BIÇE NAVEROKÊ
ROJEV4 DEQE XWENDIN

Remazan Bakur: Ziman û Rewşenbîr

PARVE BIKE
Remazan Bakur: Ziman û Rewşenbîr

RastinewsDi kûrahiya dîrokê de, hemû rewşenbîrên cîhanê karên xwe bi zimanê xwe kirine. Wan berhem afirandine û çap kirine. Pêşî di nav gelê xwe de bi nav û deng bûne. Paşê navê wan li cîhanê belav bûye. Berhemên wan ji bo gelek zimanan hatine wergerandin. Lê rewşenbîrên ku karê xwe ne bi zimanê xwe kirine jî hene. Ew bi qasî tiliyên destan kêm in.

Ji bo rewşenbîrên ku karê xwe ne bi zimanê xwe kirine, sedem hene. Hinek di zarokatiya xwe de mihacir bûne. Ew fêrî zimanên biyanî bûne. Ya jî dê-bavên wan mihacir bûne. Wan perwerdeya bi zimanê xwe nedîtiye. Ji ber vê yekê ew fêrî zimanê xwe nebûne. Loma wan berhemên xwe bi zimanê welat an neteweya ku tê de jiyan kirine, afirandine. Ez ê çend mînakan ji jiyana van rewşenbîran bidim. Ew kesên ku ne bi zimanê xwe, bi zimanekî biyanî berhem afirandine.

Amîn Maalouf mînakek e. Ew bi eslê xwe rewşenbîrekî erebê Lubnanê ye. Ji ber şerê navxweyî yê Lubnanê koçî Fransayê kiriye. Jiyana xwe li Fransayê derbas kiriye. Berhemên xwe bi fransî nivîsandine û çap kirine. Joseph Conrad jî mînakek e. Ew bi eslê xwe rewşenbîrekî Polendî ye. Jiyana xwe bi mihaciriyê û deryavaniyê derbas kiriye. Berhemên xwe bi îngilîzî nivîsandine û çap kirine. Milan Kundera jî mînakek e. Ew bi eslê xwe rewşenbîrekî Çekyayê ye. Ji ber zordestiya komunîstan ji Çekyayê reviyaye Fransayê. Li Fransayê jiyaye û temenê xwe li wir derbas kiriye. Berhemên xwe bi fransî nivîsandine û çap kirine.

Em dikarin çend mînakên din jî lê zêde bikin. Lê ew ne pir in. Eger kesek bixwaze rewşenbîriyê bike, divê bi zimanê xwe karê xwe bike. Pêşî divê bibe rewşenbîrê welatê xwe. Paşê dikare bibe yê cîhanê. Mezinên me gotine: «Kesê bi kêrî xwe neyê, bi kêrî kesî nayê.» Bi heman wateyê mezinên me gotine: berî her tiştî ji bo xwe. Paşê ji bo malbata xwe. Dûre jî ji bo gelê xwe. Mixabin em îro dibînin ku ji nîvê zêdetir rewşenbîrên kurd berhemên xwe bi zimanê dagirkeran dinivîsin. Eger rewşenbîr û siyasetmedarên kurdan bi zimanê xwe nenivîsin, ev malxirabiyeke mezin e. Ev tê wateya ku ew bi destên xwe mala xwe xera dikin.

Cara yekê di meha Adarê, sala 2012an de, li Amedê konferansek li ser zimanê kurdî hatibû lidarxistin. Wê demê min dest bi nivîsandina berhemên xwe kiribû. Min ji bo çapkirinê li weşanxaneyekê digeriya. Ez çûme Amedê. Min xwest beşdarî konferansê bibim. Konferans li avahiya şaredariya mezin a Amedê bû. Dema ez gihîştim wê derê, min dît ku hin kes û xortên Zanîngeha Dîcleyê amadekariya konferansê dikin. Li ber her maseyekê çend xort rûniştibûn. Ew xort bi tirkî diaxivîn. Min li afîş û belavokan nêrî. Hemû bi tirkî hatibûn nivîsandin. Ez pir aciz bûm. Min avahiya şaredariyê berda û beşdarî konferansê nebûm.

Hefteyekê piştî konferansê, min li malpera Nefelê nêrî. Rojnamevan Samî Ergoşî nivîsarek li ser konferansê nivîsandibû. Wî behsa bajarê Amedê û kurdperweriya xelkê bakur kiribû. Xala balkêş a nivîsê ev bû: li bakurê Kurdistanê kurdperweriyek bi tirkî heye. Li wir kurd kurdîtiya xwe bi tirkî dikin. Ez pir kêfxweş bûm bi rexneya wî.

Îro jî em dibînin ku rewş eynî ye. Rewşenbîr berhemên xwe bi tirkî çap dikin. Rojnamevanî bi tirkî tê kirin. Li ser medya civakî jî kar û xebat bi tirkî ne. Siyasetmedar siyasetê bi tirkî dikin. Dayikên vê serdemê li malê bi zarokên xwe re bi tirkî diaxivin. Dema mirov vê rewşê dibîne, mirov ji bo zimanê kurdî dikeve nav xof û fikaran.

Van rojên borî ez beşdarî Pêşangeha Pirtûkan a bajarê Wanê bûm. Rewşenbîr û siyasetmedaran gotûbêjên xwe bi tirkî pêşkêş dikirin. Ji ber vê yekê ez beşdarî gotûbêjan nebûm. Min ji gelek rewşenbîran re got: «Amed û Wan du bajarên mezin ên Kurdistanê ne. Heke hûn li wir jî gotûbêjên xwe bi kurdî nekin, hûn ê li ku derê bikin? Hûn ê kengî bikin?»

Ji ber van sedeman banga min ev e. Hêvî dikim her kes bi hesasiyet li ser vê pirsgirêka mezin bisekine. Wekî din, li bakurê Kurdistanê paşeroja zimanê kurdî dê bikeve xetereke mezin.

Dîsa dibêjim: ez nivîsên xwe dirêj nakim, da ku bêhna we xwendevanan teng nekim. Dibe ku di nivîsandinê de bêagahî çend xeletî çêbibin. Ji xwendevanan lêborînê dixwazim.

Ramanên di vê nivîsê de yên nivîskarê wê ne; dibe ku bi siyaseta weşanê ya Rastinews re bihev bikin, dibe ku nekin. Rastinews platformeke azad e ku ji ramanên cuda re vekirî ye.

PARVE BIKE

Şîrove

Şîroveyekê binivîse

NÛÇEYÊN PÊŞ