Fidan li Enqerê Serokê Eniya Tirkmenan a Iraqê Axaoglu pêşwazî kir
Wezîrê Karên Derve yê Tirkiyeyê Hakan Fidan li Enqerê bi Wezîrê Dewletê yê Iraqê û Serokê Eniya Tirkmenan a Iraqê (ETI) Mihemed Seman Axaoglu re civiya. Tu agahî li ser naveroka civînê nehat dayîn.

Rastinews
Wezîrê Karên Derve yê Tirkiyeyê Hakan Fidan îro li Enqerê Wezîrê Dewletê yê Iraqê û Serokê Eniya Tirkmenan a Iraqê (ETI) Mihemed Seman Axaoglu pêşwazî kir.
Civîn li avahiya Wezareta Karên Derve, dûrî çavê rojnamevanan çêbû. Wezaretê civîn bi wêneyan ji ser hesabê xwe yê medyaya civakî ragihand. Lê belê, tu tişt li ser mijarên hatine nîqaşkirin negot.
Axaoglu hem di hikûmeta Iraqê de wek wezîrê dewletê kar dike, hem jî serokatiya Eniya Tirkmenan a Iraqê dike. Ev eniya bi nêzîkbûna xwe ya bi Tirkiyeyê tê naskirin. Civîn di mehên pêşîn ên hikûmeta nû ya Iraqê de çêbû. Herwiha di vê serdemê de li Kerkûkê nîqaşên li ser îdareyê didomin.
