Yîldîzê MHPê: Ji 4 hezar û 897 girtiyên PKK/KCKê, 2 hezar û 800 dikarin ji qanûnê sûdê wergirin
Şêwirmendê Giştî yê MHPê Fetî Yîldîz got, ji 4 hezar û 897 mehkûm û girtiyên dozên PKK û KCKê, 2 hezar û 800 dikarin ji qanûna çarçoveyî sûdê wergirin. Yîldîz got ev qanûn piştî biryara MGKê dê bikeve meriyetê.

RastinewsŞêwirmendê Giştî yê MHPê û Parlementerê Stenbolê Fetî Yîldîz, di çarçoveya pêvajoya «Tirkiyeya bêçekdarî» de, qanûna çarçoveyî ya di tebaxê de hat pejirandin, eşkere kir ka çend kes dikarin jê sûdê wergirin.
Yîldîz di civîna ku Rêveberiya Bajêr a Stenbolê ya MHPê li Uskudarê li dar xist de axivî. Wî got ku di girtîgehan de 4 hezar û 897 mehkûm û girtiyên dozên PKK û KCKê hene.
Wî got: «Ji van 2 hezar û 800 kes dikarin ji vê qanûnê sûdê wergirin.»
Kî nikare sûdê wergire?
Yîldîz got, kesên ku sûcê kuştinê kirine dê ji berfirehiya qanûnê derkevin. Wî got kesên ku heta 1ê Hezîrana 2005an jî tê de, bi cezayê hepsê yê heta hetayî an jî hepsê yê giran heta hetayî hatine mehkûmkirin, nikarin jê sûdê wergirin. Herwiha kesên ku lê lêpirsîn an doz vekirî ye jî di vê qada derve de ne.
Wî got ji bo sûcên ku sinorê wan ê jorîn heta 15 salan e, lêpirsîn, doz û mehkûmiyetên wan dê ji bo 5 salan werin paşxistin.
Hêvîdarê biryara MGKê
Li gorî Yîldîz, qanûna çarçoveyî dê piştî ku dawîlêhatina mewcûdiyeta fîlî ya rêxistinê were tespîtkirin û pejirandin, bikeve meriyetê. Rapora vê tespîtê divê bibe biryara Encûmena Ewlehiya Neteweyî û di Rojnameya Fermî de were weşandin.
Yîldîz bi peyvên tûj bersiva rexnegirên qanûnê da. Yîldîz bêyî ku navê kesekî bibêje, got: «Hin ehmeqên qanûnê nenasin, qanûnê rast nexwendine lê partiyek ava kirine û li televizyonan xuya dibin, bêşerm li me diaxivin. Hinekî bixwînin ka, hinekî bixwînin.»
