Remazan Bakur: Ziman û Dayîk
Mirovbûn û ziman bi dayîkê dest pê dike. Parastin û perwerdehiya zarokan jî bi dayîkê ve girêdayî ye. Ji bo zarokan, hembêza dayîkê cihê herî ewle ye.

RastinewsMirovahî bi dayîkê dest pê kiriye. Ev yek ji destpêka jiyanê wisa bûye. Ne tenê ziman, mirovbûn jî bi dayîkê pêk tê. Parastin û perwerdehî jî bi dayîkê dest pê dike. Ji bo zarokên mirovan, cihê herî ewle hembêza dayîkê ye. Ji bo ferxên hemû candaran jî heman tişt derbasdar e. Gelo em çima dibêjin «zimanê dayîkê»? Em vê yekê bi du awayan şirove dikin. Ya yekê, ew zimanê ku meriv pê ji dayîkê fêr dibe ye. Ya duyan jî, wateya wê ya tirkî ye: «ana dil», ango zimanê bingehîn. Her dayîkek dikare zimanekî cuda bizanibe. Lê belê, bav û kalên me qet negotine «zimanê dayîkê». Di nava me Kurdan de, her tim tenê «ziman» û «eziman» hatiye gotin.
Bi taybetî van salên dawî, rewşek balkêş çêbûye. Di wêje û çapemeniya Kurdî de, kesên ku ne pispor in di ziman de, dest avêtine Kurdî. Ev kesan peyvên nû li gorî wateya tirkî çêkirine. Kurdî bi van peyvan hatiye dagirtin. Gava peyveke Kurdî nizanîbûn, li şûna wê peyveke nû ava kirine, li gorî wateya tirkî. Paşê jî pê re hevok ava kirine. Ev rewş bi taybetî bi rojnameya Azadiya Welat dest pê kir. Paşê bi televizyonên Kurdî, bi medyaya dîjîtal û bi medyaya civakî berdewam kir. Pergal û saziyeke çavdêr û kontrolker tune bû. Ji ber vê yekê, van amûran zimanekî çêkirî û çewt xistin nav gelê me. Ev zimanê çêkirî bûye jehr ji bo nifşê me yê nû.
«Zimanê dayîkê» jî yek ji wan peyvên çêkirî ye. Gelek peyvên bi vî rengî ketine zimanê me û cih girtine. Em Kurd xwedanê pênc zaravayan in. Divê zimanekî hevbeş ji van pênc zaravayan peyda bibe. Ev mijareke din e, ez wê her tim tînim ziman. Lê mijara min li vir «zimanê dayîkê» ye. Dibe ku em vê peyvê bi wateya «zimanê ku meriv pê ji dayîkê fêr dibe» bi kar bînin.
Zimanê zarokan û ê nifşê nû, bê guman zimanê dayîkê ye. Dayîk bi çi zimanî biaxive, zarok bi wî zimanî fêr dibe. Jiyan bi wî zimanî di hişê zarokî de watedar dibe. Tora civaka wî zarokî jî bi wî zimanî ava dibe. Ferhenga wî zimanî hişê zarokî dagir dike. Zanyarên perwerdehiyê dibêjin: temenê fêrbûnê yê herî girîng, ji dayikbûnê heta mezinbûnê ye. Ev temen bi dayîkê ve girêdayî ye. Di vî temenî de bandora herî mezin a li ser zarokan, ya dayîkê ye. Zarok ji nifşê bavan e, lê perwerde û parastina wî bi dayîkê ye. Nifşê nû şahkariya dayîkan e.
Zarok gava di wî temenî de fêrî ziman dibin, fêrî bingeh û rehê ziman jî dibin. Kal û pîrên me gotine: «Yê li şîr girtî, li şûnwar dihêle.» Ev gotina pêşiyan pir watedar e. Bi kurtasî tê wateya ku tiştê zarokê şîrxwer pê fêr dibe, heta mirinê pê re dimîne. Ji ber vê yekê, fêrbûna di temenê zarokatiyê de, endametiya mirov a netewekê diyar dike. Zarok bi ruh, bi hiş û bi hestên xwe, dibe kesek ji netewe û civaka xwe.
Dayîkên me berê ji xeynî Kurdî zimanekî din nizanibûn. Em bi wî zimanî bûne endamên neteweya xwe. Lê dayîkên vê serdemê hemû tirkî dizanin. Eger dayîk bi zimanê dagirkeran bi zarokên xwe re biaxive, ev xwekuştin e. Ev, mala xwe bi destê xwe xera kirin e. Zarokê ku bi zimanê dagirkeran mezin dibe, xwe kesek ji civaka xwe hîs nake. Ew xwe di civaka xwe de biyanî hîs dike. Hesta netewatiyê li ba van zarokan qels dibe. Netewe bi kesên hesta wan a netewatiyê lawaz be, ava nabe.
Mixabin li Bakurê Kurdistanê rewş metirsîdar e. Êdî ne tenê li bajaran, li navçe û gundan jî dayîk bi tirkî bi zarokên xwe re diaxivin. Ev nîşana xeterek mezin e. Heke wisa berdewam bike, di nifşekî din de zimanê Kurdî li Bakur namîne. Windabûna zimên, windabûna netewatiyê ye.
Ez ji bo zimanê xwe nabêjim «zimanê dayîkê», ez dibêjim zimanê Kurdî. Çimkî zimanê her dayîkeke Kurd, ne bi mecbûrî Kurdî ye. Zimanê nifşê me yê nû, zimanê dayîkan e. Lê mixabin dayîkên îro ne wek dayîkên berê ne. Heke zimanê dayîkê Kurdî be, netewatî ava dibe. Heke zimanê dayîkê ne Kurdî be, netewatî wenda dibe.
Hêvî dikim her dayîkeke Kurd bi zimanê Kurdî bi zarokên xwe re biaxive. Bila ev şîret di guhê her kesî de bimîne. Bila her dayîkeke Kurd vê şîretê bibihîze. Bila nifşê me yê nû bi resenatiya neteweya xwe serbilind be. Bila ew bi çand û ferhenga xwe pêşve here.
Ramanên di vê nivîsê de yên nivîskarê wê ne; dibe ku bi siyaseta weşanê ya Rastinews re bihev bikin, dibe ku nekin. Rastinews platformeke azad e ku ji ramanên cuda re vekirî ye.
