Patrîkên Sûriyeyê gazî rêvebiriya Şam kirin: Êrîşên li ser Mesîhiyan ne bûyerên bêserûber in
Patrîkên sê kilîsên mezin ên Sûriyeyê daxuyaniyek hevpar weşandin. Wan li ser êrîşên li ser Mesîhiyan, revandina mirovan ji bo bacê û êrîşa li ser metranek sekinîn. Patrîkan got êrîş «ne bûyerên bêserûber in» û ji rêvebiriya Şam xwestin lêpirsîn bikin û hesab bipirsin.

RastinewsPatrîk û serokên kilîsên Sûriyeyê duh li Şam daxuyaniyek hevpar weşandin. Daxuyanî li dijî êrîşên li ser Mesîhiyên welat bû.
Di daxuyaniyê de hat gotin: «Me êrîşên pîs û dubare yên li ser gelê Sûriyeyê, bi taybetî li ser Mesîhiyan, bi fikar û hêrs şopandin.» Patrîkan got: «Ev êrîş ne bûyerên bêserûber in. Çu carî jî nebûne.»
Destên metran û çavên wî hatin girêdan
Di daxuyaniyê de wek êrîşa dawî, êrîşa li ser Metran Yûhenna Abdo Erbaş hat destnîşankirin. Ev metran yê Katolîkên Rûmên Melkî yê Humus, Hemê, Nebek û Yabrûdê ye. Destên metran û çavên wî hatin girêdan. Devê wî hat girêdan. Nivîsgeha wî hat talankirin.
Patrîkan jî anîn bîra xwe ku li Sukeylebiyeyê, bajarokek Mesîhî li gundên Hemê, bi awayekî sîstematîk êrîş û revandina mirovan ji bo bacê qewimiye. Di daxuyaniyê de wek mînak wêneyên ku îşkenceya li Zêrîngerê Maher Sankerî dinimînîn jî hatin bibîranîn.
«Nabe em bibin hedefa hêsan an jî nûkeya êrîşan»
Serokên kilîsan xwestin ku desthilatdar berpirsiyariya xwe bi cih bînin. Divê ew lêpirsîna pêwîst bikin û encaman bi wan parve bikin. Patrîkan tekez kirin ku nabe Mesîhî bibin hedefa hêsan an jî nûkeya êrîşan. Wan girêdana xwe ya li gel Misilmanan, li ser bingeha hemwelatîbûna temam û wekhev, dîsa anî ziman.
Daxuyanî bi îmzeya Patrîkê Rûmên Ortodoks X. Yûhenna, Patrîkê Siryanîyên Ortodoks Mor Îgnatîûs Efrem II û Patrîkê Katolîkên Rûmên Melkî I. Yûsiv Ebsî hatiye şandin. Rêvebiriya Şam heta niha tu daxuyanî li ser vê mijarê nedaye.
Piştî êrîşek ku di meha adarê de li Sukeylebiyeyê qewimî, patrîkan jî daxuyaniyek hevpar dabûn. Wê demê gazî hukûmetê kiribûn ku çekan bixin bin kontrolê û hemû hemwelatiyan bêyî cudahiya dîn biparêzin.
Di êrîşa xwekujiyê ya li Kilîsa Mar Îlyas a Şamê de, di Hezîrana 2025an de, nêzî 25 kesan jiyana xwe winda kiribûn.
