Têkiliya dengbêjiyê bi adet, merasim û mekanên civakî re

RastinewsHuner û çanda dengbêjiyê ji serboriyên gel peyda bûye. Ew mîna qeydeke dîrokî ye. Dengê herî resen ê kurdan e. Şahidê rûdanên kurdan e jî. Di her kilamê de dîrokê zindî dihêle. Ev kevneşopî ji salên dûr tê. Di her serdemê de bi mekan, adet û merasimên civakî ve girêdayî bûye. Di dîrokê de cih û qadên dengbêjiyê li gorî şert û mercên siyasî û civakî guherîne. Dengbêjî di destpêkê de li qadên kevneşopî hebû: dîwanên gundan, dawet û şahî. Paşê bi parastina olî û çandî re li mizgeft û medreseyan cih girt. Di serdemên dawî de jî, tevî her cûre qedexe û polîtîkayên asîmîlasyonê, ev çand ji gundan ber bi bajaran ve çû. Qehwexaneyên bajaran bûne platformên nû yên vê hunerê. Em ê li vê veguherîna mekanan binêrin. Emê bibînin ka dengbêjî çawa di van mekanan de fonksiyona xwe ya civakî û parastina nasnameyê domand.
Koka vê hunerê berî her tiştî li qadên civakî yên gund, êl û eşîran şîn bûye. Huner û çanda dengbêjiyê, wekî hemû beşên edebiyata devkî, bi mekan û adetên civakî ve girêdayî ye. Yek ji mekanên herî girîng dîwan in. Dîwan cihê suhbetê bû. Li wir mirov li ser pirsgirêkên civakî şêwir dikirin. Urf, adet û pêwendiyên civakî li dîwanan dihatin parastin û xurtkirin. Mirov li wir kom dibûn. Gelek caran ev dîwan vediguherîn dîwanên dengbêjiyê. Ji bilî dîwanên mîr, serokeşîr û xanedanan, her maleke gundiyan jî ji bo dîwanên dengbêjiyê mekanek bû. Herî zêde dengbêjî di malan de hatiye kirin.
Ev çanda dîwanan wekî adeteke kevnar her tim hatiye lidarxistin. Bi taybetî di merasimên dawet û şahiyan de. Her maleke bûk û zava dengbêjekî navdar vedixwandin şahiya xwe. Bi vî awayî daweta xwe rûmetdar dikirin. Piştî govendê, êvaran dîwana dengbêjiyê di mala dawetê de dest pê dikir. Heta saetên dereng ên şevê berdewam dikir. Ev dîwanên dawetan carinan dibûn qada pêşbaziya dengbêjan. Dengbêjên malbata bûkê û dengbêjên malbata zavê li ber guhdaran diketin lecê. Ev pêşbazî motivasyon û afirîneriya dengbêjan zêde dikir. Eleqe û peywendiya civakî ya bi dengbêjiyê re jî pê zêde dibû. Dengbêjan li gelek herêman digeriyan. Kilam û terzên wan bi navên wan ve ji deverekê derbasî ya din dibûn.
Di dîwanên kevneşopî yên gundan de gelek caran kilamên nû çêdibûn. Sedem sînerjiya di navbera dengbêj û guhdaran de bû. Gava dengbêj digihişt wê astê ku jê re dibêjin «kelandin», dikete nav xeyal û afirîneriyeke ji dil. Bi vî awayî gelek kilamên din jî ava bûn. Pêşbirk û bersivdayîna dengbêjan jî gelek caran kilamên nû anîne holê. Ew di bersivdana hev de, edebiyateke ji peyvên efsûnî û kemilî diafirandin. Hunera dengbêjan a împrovîzasyonê bi serê xwe pesn û dengvedan distend di nav civakê de. Ev pêşbaziya dengbêjan bi serê xwe dibû kilamek. Bersiva dengbêjên din jî dibû kilameke nû. Ji ber vê yekê di arşîva dengbêjiyê de gelek kilamên bi vî rengî hene. Mînak: «Evdal û Şêx Silê», «Feqî û Keçik» û «Evdal û Gulê».
Gava şert û mercên siyasî li Kurdistanê giran dibûn, piştgiriya medrese û seydayan ji bo dengbêjiyê zêde bû. Dengbêjî carinan li mizgeft û medreseyan jî hatiye kirin. Li medreseyan perwerdeya olî dihat dayîn. Dersên Quranê û klasîkên kurdî jî li wir dihatin xwendin. Derî ji bo dengbêjan her tim vekirî bûn. Melayên medreseyan dengbêjî wekî beşeke bingehîn a edebiyata kurdî didîtin. Rûmeteke mezin didan wê. Li her deverê têkiliyeke taybet di navbera dengbêj û seydayên medreseyan de hebû. Dengbêj Huseyno di zaroktiya xwe de li medreseyekê feqîtî kiribû. Seydayê wî ji ber xweşiya dengê wî jê xwest ku dev ji feqîtiyê berde. Xwest ku ew bibe dengbêj. Nimûneyên bi vî rengî li her herêmê hene. Mînak, Dengbêj Reso her înî li medreseyan dîwanên dengbêjiyê li dar dixist. Ji feqiyan re kilam digot. Dengbêj Huseyno jî gelek caran bi Dengbêj Sidiqê Resûla û Fêrikê Borezan re dîwan li dar xistin. Ev li mizgefta gundê Resûla ya girêdayî Kopa Mûşê bû. Hêjayî gotinê ye ku navên Mele Eliyê Licî, Evdilkerîmê Wanê, Feqîyê Qizqapanê û Mele Nûro jî bên bîranîn. Ew hemû ji çanda medreseyê hatine û di dîwanên dengbêjiyê de rûniştine.
Van dîwanên dengbêjiyê di gund û merasîman de wezîfeyeke mezin girtin. Wezîfeyeke terapiya civakî jî pêk dianîn. Kilamên li ser êş, evîn û xemgîniyê, derfetê didan mirovan. Mirov bi hestên xwe re rû bi rû dimayîn. Pirsgirêkên xwe yên derûnî derman dikirin. Ev rewş gelek caran ketiye nav qeydên dengbêjan jî. Mînak, di bandeke Dengbêj Huseyno de, piştî kilameke evînî guhdarekî li dîwanê amade bû. Wî li jina xwe heqaret kiribû. Bi wê firsendê poşmaniya xwe anî ziman. Wiha got: «Huseyn, min jî dilê Gulê ji xwe hişt, ez ê herim dilê wê dîsa bigirim.» Bi vî awayî qadên dengbêjiyê mîna dibistanên exlaqê kar dikirin. Wijdanê civakî şiyar dikirin. Xeletiyên mirovî rast dikirin. Mirov li xwe dianîn ponijandin.
Di qonaxa dawî ya vê rêwîtiya dîrokî de, ev çand bi koçberiyê re guherî. Ji gundan ber bi bajaran ve çû û mekanên xwe yên nû afirand. Li gel dîwanên malan, qehwexaneyên bajaran jî bûn mekanên nû yên dengbêjiyê. Li bajarên wekî Amed, Mûş, Bîngol û Xarpêtê platformên taybet ên dengbêjiyê li qehwexaneyan hatin avakirin. Ev mekan ji ber polîtîkayên asîmîlasyonê li ser ziman û çanda kurdî her tim di xetereyê de bûn. Bi qanûnan dihatin qedexekirin. Lê bi alîkariya nobedaran dîwan ji gel re vekirî diman. Nobedar li dora qehwexaneyan disekinîn. Li hatina mifrezeyên dewletê dinihêrîn. Mînak, di dawiya salên 1980î de li qehwexaneyeke dengbêjan a li Amedê dîwaneke dîrokî hate lidarxistin. Mehmûd Qizil di komîteya jûrî de bû. Dengbêjên navdar ên wekî Şakir, Mehmûdê Hesê, Evdilhadî û Huseynê Farê ketin lecê. Li gorî asta hunera xwe hatin rûmetdarkirin.
Çanda dengbêjiya dîwanê, bi taybetî ji salên 1950î heta 1990î, bi qeydên teyîb û bandan arşîveke dîrokî ya bêhempa ava kir. Lê ev çanda dîwanên klasîk di salên nodî de hêdî hêdî bi dawî bû. Sedem guherînên teknolojîk û şert û mercên nû yên civakî bûn. Berê dîwanên mîr û xanedan, malên gundan, dawet û şahî, camî û medrese û qehwexaneyên bajaran mazûvaniya vê çandê dikirin. Îro êdî ew mazûvan bi wî rengî nemane. Hunera dengbêjiyê îro koka xwe ya resen guhertiye. Bûye beşek ji muzîka kurdî. Niha li ser platformên medyaya civakî ye. Di hewldana xweparastinê de ye. Xwe di gerdûneke dîjîtal de her dubare dike.
Ramanên di vê nivîsê de yên nivîskarê wê ne; dibe ku bi siyaseta weşanê ya Rastinews re bihev bikin, dibe ku nekin. Rastinews platformeke azad e ku ji ramanên cuda re vekirî ye.
