Serokê Haşdî Şabî bi awayekî nedîtî çû Hewlêrê

RastinewsSerokê Haşdî Şabîyê Iraqê Falih el-Feyyaz îro li Hewlêrê bi rêberê PDK Mesûd Barzanî re civiya.
Li gorî daxuyaniya Karargeha Barzanî, di civînê de rewşa dawî ya siyasî ya Iraq û herêmê hat gotûbêjkirin. Têkiliyên Bexda-Hewlêr jî hatin nîqaşkirin. Barzanî got, pirsgirêkên di navbera Herêma Kurdistanê û hikûmeta federal de dikarin di çarçoveya destûrê de werin çareserkirin.
Feyyaz heman roj bi Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî re jî civiya. Li gorî daxuyaniya ofîsa Feyyaz, di civînê de ewlehiya Iraq û pirsgirêkên neçareserkirî yên di navbera her du hikûmetan de hatin axaftin.
Serdan rojekê piştî wê rastî hev hat ku artêşa Iraq, Polîsê Federal û yekîneyên Haşdî Şabî duh ketin Cûrfê es-Sexr, herêmeke ku 12 sal bû di destê Katayîb Hizbullah de bû. Serokwezîrê Iraq Elî ez-Zeydî berê gotibû, derveyî dewletê çek namîne û desthilata dewletê dê ji Cûrfê es-Sexr dest pê bike û bi ser tevahiya welêt de belav bibe.
