Fermana waliyan: Kayyûmê li şûna Ahmet Tirk, Akkoyun, çû Entabê
Bi fermanên Serokatiya Komarê yên di Rojnameya Fermî de hatin weşandin, waliyê 41 bajaran hat guhertin. 14 walî ketin binê emrê Wezareta Karên Hundir. Walî Tuncay Akkoyun — kayyûmê Şaredariya Mezin a Mêrdînê li şûna Ahmet Tirk — çû Entabê. Walî Ekrem Canalp jî, kayyûmê Şaredariya Êlihê, çû Sakaryayê.

RastinewsBi fermana hejmar 2026/398, ku bi îmzeya Serokomarê Tirkiyeyê Recep Tayyip Erdogan hat weşandin, waliyê 41 bajaran hat guhertin. Rêveberiya gelek bajaran, di nav de bajarên Kurdan jî, derbasî kesên nû bû.
Beşa fermanê ya herî balkêş, du bajarên di destê kayyûman de ne. Walîyê Mêrdînê Tuncay Akkoyun çû Entabê. Li şûna wî Walîyê Izmirê Suleyman Elban hat Mêrdînê. Wezareta Karên Hundir di 3'ê Mijdarê de dema kayyûmtiya Akkoyun du mehên din dirêj kiribû. Loma jî diyar bû ku Ahmet Tirk heta 4'ê Rêbendana 2027'an nikare vegere ser kar.
Walîyê Êlihê Ekrem Canalp çû Sakaryayê. Li şûna wî Walîyê Edirneyê Yunus Sezer hat Êlihê. Canalp ji 4'ê Mijdara 2024'an ve li şûna Gulistan Sonuk kayyûmê Şaredariya Êlihê bû. Wezareta Karên Hundir hêj tiştek negotiye: gelo kayyûmtiya şaredariyên Mêrdîn û Êlihê wê derbasî waliyên nû bibe an na.
Bi vê fermanê, Walîyê Kayseriyê Gokmen Çiçek çû Rihayê. Walîyê Kirşehirê Murat Sefa Demiryurek çû Şirnexê. Walîyê Kastamonuyê Meftun Dalli çû Mûşê. Ahmet Dilsiz, ku berê şêwirmendê hiqûqî yê Wezareta Karên Hundir bû, çû Bidlîsê. Walîyê Agiriyê Onder Bozkurt jî bû Serokê AFAD'ê.
Tayînên waliyan ên 41 bajaran
Navên bi vê fermanê hatine tayînkirin wiha ne:
- Riha: Walîyê Kayseriyê Gokmen Çiçek
- Kayserî: Walîyê Tekirdagê Recep Soyturk
- Tekirdag: Walîyê Hatayê Mustafa Masatli
- Hatay: Serokê AFAD'ê Ali Hamza Pehlivan
- Balîkesir: Walîyê Entabê Kemal Çeber
- Entab: Walîyê Mêrdînê Tuncay Akkoyun
- Mêrdîn: Walîyê Izmirê Suleyman Elban
- Izmir: Walîyê Balîkesirê Ismail Ustaoglu
- Kars: Walîyê Tokatê Abdullah Koklu
- Tokat: Alîkarê Walî yê Istanbulê Ahmet Suheyl Uçer
- Sakarya: Walîyê Êlihê Ekrem Canalp
- Êlih: Walîyê Edirneyê Yunus Sezer
- Edirne: Walîyê Bidlîsê Ahmet Karakaya
- Bidlîs: Ahmet Dilsiz, berê şêwirmendê hiqûqî yê Wezareta Karên Hundir
- Sîvas: Walîyê Karabukê Oktay Çagatay
- Igdir: Ismail Ozkan, berê alîkarê gerînendeyê giştî yê Teknolojiya Zaniyariyê ya Wezareta Karên Hundir
- Kutahya: Walîyê Mûşê Avni Çakir
- Mûş: Walîyê Kastamonuyê Meftun Dalli
- Kastamonu: Walî-Sermufetîşê Mulkiyeyê Kadir Çakir
- Bolu: Sermufetîşê Mulkiyeyê Osman Ahsen
- Meletî: Walîyê Îspartayê Abdullah Erin
- Îsparta: Walîya Bartinê Nurtaç Arslan
- Bartin: Walîyê Çorûmê Ali Çalgan
- Çorûm: Sermufetîşê Mulkiyeyê Mehmet Mut
- Kirklareli: Walîyê Yozgatê Mehmet Ali Ozkan
- Yozgat: Walî-Sermufetîşê Mulkiyeyê Ali Arslantaş
- Şirnex: Walîyê Kirşehirê Murat Sefa Demiryurek
- Kirşehir: Walîyê Artvînê Turan Ergun
- Artvîn: Serokê Desteya Teftîşê ya Wezareta Karên Hundir Yavuz Selîm Akkoç
- Xarpêt: Walîyê Baybûrtê Mustafa Eldivan
- Baybûrt: Sermufetîşê Mulkiyeyê Yusuf Guni
- Meraş: Walîyê Kutahyayê Musa Isin
- Çanakkale: Walîyê Zonguldakê Osman Hacibektaşoglu
- Zonguldak: Walî-Sermufetîşê Mulkiyeyê Yilmaz Doruk
- Burdur: Qaymeqamê Istanbul-Pendîkê Mehmet Yildiz
- Amasya: Serokê Dayreya Yekîtiya Ewropayê û Têkiliyên Derve ya Wezareta Karên Hundir Sezer Isiktaş
- Karabuk: Gerînendeyê Giştî yê Xizmetên Parastinê yê Katîbiya Giştî ya Serokatiya Komarê Ramazan Bal
- Giresûn: Walîyê Rihayê Hasan Şildak
- Mugla: Walîyê Meletiyê Seddar Yavuz
- Agirî: Walîyê Kilîsê Omer Kalayli
- Kilîs: Serokê Pêşxistina Stratejiyê ya Wezareta Jîngeh, Bajarvanî û Guherîna Avahiya Hewayê Yusuf Alperen Ayar
Guherîn di sazûmana navendî ya AFAD û Wezareta Karên Hundir de
Di çarçoveya vê fermanê de, hin tayîn jî di sazûmana navendî ya Wezareta Karên Hundir û saziyên girêdayî de hatin kirin.
Li gorî vê:
- Serokatiya AFAD'ê: Walîyê Agiriyê Onder Bozkurt
- Gerînendeya Giştî ya Gazîkirina Lezgîn 112 û Lihevkirinê: Alîkarê Gerînendeyê Giştî yê Rêveberiya Bajaran ya Wezareta Karên Hundir Tarik Bahadir
- Serokatiya Desteya Teftîşê ya Wezareta Karên Hundir: Sermufetîşê Mulkiyeyê Ali Başturk
- Serokatiya Dayreya Yekîtiya Ewropayê û Têkiliyên Derve: Sermufetîşê Mulkiyeyê Bulent Ay
- Serokatiya Akademiya Polîsan: Doç. Dr. Mehmet Ilker Haktankaçmaz hat tayînkirin.
