IŞÎD li Hesekê êrîşa xwekujî li navenda Asayîşê kir: 2 kes mirin, 5 kes birîndar bûn
Şevê berê şêniyên IŞÎD li Taxa Mişêrfeyê ya Hesekê êrîşa xwekujî li navendeke Hêzên Asayîşê kirin. Di êrîşê de 2 kes mirin, 5 endamên ewlehiyê jî birîndar bûn.

RastinewsIŞÎD li bajarê Hesekê yê Rojava hêzên Asayîşê kirin armanc. Êrîş şevê berê li navendeke Asayîşê ya Taxa Mişêrfeyê pêk hat.
Çavkaniyeke ewlehiyê ya Hesekê ev yek ji Rûdaw re got. Li gorî wê, du xwekujên IŞÎD êrîş kirin. Yekî ji wan bi motosikletê xwest here hundirê navendê. Yê din li ber deriyê navendê bombeya li ser xwe teqand.
Fermandarê Hêzên Asayîşê yên Hesekê Mervan Elî ragihand ku di êrîşê de 2 kes mirin. Li gorî gotinên Elî, 5 endamên hêzên ewlehiyê jî birîndar bûn.
Li ser hejmara êrîşkeran gotinên cuda hene. Yekîneya medyayê ya Walîtiya Hesekê ragihand ku çar kes beşdarî êrîşê bûne.
Piştî êrîşê, hêzên Asayîşê herêm dorpêç kirin.
