BIÇE NAVEROKÊ
ROJEV5 DEQE XWENDIN

Zimanê Hevbeş

PARVE BIKE
Zimanê Hevbeş

RastinewsZimanê hevbeş, zimanê ku hemû endamên neteweyekê jê fêm dikin e. Gelê Kurd xwedanê zimanekî bi pênc zaravayan e. Ev zarava ev in: Kirmancî, Zazakî (Kirmanckî), Soranî (an jî Goranî), Lekî (an jî Hewramî) û Lorî (an jî Kelhorî). Ji bilî van zaravayan, gelek devok jî hene. Mixabin, ji ber vê cudahiya zaravayan û pirbûna devokên herêmî, Kurd hevdu fêm nakin. Ji ber vê yekê ziman ji bo me hewce ye, mîna nan û avê.

Bê guman, dema em behsa zimanekî hevbeş dikin, em navêjin zarava û devokên xwe alîkî. Zarava û devok dewlemendiya zimanê me ne. Her zaravayek bi peyvên xwe zimanê me dewlemend dike. Hin peyv di hemû zaravayan de nayên bikaranîn. Peyva ku di zaravayekî de heye, dibe ku di ya din de tune be. Bi taybetî di huner de dewlemendiya zimanê me xuya dike. Miqam û newayên Şarezûr, Baban, Erdelan, Hewraman, Behdinan û Serhedê, her yek bandoreke cuda li meriv dike. Heman tişt ji bo Dêrsim, Koçgirî, Semsûr û Meraşê jî derbas dibe. Ziman bi van herêm û zaravayan, rengînî dide çanda me.

Lê mixabin, ev yek ji bo têgihiştinê asteng çêdike. Gava gelekî zimanekî hevbeş tune be, hişmendî û hesasiyeta wî ya netewî jî tune dibe. Têgihiştin kilîla hişmendî û hesasiyeta netewî ye. Ji ber vê yekê em hewceyî zimanekî hevbeş in. Astengiyeke din jî heye, ew ji hemûyan mezintir e. Bikaranîna alfabeya latînî û ya aramî, welatê me kiriye du parçe. Rojava, Başûr û Rojhilat alfabeya aramî bi kar tînin, Bakur jî alfabeya latînî bi kar tîne. Tiştekî din ê girîng jî heye. Di nivîsandinê de rewşenbîrên me li her herêmê ne tenê bi alfabe û zaravayên cuda, bi devokên herêmî jî dinivîsin. Mînak li Rojhilat, li bajarê Mihabadê, bi zaravayê Soranî devoka Mikriyanî tê nivîsandin. Li herêma Hewraman, bi zaravayê Lekî devoka Hewramî tê nivîsandin. Li Bakur jî bi devokên Botan, Serhed û Mêrdînê tê nivîsandin.

Ne hewce ye em her herêm û devokê yek bi yek bibêjin. Van çend mînakan têra kirin ku zehmetiya zarava û devokan diyar bikin. Em dikarin bibêjin, zimanê Kurdî xwedî pênc zarokên sêwî ye. Dema em dibêjin zimanê hevbeş, mebesta me zimanekî ye ku hemû zaravayan di xwe de bihewîne. Em naxwazin zaravayên xwe ji dest bidin. Ti hêz jî nikare zaravayên me ji holê rake. Zaravayên me bi hezaran salan e hene û dê hebin jî. Mînak, yek ji pîrên helbesta Kurdî, Babetahir Hemedanî (Uryanî), berî hezar salan bi devoka Hewramî ya zaravayê Lekî helbestên xwe nivîsîne. Melayê Bateyî jî bi devoka Hekariyê ya zaravayê Kirmancî nivîsîye.

Mixabin, dema li Başûrê Kurdistanê pêşangehên pirtûkan tên lidarxistin, weşanger û rewşenbîrên Bakurê Kurdistanê beşdar nabin. Ji ber alfabe û zaravayên cuda, pirtûkên bi zaravayê Kirmancî û alfabeya latînî li wir nayên naskirin û nayên xwendin. Heman rewş berevajî jî heye. Dema li Bakurê Kurdistanê pêşangeh tên lidarxistin, weşanger û rewşenbîrên Rojava, Başûr û Rojhilat beşdar nabin. Ji ber pirtûkên bi tîpên aramî hatine çapkirin, li Bakur nayên xwendin. Mînak, van rojan li bajarê Hewlêrê pêşangeheke pirtûkan hatiye lidarxistin. Ji Bakurê Kurdistanê ne weşangerek û ne jî rewşenbîrek tê de beşdar bûye.

Min di nivîsên xwe yên berê de jî behsa vê yekê kiribû, careke din dubare dikim. Min hêvî dikir wezareta perwerdehiyê ya hikûmeta Herêma Kurdistanê karekî li ser zimanê hevbeş bike. Lê mixabin, ew ti eleqedariya xwe bi vê meseleyê re nîşan nadin. Ez ji wan hêvî dikim, çimkî li piraniya welatên cîhanê saziyên dîrok û ziman hene. Saziyên ziman û dîrokê bi komîteyên pispor û zanyaran, bi piştgiriya dewlet û hikûmetê dixebitin. Xebata takekesî bi tenê nagihîje encam û serkeftinê. Mixabin, li Herêma Kurdistanê her çiqas hikûmet hebe jî, li Behdînan perwerde bi zaravayê Kirmancî û bi tîpên aramî tê kirin. Li herêma bajarê Silêmanî jî bi zaravayê Soranî û bi alfabeya aramî tê kirin.

Ez her tim ji xwe dipirsim, çawa dibe ku di zimanekî de pirtûk werin wergerandin. Ez bawer nakim ku ji bilî me Kurdan, li nav gelên din ê cîhanê tiştekî weha hebe. Mixabin, di nav gelê me de pirtûk ji zaravayê Soranî bo zaravayê Kirmancî têne wergerandin. Ji ber vê yekê nivîskar û rewşenbîrên cîhanê li me matmayî dimînin. Dema wergerandin çêdibe, wateya wê ev e ku ew ziman ji hev cuda ne. Lê em ne xwedanên zimanên cuda ne, em xwedanên zaravayên cuda ne.

Dema min ji bo pirtûkên xwe lêkolîn dikir, min gera xwe li Başûr û Rojhilatê Kurdistanê kir. Min gelek serpêhatiyên zaravayên Kurdî jiyan kirin. Li Rojhilatê Kurdistanê, li navçeya Hewraman, mamosteyekî ji min re got. Du bira ji bajarê Amedê hatibûn navçeya Hewraman. Du roj li wir mane, lê wan hev fêm nekiriye. Dema ez li Başûrê Kurdistanê çûm bajarê Silêmanî, ez rastî du xortan hatim. Yek ji Şengalê bû, yê din ji Qamişlo bû. Dema me bi zaravayê Kirmancî axivî, min dît ku ew pir kêfxweş bûn. Wan xwe li min nêzîk hîs kir. Ji ber vê yekê ez dibêjim, zimanê hevbeş û têgihiştin di netewebûnê de rolek wek kilîlekê dilîzin.

Dîsa ez dibêjim, stûna netewetiyê ziman e. Divê ev ziman zimanekî hevbeş be. Lê mixabin, saziyên ku vî karî bikin li ba me tune ne. Hêvî dikim di paşerojê de em bibin xwedî saziyên wiha.

Ramanên di vê nivîsê de yên nivîskarê wê ne; dibe ku bi siyaseta weşanê ya Rastinews re bihev bikin, dibe ku nekin. Rastinews platformeke azad e ku ji ramanên cuda re vekirî ye.

PARVE BIKE

Şîrove

Şîroveyekê binivîse

NÛÇEYÊN PÊŞ

    Zimanê Hevbeş — Rastinews