hewl didin tiştekî îspat bikin, lê tu carî bi rastî qanih nabin. Narsîzm mîna cîwîtina sakîzê ye. Meriv çi qas bicîwî jî, birçîbûn naqede. Berevajî, her cîwîtin wê ji nû ve çêdike. Ji ber vê yekê serkeftina narsîstî têrbûnê çênake. Ew tenê kêmasiyê veşartî dihêle. Ew wê kûrtir dike. Çimkî her serkeftina ne rastîn, di hundir de kêmasiyekê dihêle. Û ev kêmasî pir caran wek şermê vedigere. Kes li şûna ku bi vê şermê re rûbirû bibe, dixwaze zêdetir serkeve, zêdetir nîşan bide, zêdetir îspat bike. Lê her serkeftina nû, ya berê betal dike. Heta ev çerx neşkê, ne serkeftin rastîn e, ne jî kêfxweşî.
Ramanên di vê nivîsê de yên nivîskarê wê ne; dibe ku bi siyaseta weşanê ya Rastinews re bihev bikin, dibe ku nekin. Rastinews platformeke azad e ku ji ramanên cuda re vekirî ye.
