Remezan Bakur: Başûr nebû navenda neteweyî ya Kurdan

RastinewsHeta niha min li ser zimanê Kurdî dinivîsî. Lê vê carê, ji ber bûyerên dawî yên li Başûrê Kurdistanê, min xwest tiştekî din bikim. Min xwest bi hin serboriyên xwe, rewşa îroyîn a Başûr ji xwîneran re hinekî zelal bikim. Mixabin ji berê de, li ba siyasetmedar û rêxistinên siyasî yên Başûr, aqilê dewletê tune bû. Hêjî jî tune ye. Mexseda min ne reşkirin e. Ne jî nivîsîna dîroka nêzîk a Başûr e. Lê bi hin serboriyên xwe, ez dixwazim xwîner fêm bikin. Bila bizanibin li Başûr çawa hişmendî û têgihîştin heye.
Li çar parçeyên Kurdistanê, û li nav Kurdên cîhanê, hêvîyek hebû. Ew hêvî hêjî jî heye. Hêvî ev bû: Başûrê Kurdistanê bibe bingeheke giştî û netewî, ji bo her çar parçeyên Kurdistanê û Kurdên cîhanê. Lê dîsa dibêjim, mixabin li Başûr hişmendiyeke li gor van hêviyên gelê Kurd tune bû. Ji destpêka şoreşa Başûr heta îro, wan hevgirtin nekiriye. Şûna ku bi hev re ji bo azadiya gelê Kurd û dewletbûna Kurdistanê bixebitin, dijberiya hev kirine. Gelek caran di demên borî de birakujî jî kirine. Hêjî jî dijberiya hev dikin. Sala 1986an, min cara yekê çû Başûrê Kurdistanê. Li herêma Behdînan, li derdora çiyayê Metînê, ez li gel hêzên Pêşmerge rûniştim. Li çend gund û cihan bi wan re axivîm. Pirs jê kirin, guhdariya wan kir. Wê demê li wê herêmê gelek hêz û yekîne hebûn: hêzên PDKê, hinekî kêmtir hêzên YNKê, yekîneyên PKKê, û yekîneyên Partiya Komunîst a Iraqê. Baregehên wan ên bi navê «meqer» jî hebûn. Asûriyên Başûr jî partiyek ava kiribûn, bi navê Partiya Rizgariya Asûriyan. Çekdarên wê partiyê jî hebûn. Di wê demê de şerê Îran û Iraqê bi tevahî germahiya xwe didomand.
Dema ez bi pêşmergeyan re rûniştim, fermandarê wan behsa şoreşê kir. Min jê pirsî: «Çima hûn partiyên Kurdistanê vê derfetê bi kar nayînin, ji bo azadiya Kurdistanê? Şerê Îran û Iraqê didome. Hûn dikarin çek bi dest bixin. Çima hûn hêzeke leşkerî ya netewî ava nakin?» Fermandar got: «Hewce nake em tiştekî wisa bikin. Em jixwe bi hemû partiyên dijî dewleta Iraqê re, di şoreşê de hevpeyman in.» Min pirseke din jê kir. Min got: «Heke dewletên Îran û Iraq li hev bên û şerê xwe bidomînin, hûn ê bikarin gelê Kurd biparêzin û Kurdistanê rizgar bikin.» Fermandar got: «Tiştekî wisa çênabe. Em bi dewleta Îranê re hevpeyman in. Heta em negihîjin armanca xwe, heta mafê me nehatibe dayîn, dewleta Îranê piştgiriya xwe ji me venakişîne. Dewleta Îranê bi zagonên şerîetê tê birêvebirin, li gor dadmendiya Quranê tevdigere. Ew neheqiyê li me nake.» Min got: «Hûn çawa bi dewleta Îranê bawer dikin? Dewleta Îranê perçeyek ji Kurdistanê dagir kiriye. Mafê gelê Kurd nedaye wan. Heke dewleta Îranê ewqas dadmend e, çima mafê Kurdên Rojhilat nade Kurdên Rojhilat?» Dema min ev pirs kir, fermandar xeyidî û hêrs bû. Bersiveke ji mijarê dûr da. Got: «Hûnê xortên Bakur, jixwe bêbawer in.» Ev bersiv min şaş hişt. Min êdî pirs jê nekir. Min li xwe got: dibe ku ev kes nezan be, dibe ku ew ji plansaziya stratejîk a partiya xwe bêhay be. Min ev mijar li cihên din ên wê herêmê jî, bi pêşmergeyên din re vekir. Min dît ku hemû xwedî heman raman, heman bawerî û heman gotin in. Ez pir xemgîn bûm. Ji şoreş û doza wan bêhêvî bûm.
Dema min cara duyem çû Başûrê Kurdistanê, ez bûme şahidê bûyereke balkêş. Ew bûyer bi serê xwe têra nivîseke dirêj dike. Li gundê Bêsifkê, li herêma Behdînan, axayekî serokê caşan hebû. Navê wî Cehferê Bêsifkî bû. Saddam Husên bi tometa alîkariya pêşmerge ew kuşt. Piştî kuştina Cehferê Bêsifkî, caşên girêdayî wî bûne alîgirên pêşmerge. Bi pêşmerge re êriş birine ser baregeha leşkerî ya bi navê Mangêjik. Pêşmerge û caşên Cehferê Bêsifkî baregeha Mangêjikê girtin. Leşkerên Saddam tev dilgiriya xwe girtin. Dest danîn ser depoya çekên wan. Ev çalakiya pêşmerge li ajansên cîhanê deng vedan. Ez pir kêfxweş bûm, bi taybetî ji ber depoya çekan. Min digot qey gelek çek ketine destê pêşmerge, û pêşmerge wê bi wan çekan hêzdar bibe. Lê piştî çend rojan, min bihîst ku pêşmerge û caşên Cehferê Bêsifkî ew çek firotine qaçaxçiyan. Bi çavên xwe dîtin ku qaçaxçî wan çekan li hêstiran bar kirin, da ku biçin Bakurê Kurdistanê û li wir bifrotin. Ez şaş mabûm. Min ji her kesî re digot: gava çekên ketine destê hêzekê bên firotin, wateya wê ev e, ew ne hêzeke netewî ye. Ew hêzeke milîs e. Heke endamên hêzekê çekên xwe bifroşin, di wê hêzê de aqilê dewletê tune ye. Bi hêzeke wisa, ne welat û ne jî dewlet tên avakirin.
Piştî wê carê, min gelek caran dîsa çû Başûrê Kurdistanê. Piştî şerê Îran-Iraqê bi dawî bû, tevgera Enfalê dest pê kir. Ez çûme Başûr di wê demê de jî. Min dît ku hêzên pêşmerge ji hev belav bûbûn. Bi navê «pêşmerge» ne kes û ne jî tiştek maye. Xelkê Başûr bêparastin ma, li ber êrîşên Enfalê. Kesên xwe bi navê pêşmerge dinav kirin, min ew dîtin li ser sînorê Tirkiyê. Çekên xwe radestî leşkerên tirk dikirin, da zûtir derbasî Bakur bibin. Min pir heyf xwarin, hem bo wan çekan, hem bo wî perçeyê Kurdistanê. Piştî Enfal û serhildana sala 1992an, careke din ez çûme Başûr. Wê demê xêza 36an a cîhanî hatibû ragihandin, ji bo qedexekirina firîna firokeyên cengî. Dewleta Tirk wê demê gef li Başûr dixwar, dixwest Başûr dagir bike. Pêşmerge li serê Çiyayê Bêxêr çeperên parastinê dikolan. Min li Zaxo û Duhokê bi berpirsên PDKê hevdîtin kir. Min ji wan re got: hûn ê xwe biparêzin an na? Berpirsên PDKê gotin: «Em amadekariyên parastinê dikin. Lê Dewletên Yekbûyî yên Amerîka û hevpeymaniya navdewletî me naparêzin. Em bi serê xwe nikarin xwe biparêzin. Em bawer dikin ku Amerîka û hevpeymaniya navdewletî wê me biparêzin.» Min ji wan re got: «Cihûyan di salekê de dewleta xwe ya Îsraîlê ava kirin. Di Rojhilata Navîn de bûne dewleteke mezin. Hûn di bin parastina xêza 36an de ne. Çima we partiyên Başûr heta niha hevgirtinek çênekiriye? Çima hûn jî, wekî Cihûyan, ji niha û pê ve hêzeke netewî ava nakin, da hûn bikarin xwe biparêzin?» Bersiv tenê ev bû: «Em nikarin.» Tiştekî din negot.
Dîsa di sala 2015an de, ez li Başûrê Kurdistanê bûm. Ji bo romana xwe ya duyem, bi navê «Jinek û Jiyanek: Leyla Tiyarî», lêkolîn dikir. Wê demê di navbera PDKê û YNKê de nakokî hebûn. Min serdana hin berpirsên Zaxo, Duhok û Akreyê kir. Li ser nakokiyên herêmê axivîn. Berpirsên siyasî bi heman hişmendiyê dipeyivîn. Digotin: «Heke YNK bê, bi me re be û gotina me bike, em ê bi hev re xizmeta xelkê xwe bikin. Eger na, ew li herêma xwe be, em jî li herêma xwe bin. Hûn jî xwe tevlî karê me nekin. Ev Kurdistana me ye, hûn jî herin Kurdistana xwe.» Ji bilî rewşa siyasî, li ser gelek mijarên din jî axivîn: perwerdeya bi zimanekî hevbeş, yekbûna hêzên pêşmerge di bin yek fermandariyê de, fermîbûn û rêxistinên fermî, dadgeh û dadwerî ya Başûr. Ez di vê nivîsê de naxwazim van hemû mijar û serboriyên xwe bi berfirehî binivîsim.
Bi kurtahî ez dibêjim: li gor ya min li Başûr dîtî, û ya min ji berpirsan bihîstî, ew ji aqilê dewletê gelek dûr in. Ez bawer nakim Başûrê Kurdistanê bibe bingeh û navendeke giştî, ji bo paşeroja xwe, ji bo parçeyên din ên Kurdistanê, û ji bo Kurdên cîhanê. Çu carî bi xwe li hev kom nebûne, hevgirtin çênekirine. Her tim dewletên hevpeymaniya navdewletî û Amerîka ew li hev anîne. Bi baweriya min, partiyên Kurdistanê li her çar parçeyan, ji erk û armancên netewî û dewletbûna gelê Kurd gelek dûr ketine. Ketine ber berjewendiyên xwe û rêxistinên xwe. Li her çar parçeyên Kurdistanê, gel ji destê rêxistin û partiyan, Kurd û Kurdistan hewceyî vejîneke nû ne.
Dema parlamentoya Başûrê Kurdistanê cara yekê li hev civiya, hevjîna serokkomarê berê yê Fransayê, Danîel Mîteran, gotarek pêşkêş kiribû. Şîreta min ji her Kurdekî re ev e: gotara gorbihuşt Danîel Mîteranê guhdar bikin.
Ramanên di vê nivîsê de yên nivîskarê wê ne; dibe ku bi siyaseta weşanê ya Rastinews re bihev bikin, dibe ku nekin. Rastinews platformeke azad e ku ji ramanên cuda re vekirî ye.
