Dayîka Amerîkayê ji welatiyên xwe yên li Iraqê re hişyarî da: Îran dikare karmendên Amerîkî bibin armanc
Balyozxaneya Amerîkayê ya Bexdayê ragihand ku Îranê li Behreyn û Kuweytê li armancên Amerîkayê êriş kiriye. Ji bo Amerîkiyên li Rojhilata Navîn banga tetbîrgirtina herî bilind kir. Di hişyariyê de hat gotin ku Îran hewl dide karmend û avahiyên Amerîkî yên li herêmê bike armanc.

RastinewsBalyozxaneya Amerîkayê ya Bexdayê îro hişyariyek ewlehiyê belav kir. Vê hişyariyê de banga welatiyên Amerîkî yên li Rojhilata Navîn kir ku hişyar bin. Hat gotin ku tehdîda êrîşa çekdarî ya Hûsiyên nêzîkî Îranê zêde bûye. Her wiha Îran hewl dide karmend û tesîsên Amerîkayê yên li herêmê bike armanc.
Li gorî balyozxaneyê, Îranê li ser milkên Amerîkayê yên li Behreyn û Kuweytê êriş kiriye. Hûsiyan jî di êrîşên xwe yên li ser Erebistana Siûdî de balafirgehên sivîl û binesaziya krîtîk kirine armanc. Di van êrîşan de sivîlan jiyana xwe winda kirin. Seyrûsefera hewayî jî bi awakî giran têk çû.
Balyozxaneyê hişyar kir: «Pevçûn dikarin zû zêde bibin.» Her wiha gotin ku Îran, Hûsî û komên din ên nêzîkî Îranê dikarin li çaraliyê cîhanê berjewendî, şirket û saziyên Amerîkayê bikin armanc.
Balafirgehên Hewlêr û Silêmaniyê jî di lîsteyê de ne
Balyozxaneyê ji welatiyan xwest ku ji bo betalkirina firînan, girtina asîmanê û asteng di seyahetê de amade bin. Ji bo peyrewiya rewşa firînan, navnîşanên Balafirgehên Bexda û Besrayê parve kirin. Herwiha navnîşanên Balafirgeha Navneteweyî ya Hewlêrê ya li Herêma Kurdistanê û Balafirgeha Navneteweyî ya Celal Talabanî ya li Silêmaniyê jî hatin parvekirin.
Ji welatiyên Amerîkî hat xwestin ku dûrî xwepêşandan, cihên qerebalix û deverên ku polîsên pirjimar lê hene bimînin. Bi awakî kêm diyar bin. Li cihên ku bi Amerîkayê ve girêdayî ne, hişyar bin. Di rewşa êrîşa hewayî de, divê ji derî û pencereyên camî dûr bimînin.
Balyozxane û Konsolosxaneya Giştî ya Hewlêrê bi awakî rûtîn xizmetên konsoliyê didomînin. Lê belê balyozxane ji ber betlaneya Roja Spaskirinê di 26-29 Mijdarê de girtî dibe.
Balyozxaneya Bexdayê du roj berê jî Amerîkiyên Rojhilata Navîn ji ber tansiyona herêmê hişyar kiribû. Wê gotibû ku dibe ku betalkirina firînan, girtina asîmanê û asteng di seyahetê de çêbibe.
