BIÇE NAVEROKÊ
SIYASET1 DEQE XWENDIN

Sibê li Dersimê civîna pêvajoyê: Walî, îstîxbarat û serokên TEM li ser masayek

Dersim sibê mêvandarê civînek asta bilind a ewlekariyê ye. Mijara sereke pêvajoya «Tirkiyeya Bêterorîzm» e. Wezîrê Karên Hundir yê Tirkiyeyê Mustafa Çiftçi, walîyên 8 parêzgehan û rêveberên jor ên cendirme û ewlekariyê wê li hev bicivin.

PARVE BIKE
Sibê li Dersimê civîna pêvajoyê: Walî, îstîxbarat û serokên TEM li ser masayek

RastinewsSibê li Dersimê, di çarçoveya pêvajoya «Tirkiyeya Bêterorîzm» de civînek asta bilind wê bibe. Serokatiya civînê Wezîrê Karên Hundir yê Tirkiyeyê Mustafa Çiftçi wê bike.

Walîyê Dersimê jî dê di civînê de be. Walîyên Adıyaman, Bayburt, Elazığ, Erzincan, Erzurum, Malatya û Urfa jî dê beşdar bibin. Kumandanên cendirme û serokên ewlekariyê yên van parêzgehan jî wê li ser masayê bin.

Fermandarê Giştî yê Cendirmeyê Orgeneral Ali Çardakcı û Rêveberê Giştî yê Ewlekariyê Ali Fidan jî dê werin Dersimê. Serokên îstîxbaratê yên herdu dezgehan jî dê beşdar bibin. Serokên Şaxên Têkoşîna Dijî Terorê (TEM) jî dê li civînê amade bin.

Di civînê de rewşa ewlekariyê ya herêmê wê bê nîqaşkirin. Xebatên li ser pêvajoyê jî wê bêne axaftin.

Civîna yekem li Batmanê hat kirin

Çiftçi, civîna yekem a pêvajoya «Tirkiyeya Bêterorîzm» di 17ê Cotmehê de li Batmanê li dar xist. Li wê civînê walîyên Ağrı, Batman, Bingöl, Bitlis, Amed, Hakkari, Mardin, Muş, Siirt, Şırnak û Wan beşdar bûbûn.

PARVE BIKE

Şîrove

Şîroveyekê binivîse

NÛÇEYÊN PÊŞ

    Sibê li Dersimê civîna pêvajoyê: Walî, îstîxbarat û serokên TEM li ser masayek — Rastinews