BIÇE NAVEROKÊ
ROJEV9 DEQE XWENDIN

Ferzad Kemanger: «Ji bîr nekin, xeyaleke Leyla heye»

PARVE BIKE
Ferzad Kemanger: «Ji bîr nekin, xeyaleke Leyla heye»

RastinewsMasîreşkê Biçûk, li gel dayika xwe di nav sînorên teng ên çemekî de dijî. Masiyên din ên di wî çemê biçûk de jiyana xwe tenê bi xwarin û xewê derbas dikin. Ew bawer dikin ku dinya tenê ji vê avê ya ku ew tê de dijîn pêk tê. Lê Masîreşkê Biçûk mîna wan naxwaze bijî. Ew meraq dike ka li dawiya çem çi heye. Gelo li wir deryayeke mezin heye an na? Tevî hemû zext û tirsên ji dayika xwe û masiyên cîran, ew biryarê dide û ber bi deryayê ve diçe.

Di vê rêwîtiya ber bi deryayê de, Masîreşkê Biçûk rastî gelek heywanên cuda tê. Her yek ji wan nîşana kesayetek e di civakê de. Beqên pozbilind û kevjalên tirsonek hewl didin ku wê ji rêya wê vegerînin. Lê di wê rêyê de nasîna herî giring, nasîna gumgumokê ye. Gumgumok ji Masîreşk re dibêje ku ew ne tenê ye û kesên wekî wî zêde ne. Ew kêreke biçûk dide Masîreşk. Ev kêr sembola «zanîn û hêza parastinê» ye. Masîreşk bi wê kêrê hîn dibe ku li dijî neheqî û dijminan bêparastin nemîne.

Di dawiyê de, Masîreşkê Biçûk bi ser dikeve û digihêje deryayê. Lê li wir ew rastî xetereya herî mezin tê: masîxwer. Ew masîxwer masiyekî biçûk û Masîreşkê Biçûk dadiqurtîne, dixe nav kîsikê qirika xwe. Li wir, masiyê biçûk ê din bitirs û girî daxwaza lêborînê ji masîxwer dike, lê Masîreşkê Biçûk teslîm nabe. Ew bi kêra xwe zikê masîxwer diçirîne û wî dikuje. Masiyê biçûk ê din rizgar dibe û xwe diavêje deryayê. Piştî vê rûdanê tu kes nizane bi Masîreşkê Biçûk çi qewimî. Ew di ava kûr a deryayê de winda dibe.

Ev pirtûka fabilê bi navê «Masîreşkê Biçûk» e. Navê wê yê orijînal bi Farisî «Mali-ye Siyah-e Kuchulu» ye. Cara yekem di sala 1967an de hatiye çapkirin. Ew ne tenê li Îranê, li çar aliyê cîhanê jî tê xwendin. Nêzî 60 sal e zarok bi vê pirtûkê çavên xwe li jiyanê vedikin.

Nivîskarê vê pirtûkê Samed Behrengî ye. Wî dixwest bi vê berhemê peyameke li ser felsefeya jiyan, mirin û azadiyê bide: «Mirin pir hêsan e, lê ya giring ew e jiyan çi bandorê li ser jiyana kesên din dike û azadî bê berdêl nabe û carinan ji bo rizgarkirina nifşên nû, divê mirov xwe feda bike». Ew jî mîna lehengê xwe «Masîreşkê Biçûk» ket rêwîtiyekê û ji bo azadiyê têkoşî. Aliyê trajîk ê vê rêwîtiyê ev bû: Behrengî di 29 saliya xwe de, di çemê Arasê de xeniqî û jiyana xwe ji dest da…

Samed Behrengî di sala 1939an de li taxa Çerendabê ya li başûrê Tebrîza kevn, di malbateke xizan de hatibû dinyayê. Bavê wî karkerekî demsalî bû ku tevî komeke karkeran berê xwe dabû Bakuyê û ji wir venegeriyabû. Samedê sêwî, tevî du birayên û sê xwişkên xwe, di şert û mercên jiyanê yên dijwar de mezin dibe. Li gel her tiştî, xwendina xwe ya seretayî û navîn temam dike. Piştre li Dibistana Mamosteyan a Tewrêzê bawernameya mamostetiyê werdigire. Di 18 saliya xwe de dibe mamoste. Heta dawiya jiyana xwe li gundên cuda yên parêzgeha Azerbaycana Rojhilat ders dide.

Behrengî dê piştre xwe wiha pênase bikra: «Ez wekî kuvarkan, bê dê û bav ji dayik nebûm, lê wekî kuvarkan mezin bûm; lê wekî kuvarkan dawiya min zû nehat. Li ku derê hêwiyek (nem) hebûya ez dikişandim ser xwe; kesek nebû ku min av bide. Ez mezin bûm... wekî dara şîlanê xwar û hûr û bi ava kêm bûm mamosteyê gundên Azerbaycanê. Bavê min digot: Heke Îranê di navbera Îraniyan de par bikin, ji vê zêdetir dê para te nakeve.»

Ew ne tenê mamosteyekî ji rêzê bû, her wiha idealistek têr û tijî bû jî. Wî pirtûkên dersê rexne dikirin. Ew pirtûk ji bo jiyana bajêr hatibûn nivîsandin; tu têkiliya wan bi jiyana gundan re tune bû. Her wiha hewl dida dê û bavên zarokan razî bike ku li şûna karkirina li zeviyan, zarokan bişînin dibistanê. Wî di her fersendî de rexne li pergala perwerdehiyê dikir. Îstîxbarata rejîma Şah gelek gilî û rapor li ser wî nivîsandin. Di sala 1962yan de erka mamostetiya lîseyê jê standin. Ew şandin dibistana seretayî. Piştî du salan, di sala 1964an de, ji ber çapkirina pirtûka «Pare Pare» ji aliyê dadgeha artêşê ve hat darizandin. 6 meh ji kar hat dûrxistin.

Nivîskariya wî bi şêwazê henek û rexneyê dest pê kiribû. Wî yekem çîroka xwe di 21 saliya xwe de, bi navê «Adet», nivîsî. Piştre çîrokên mîna «Telxûn» û «Bênav»ê derçûn. Pirtûkên wî, bi taybetî «Masîreşkê Biçûk» û «Ûldûz û Qijak», di nav tevgerên şoreşger de pir navdar bûn. Ew di wê demê de pir belav bûn jî. Lewra wî pêşniyara hevkariyê bi desthilatdariya zordest a Şah re red dikir. Nedixwest rûpelên pêşîn ên pirtûka xwe ji Şah re veqetîne.

Hûrgiliyên mirina Samed Behrengî hê jî di tariyê de ne; tam nayê zanîn. Ew di 29 saliya xwe de, di çemê Erezê (Aras) de, xeniqî. Birayê wî dê piştre wiha bigota: «Piştî du rojan me cesedê wî dît. Tenê du-sê birîn li ser ran û lingên wî hebûn.» Gelek ronakbîr û tevgerên şoreşger ên wê demê SAVAKê (Teşkîlata Sîxuriyê ya Şah) bi kuştina Behrengî tawanbar kirin.

Bêguman mîrata Behrengî bi berhemên wî re namîne. Ew li tevahiya Îranê -ku parçeyê Rojhilatê Kurdistanê jî di nav de ye- bû stûna herî giring a ekola mamosteyên îdealîst. Gelek mamoste şopa Behrengî girtin. Ne tenê di dema desthilatdariya Şah de, her wiha di dema Komara Îslamî ya Xumeynî de jî wisa kirin. Yek ji van mamosteyan Ferzad Kemanger bû. Şêwazê mamostetiya wî bi ya Behrengî dişibiya hev. Çarenûsa herduyan jî dê weke hev bihata neqişkirin.

Nivîskar, çalakvan û mamosteyê Kurdistanê…

Ferzad Kemanger li bajarê Kamyaranê, yê bi ser Sineyê ve, li Rojhilatê Kurdistanê ji dayik bû. Ew li ser axeke weha mezin bû ku bi sîstematîkî rastî cudakarî û asîmîlasyona çandî û neteweyî dihat. Ev rewş bû sedem ku Ferzad hîna di zarokatiya xwe de bibe xwedî hesteke bilind a mirovdostî û neteweyî. Wî xwendina xwe li Kurdistanê qedand û piştî wergirtina dîplomaya xwe, wekî mamosteyê perwerdehiyê dest bi xizmetê kir.

Ferzad Kemanger mamosteyekî serkeftî bû. Wî 12 salan di dibistanên Kamyaranê de, bi taybetî li «Huneristana Kar û Daniş», ders dida zarokan. Lê pîşeyê wî bi dersdayînê re sînordar nema. Wî mamostetî wekî berpirsiyariyeke civakî didît. Wî şagirtên xwe ne tenê bi Farisî hîn dikirin. Wî dersa ziman û wêjaya Kurdî jî dida wan.

Ew endamê Desteya Birêveber a Sindoqa Mamosteyan a Kamyaranê bû (Şaxê Kurdistanê). Her wiha endamê Civata Nivîskaran a kovara çandî-perwerdehî ya «Royan» bû. Endametiya wî ya Komeleya Jîngehparêziyê ya Kamyaranê jî hebû. Her weha bi nasnavê «Siyamend» li gelek kovaran, li ser mafên mirovan, mafên jinan û jîngehparêziyê nivîsên bi bandor dinivîsand.

Di sala 2006an de, ji bo dermankirina nexweşiya giran a birayê xwe, çû Tehranê. Li wir ji aliyê hêzên ewlehiyê yên rejîma Îranê ve hat girtin. Ferzad piştî girtinê sewqî zindanên Sine, Kirmaşan û girtîgeha Evînê ya Tehranê hat kirin. Ew nêzîkî 33 mehan di girtîgehê de ma. 16 meh ji wan, di hucreyên yekkesî de, di bin îşkenceyên laşî û derûnî de derbas bûn. Rejîmê tawanbariyên wekî «endamtiya PKK/PJAKê» û «beşdarbûna êrişên bombeyî» lê kirin. Lê wî ev tohmet her tim red kirin. Wî digot ew tenê çalakvanekî sivîl û mamosteyekî gel e.

Pêvajoya dadgehkirina Ferzad Kemanger mînaka bêedaletiya sîstema Îranê bû. Di meha Hezîrana 2007an de, rûniştineke dadgehê hat lidarxistin; tenê 7 deqîqe domand. Ne şahid hebûn, ne jî parêzerê wî karî parastineke rast bike. Bi tohmeta «Şerê li dijî Xwedê» cezayê sêdareyê lê hat birîn. Ji cîhanê re gelek ban hatin kirin. Rêxistinên mafên mirovan ên mîna UNESCO û Yekîtiya Ewropayê jî nerazîbûna xwe nîşan dan. Lê belê rejîma Îranê biryara xwe ya hovane neguherand.

Sibeha roja yekşemê, 9ê Gulana 2010an, Ferzad Kemanger di girtîgeha Evînê de hat bidarvekirin. Çar hevalên wî yên zindaniyên siyasî jî pê re hatin bidarvekirin: Elî Heyderyan, Ferhad Wekîlî, Şîrîn Elem-Hûlî û Mehdî Îslamiyan. Piştî bidarvekirinê, cenazeyê wî radestî malbata wî nehat kirin, li cihekî nenas hate veşartin. Heya roja îro jî cihê gora wî ne diyar e.

Ferzad Kemanger bi nameyên xwe yên ji zindanê û bi wêrekiya xwe ya li ber biryara bidarvekirinê, di dilê gelê Kurd û hemû azadîxwazan de bû navekî nemir. Di name, peyam û helbestên xwe de behsa azadiyê, zordestiyê, xwezaya Kurdistanê û şagirtên xwe yên zarok dikir. Navê yek ji wan zarokan jî Leyla bû ku di dema dersên wî de, her tim destê xwe dixist bin serê xwe û di nava bêdengiyê de dima û bala wî dikşand. Mamoste Kemanger jê dipirsî; “Tu li ser çi dihizirî?”, Leylayê jî weha bersiv dida; “Li xeyalên xwe difikrim.”

Lewra Kemanger berî biçe sêdarê, di namayeke xwe de dê weha bigota ku ji gelê Kurd wekî mîratayek bimîne; “Ji bîr nekin, xeyaleke Leyla heye”…

Herî dawî jî ev rêzikên jêr dê ji şagirtên xwe re bihişta:

“Zarokno silav,
Min bêriya we hemûyan kiriye. Li vir şev û roj bi bîranînên we re helbesta jiyanê dihûnim. Her roj li şûna we, ji rojê re dibêjim ‘rojbaş’. Li pişt van dîwarên bilind, bi we re ji xew radibim, bi we re dikenim û bi we re radizêm.

Carinan ‘tiştekî wekî diltengiyê’ hemû canê min digire. Ax, xwezî wekî caran, piştî gera ku me navê wê kiribû ‘gera zanistî’, dema ku em ji hemû qerebalix û xirecirê diwestiyan, me toza westanê û xwêdana xwe bi çûna ser kaniya zelal a gund ji bîr dikir. Xwezî wekî caran me guh bida ‘dengê piyê avê’ û me laşê xwe bi nazdariya kulîlk û giyayan şil bikira.

Çunkî gava bavekî nanek nîne ku deyîne ser sifreyê, êdî çi diguherê ku Pî (π) sê nuqte çardeh be, yan sed nuqte çardeh be? Me dersa ‘zanistan’ bi hemû guhertinên kîmyewî û fîzîkî yên cîhanê dida aliyekî û bi hêviya guhertineke ji rêgeza ‘evîn û mûcîzeyê’… Em li benda guhertinekê bûn ku di cejna Newrozê de cotek pêlavên nû, kincên bedew û sifreyeke tije şîrînahî ji bo me hemûyan bîne.
Ax, xwezî dîsa bi dizî û nihênî, dûrî çavên çavdêrên tûj ên dibistanê, me elfabeya kurdî bixwenda û me bi zimanê dayikê ji hev re helbest û stran bigotana û paşê me destê xwe bixista nav destê hev û me bi hev re govend bigeranda… Ez we dispêrim destê ba û rojê, heta sibeyeke ne pir dûr, dersa evîn û pakiyê ji bo welatê me hîn bibin.”

Ramanên di vê nivîsê de yên nivîskarê wê ne; dibe ku bi siyaseta weşanê ya Rastinews re bihev bikin, dibe ku nekin. Rastinews platformeke azad e ku ji ramanên cuda re vekirî ye.

PARVE BIKE

Şîrove

Şîroveyekê binivîse

NÛÇEYÊN PÊŞ