Piştî kuştina birayê xwe 19 salan li Ewropayê jiyan kir, Nejdet Buldan koça dawî kir
Şaredarê berê yê Yüksekovayê Nejdet Buldan, piştî krîza dil a duyem a di nexweşxaneyê de derbas kir, di 78 saliya xwe de koça dawî kir. Buldan dosyeya birayê xwe Savaş Buldan, yê ku di sala 1994an de hat revandin û hat kuştin, gihandibû AİHM'ê.

RastinewsNejdet Buldan, di navbera salên 1989-1994an de li Yüksekovaya Hekariyê şaredarî kiribû. Îro sibê koça dawî kir.
Çend roj berê krîza dil li Buldan peyda bû. Li Nexweşxaneya Dewletê ya Yüksekovayê ketibû binê çavdêriyê. Îro sibê careke din krîza dil lê peyda bû. Her çend bijîşkan hewl da jî, nehat xilaskirin. Dema xebera mirina wî belav bû, malbat, nasyar û gelek Yüksekovayî gihîştin nexweşxaneyê.
Buldan di sala 1948an de li Yüksekovayê hat dinê. Di hilbijartinên herêmî yên 1989an de ji Partiya Gelî ya Sosyaldemokrat (SHP) bû şaredar.
Jiyana wî di Hezîrana 1994an de guherî. Birayê wî Savaş Buldan, digel Adnan Yıldırım û Hacî Karay, ji ber hotêleke li Yeşilköya Stenbolê hatin revandin. Rojê din laşên bêcan ê sisêyan li navçeya Yığılca ya Boluyê hatin dîtin.
Buldan piştî mirina birayê xwe ji Tirkiyeyê derket, li Almanyayê bi cih bû. Dosyeya Savaş Buldan ew bi xwe gihand Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê. Dadgehê biryar da ku Tirkiye ji malbatê re tazmînat bide.
Piştî 19 salên li Ewropayê derbas kir, di sala 2014an de vegeriya Yüksekovayê. Buldan bi nasnameya nivîskariyê jî tê naskirin, di herêmê de wek yek ji rewşenbîrên ku ji bo aşitî û lihevhatina civakî dixebitîn dihat hesibandin.
Nejdet Buldan zavayê Pervin Buldan, Parlamenterê DEM Partî ya Wanê, bû.
