Almanya îro rapora tundiya li dijî jinan eşkere dike
Enstîtuya Federal a Krîmînal a Almanyayê (BKA) îro li Berlînê daneyên tundiya li dijî jinan a sala 2025an eşkere dike. Di rapora berê de 308 jin û keçên biçûk jiyana xwe ji dest dabûn. Li gorî Enstîtuya Lêkolînên Aboriya Almanyayê (DIW) jî hejmara mala penaberiyê 30 sal in bi carekê nehatiye zêdekirin.

RastinewsEnstîtuya Federal a Krîmînal a Almanyayê (BKA), tabloya tundiya li dijî jinan a sala 2025an îro di saet 11:00 de li Berlînê eşkere dike.
Di vê eşkerekirinê de Wezîrê Karên Hundir ê Almanyayê Alexander Dobrindt, Wezîra Jinan Karin Prien û Wezîra Dadê Stefanie Hubig jî amade ne.
191 jin bi destê kesê xwe yê nêzîk hatin kuştin
Li gorî rapora BKAyê ya berê, sala 2024an li Almanyayê 308 jin û keçên biçûk ji ber tundiyê jiyana xwe ji dest dabûn. Ji van 191an hevjînê wan, hevjînê wan ê berê an endamekî malbata wan kiribû.
Mala penaberiyê 30 sal in li heman cihê ne
Analîza DIWyê ya îro sibê hatiye weşandin, carekê din nîşan da ku cihên ku jinên ji tundiyê direvin tê de xwe veşêrin têr nîn in. Li gorî vê analîzê, hejmara malên penaberiyê yên jinan li Almanyayê ji nîvê salên 1990î û vir ve hema hema nehatiye zêdekirin.
Serokê Bundestagê Julia Klöckner jî îro banga medyaya civakî kir. Klöckner xwest ku axaftina nefretê ya li dijî jinan û wêneyên derewîn ên zayendî yên bi zîrekiya çêkirî çêkirî di çend saetan de werin rakirin.
