Serokê Komarê yê Iraqê Amedî ji pevçûnê hişyar kir: Ez ê rê li pêşiya rûbirûbûna hêzên ewlehiyê bigrim
Serokê Komarê yê Iraqê Nizar Amedî got ku ew ê xebitîbe ji bo pêşiya pevçûnekê ya muhtemel di navbera Bexda û Hewlêrê de bigire. Amedî anî ziman ku divê desthilata fermandariya giştî ya sembolîk a ku destûra bingehîn dayê wî, bê bikaranîn.

RastinewsSerokê Komarê yê Iraqê Nizar Amedî îşev li ser helwesta xwe ya di pevçûnek muhtemel de ya navbera Bexda û Hewlêrê axivî. Amedî di hevpeyivînekê de ku di televîzyonê de hat weşandin, got ku ew ê hewl bide pêşiya rûbirûbûna hêzên ewlehiyê yên cuda bigire.
Amedî behsa pozîsyona makama Serokkomariyê ya li ser hêzên çekdar jî kir. Got ku divê desthilata fermandariya giştî ya sembolîk a ku jê re hatiye dayîn, bê bikaranîn. Wî got ku ew ê li ser vê mijarê bixebite.
Maddeya 73. ya Destûra Bingehîn a Iraqê, ji Serokkomar re desthilatên leşkerî yên sembolîk û rûmetî dide. Fermandariya leşkerî ya operasyonel jî, li gor biryara Dîwana Bilind a Federal, di destê Serokwezîr de ye.
Daxuyaniya Amedî, piştî biryara Serokwezîrê Iraqê Elî Zeydî hat. Zeydî biryar da ku derbazgehên sînor û zeviyên neftê yên Herêma Kurdistanê bêne radestkirin hêzên federal. Dîwana Bilind a Federal roja çarşemê biryar da ku ev biryar li gorî destûrê ne.
Çar serokatiyên Iraqê jî ji bo çareserkirina vê qeyranê biryar dan ku di 1'ê Kanûna Yekem de civîna diyaloga neteweyî li dar bixin.
