Kurtulmuş ji bo Komîsyona Şopandinê derbasî deriyê partiyan dibe
Hê Meclis vebû wê bê avakirin dihat gotin lê Komîsyona Şopandinê hê jî nehatiye avakirin. Serokê TBMM'ê Numan Kurtulmuş îro dest bi geryana xwe li partiyan dike, bi CHP'ê dest pê dike, pêncşemî jî bi MHP'ê bi dawî dike. Dê tevî vê de li ser avahî û esasên xebatê yên komîsyonê jî biaxive. Hevdîtina wî ya bi DEM Partî re sibê çêdibe.

RastinewsSerokê TBMM'ê Numan Kurtulmuş, îro dest bi bernameya serdana komên partiyên siyasî yên Meclîsê dike. Li gorî daxuyaniya Serokatiya TBMM'ê, Kurtulmuş dê seet 14.00'an komê CHP'ê, seet 15.00'an jî komê Partiya Rêya Nû (Yeni Yol) bibîne.
Kurtulmuş, bernameya serdanan sibê bi DEM Partî û AK Partî re didomîne. Serokê TBMM'ê dê seet 13.30'an bi DEM Partî, seet 14.30'an jî bi komê AK Partî re bicivin. Serdanên komên partiyên siyasî roja pêncşemiyê, 12'ê Çiriya Paşîn, bi MHP'ê didomin. Serdana Kurtulmuş a MHP'ê dê seet 14.00'an pêk were.
Komîsyona Şopandinê li ser rojevê
Di çarçoveya pêvajoya nû de, li TBMM'ê avakirina Komîsyonek Şopandinê tê plankirin.
Hat famkirin ku mebesta van serdanên Kurtulmuş bi vê komîsyonê ve girêdayî ye. Tê plankirin ku Kurtulmuş li ser avahî û esasên xebatê yên komîsyonê bi nûnerên partiyên siyasî re biaxive.
Endamên desteya Îmralî ya DEM Partî, Pervin Buldan û Mîthat Sancar, berê di vê çarçoveyê de bi berpirsên AK Partî, Alîgirê Serokomar Cevdet Yîlmaz û Serokê Meclîsê Numan Kurtulmuş re hevdîtin kiribûn.
Kurtulmuş, di daxuyaniyek xwe ya berê de gotibû ku bi vebûna Meclîsê re Komîsyona Şopandinê dê zû were avakirin.
