Di operasyona HEVBENDÎ de siyasetmedarên Kurd hatin desteserkirin, dadgehê hatin şandin

RastinewsLi dijî rêvebirên Hevbendiya Neteweyî ya Kurdistanê (HEVBENDÎ) li şeş bajaran operasyon hat kirin. Di van operasyonan de 14 siyasetmedarên Kurd hatin desteserkirin.
Piştî lêpirsîna li ezbata polîsan, ew hatin şandin dadgehê.
Operasyon ji Amedê ve hatin birêvebirin. Li Amed, Riha, Êlih, Îdirê, Enqere û Stenbolê hatin kirin.
Di nav yên hatin desteserkirin de ev kes hene: Serokê Giştî yê Partiya Sosyalîst a Kurdistanê (PSK) Bayram Bozyel, Cîgirê Serokê Giştî yê PSK Hasan Dağtekin û nûnerê PÊLKURD Fuat Önen.
Bayram Bozyel û Hasan Dağtekin di operasyonên roja berê de hatibûn desteserkirin. Niha ew li Enqereyê li ber dozgeriyê îfade didin.
Li gorî nûçeya Rûdawê, du kesên li Îdirê hatin desteserkirin jî li dozgeriyê îfadeya xwe didin.
Li Amedê jî 10 kesên desteser, piştî lêpirsîna ezbata polîsan, hatin şandin Edalata Amedê.
