Ji Hollywoodê banga ji bo Panahî
Zêdetirî 200 sînemager û dezgeh, di nav wan de Mark Ruffalo, Tilda Swinton û Barry Jenkins jî hene, ji bo cezayê hepsê yê pênc sal û yek mehî yê li derhênerê îranî Cafer Panahî hat birîn, hatin vekirin bêne betal kirin.

RastinewsZêdetirî 200 pîşekarên sînemayê û dezgeh, di nav wan de Mark Ruffalo û Tilda Swinton jî hene, daxuyaniyek piştgiriyê ji bo derhênerê îranî Cafer Panahî weşandin.
Di nav îmzedaran de derhênerê bi fîlmê Moonlight xelata Oscarê standiye Barry Jenkins jî heye. Juliette Binoche, Michael Moore û Laura Poitras jî îmze kirin. Derektorê Festîvala Fîlman a Venedîkê Alberto Barbera û derektora Festîvala Fîlman a Berlînê Tricia Tuttle jî piştgirî dan Panahî.
Dadgeha Şoreşê ya Tehranê meha borî Panahî bi pênc sal û yek mehî hepsê cezakir bû. Dadgehê her weha biryar da ku mal û milkên derhêner bên desteserkirin, hesabên wî yên bankê bêne cemidandin, du salan destûra derketina derveyî welat nebe û du salan li ser medyaya civakî qedexe bimîne. Di daxuyaniyê de hat gotin ku ev biryar bi kedereke kûr hatine dîtin.
Îmzekaran anîn bîra xwe ku Panahî her çiqas ji risqan haydar bû jî, ji ber girêdayîbûna xwe bi welêt, meha adarê vegeriyabû Îranê. Panahî her carê gotibû dixwaze li Îranê bimîne û li wê derê bixebite.
Di daxuyaniyê de hat destnîşankirin ku fîlmên Panahî di 30 salên dawî de pirek di navbera cîhanê û gelê Îranê de ava kirine. Sînemageran gotin ku xebatên derhêner, tevî hemû zextên bêdengkirinê, Îran û Îraniyan li ber çavê cîhanê girtine.
Di daxuyaniyê de hat gotin: «Em bi hemû Îraniyên ku ji ber Panahî û xebatên wî, ji aliyê hikûmeta xwe ve tên zilmkirin re, di nav yekgirtinê de ne.» Û ji Dadgeha Şoreşê ya Tehranê hat xwestin ku hemû biryarên li dijî Panahî betal bike. Îmzekaran her weha Îran vexwendin ku li gorî Peymana Navneteweyî ya Mafên Sivîl û Siyasî, ku Îran beşdarê wê ye, tevbigere.
Daxuyanî, bi pêşengiya Koalîsyona Navneteweyî ya Derhênerên Fîlman ên di Bin Rîsk de, bi hevkariya komekê sînemageran ji DYE û Ewropayê hat amadekirin. Festîvala Fîlman a Cannesê jî berê zextên dadweriyê li ser Panahî şermezar kiribû û xwestibû ku hemû astengiyên li ser gerîn, fîlmçêkirin û azadiya îfadekirina derhêner bêne rakirin.
Panahî bi fîlmê xwe «It Was Just an Accident», ku rexneyên tûj li hikûmeta Îranê û îşkenceyên di girtîgehê de dike mijar, sala 2025an li Cannesê Palmiya Zêrîn stand. Derhêner ji sala 2010an û vir ve gelek caran hat girtin û bi qedexeyên fîlmçêkirin û derketina derveyî welat re rû bi rû ma.
Li gorî nûçeya Varietyê, hejmara kesên beşdarî vê daxuyaniyê dibin, berdewam zêde dibe.
