BIÇE NAVEROKÊ
ROJEV5 DEQE XWENDIN

Ziman û Seqetî

Ez her tim dixwazim li ser mijarên cuda binivîsim. Lê ji bo zindîkirin û geşkirina zimanê kurdî, ez bi israr bi kurdî dinivîsim.

PARVE BIKE
Ziman û Seqetî

RastinewsEz her tim dixwazim li ser mijarên cuda binivîsim. Li ser rojevê, li ser bûyerên dawî yên Kurdistanê, Rojhilata Navîn û cîhanê. Lê ji bo zindîkirin û geşkirina ziman, mijara nivîsên min her ziman e. Çimkî li Bakurê Kurdistanê piraniya rewşenbîran bi tirkî dinivîsin. Gelek nivîskar û rewşenbîrên kurd hene. Ew pirtûkên xwe yên li ser dîrok û serboriyên dîrokî bi tirkî dinivîsin. Gelek Kurd kovar û rojnameyan bi tirkî diweşînin. Kurdên di medyaya civakî de çalak in jî bi piranî bi tirkî dinivîsin û parve dikin. Mixabin di nav hemû weşan û parvekirinan de, beşa kurdî belkî ji sedî deh e. Ji ber vê yekê ez bi israr bi kurdî dinivîsim, dê wisa jî bidomînim.

Di nav gelê me de gelek welatparêz hene ku bi kurdî naaxivin. Ger hewl bidin bi kurdî biaxivin jî, ferhenga di hişê wan de têrê nake. Nikarin daxwaza dilê xwe bi kurdî bibêjin. Ji ber vê yekê dev ji kurdî berdidin, bi tirkî diaxivin. Dema em hev fêm nekin, em nikarin di welatparêziyê û di daxwaza mafan de bibin yek. Ger em bi zimanê xwe hev fêm nekin, em nikarin hişmendiya netewî pêş bixin. Wê demê ferqa me û ya rewşenbîrên biyanî yên behsa Kurdan dikin çi ye? Netewebûn û avabûna welat li ser bingeha ziman pêk tê.

Dema ez zimanê kurdî û zimanên biyanî didim ber hev, ez tiştekî dibînim. Çi ji kûrahiya wateyê, çi ji dewlemendiya peyvan. Bi kurdî mirov dikare mijarekê bêyî mecaz, bi zelalî û bi xweşî vebêje. Hin peyv û navên kurdî di zimanên biyanî de tune ne. Ji ber vê yekê jî dewlemendiya zimanê kurdî bêtir diyar dibe. Min di nivîsa xwe ya berê de çend mînak dabûn. Ji ber vê yekê ez ê li vir dîsa mînakan nedim, da ku nivîs dirêj nebe.

Mixabin gelek rewşenbîr û nivîskarên me yên welatparêz, zimanê kurdî baş nizanin. Dema pirtûkan bi kurdî dinivîsin, li ber ferhengê dinivîsin. Bi hişmendiya tirkî difikirin. Ji ber vê yekê zimanekî hişk û zorkirî derdikeve holê. Xwîner di têgihiştinê de zehmetiyê dikişînin. Loma jî xwendina kurdî û wêjeya kurdî pêş nakevin. Pirtûkên kurdî kêm têne xwendin. Lê hejmareke kêm a rewşenbîr û nivîskarên kurd hene ku bi zimên serwext in. Pirtûkên wan bi rihetî têne xwendin, mijar baş tê fehmkirin. Ez dikarim bibêjim: çi ji aliyê vehûnana mijarê, çi ji aliyê vegotinê ve. Pirtûkên wan bi tama zimanê kurdî ne.

Gelek kes dibêjin divê em bi zimanê dijberên xwe biaxivin. Da ku ew bizanin em çi dibêjin. Divê em bi zimanê wan binivîsin û parve bikin jî. Lê bawerî ya min ne wisa ye. Min heta niha ji bo tu kovar, rojname an malperê medya civakî bi zimanekî din nenivîsiye, ji bilî kurdî. Ez her dem dibêjim: kesên bixwazin axaftin û nivîsên me fêm bikin, dê bi zimanê xwe jî fêm bikin. Lê kesên naxwazin fêm bikin, em bi zimanê wan jî binivîsin, dîsa fêm nakin. Fêmkirin bi hezkirin û xwestinê pêk tê. Ger hezkirin û xwestin tune be, fêmkirin jî çênabe.

Di parastina ziman de rola huner û wêjeyê gelek mezin e. Di van salên dawî de hunermendan rola xwe baş bi cih anîne. Medya civakî jî girîng e. Lê ew bê serperiştî û bê kontrol e. Ji ber vê yekê rola xwe bi tevahî bi cih nayîne. Di warê wêjeyê de, ji nîvê zêdetir pirtûkên li ser Kurdan, Kurdistanê û serpêhatiyên kurdan bi tirkî hatine nivîsandin. Dibe ku nifşê me yê nû di warê dîrokê de sûdê ji van pirtûkan wergire. Lê ev pirtûk nifşê nû ji zimanê kurdî dûr dixin. Ev şaşiyeke mezin e. Kurd ji pirtûkên kurdî bêtir pirtûkên tirkî dixwînin.

Di warê wergerê de em gelek li paş mane. Nivîskar û rewşenbîrên me li ser zimanê kurdî hewl û bizavên xwe didomînin. Lê Kurd tenê pirtûkên rewşenbîrên kurd naxwînin. Ew wêjeya neteweyên din ên cîhanê jî dixwînin. Ji ber vê yekê divê karê wergerê li cem me xurttir bibe. Divê pirtûkên wêjeya neteweyên cîhanê werin wergerandin zimanê kurdî. Bi vî awayî, nifşê me yê nû ji bo xwendina wêjeya cîhanê êdî pêwîstî bi zimanê dagirkeran nabîne. Divê pêwîstiya zimanê dagirkeran bi vî awayî were asteng kirin. Di vê serdemê de erkeke mezin dikeve ser milê diyaspora kurd. Diyaspora kurd dikare vî karî bi serkeftî pêk bîne.

Heta niha min sê roman bi kurdî nivîsandine û dane çapkirin. Ya yekem «Enfala Jiyanê» ye, ya duyem «Leyla Tîyarî» ye, ya sêyem jî «Kole Simayîl» e. Ya çaremîn, bi navê «Heşt Meh û Sê Demsal», hê di destê min de ye. Ew hê nehatiye xilaskirin. Ez ji bo çapkirina wê dixebitim. Gelek nas û rewşenbîrên tirk gotine ku dixwazin pirtûkên min bixwînin. Ji min xwestine ez wan wergerînim tirkî. Lê min nexwestiye wan wergerînim tirkî. Ez dizanim, heke ez wan wergerînim jî, Kurd dê dîsa bi tirkî bixwînin. Ji tirkên ku wê bixwînin, hin dê bibin rewşenbîr, hin jî bibin demokrat.

Heke ez wergera xwe bikim tirkî, ez ê xwe wek tawanbarekî hîs bikim. Ez ê xwe ji erk û armancên xwe dûrketî hîs bikim. Ev wergerandin tu feyde nade erkê min ê bingehîn. Ez dixwazim ku pirtûkên cîhanê werin wergerandin kurdî. Lê ez nexwazim ku ez ji bo zimanê dagirkeran wergerê bikim. Ev çend sal in ez ji bo zimanê kurdî dixebitim. Êdî ez ê çawa berjewendiyên xwe bixim pêşiya doza xwe? Ez ê çawa dev ji erkê xwe berdim?

Hêvî dikim êdî gelê me yê kurd di warê netewatiyê û netewebûnê de kûr û dûr bifikire. Hêvî dikim rêxistinên me yên kurdan baş li ser karê xwe bifikirin û bixebitin. Bila welatê me Kurdistan, netewebûna gelê kurd û zimanê me yê kurdî bibin armancên me yên hevbeş. Bila em ber bi pêşerojeke geş ve herin.

Ramanên di vê nivîsê de yên nivîskarê wê ne; dibe ku bi siyaseta weşanê ya Rastinews re bihev bikin, dibe ku nekin. Rastinews platformeke azad e ku ji ramanên cuda re vekirî ye.

PARVE BIKE

Şîrove

Şîroveyekê binivîse

NÛÇEYÊN PÊŞ

    Ziman û Seqetî — Rastinews