BIÇE NAVEROKÊ
CÎHAN1 DEQE XWENDIN

Li Kosta Rîka rojnamevanê ku kartêlên narkotîkan nivîsîbû, bi çekan hat kuştin

Rojnamevanê Kosta Rîkayî Camilo Rodriguez, kesên ku tawana qaçaxçîtiya narkotîkan dikin eşkere nivîsîbûn. Duh li nêzîkî San Jose bi êrîşa çekdar jiyana xwe winda kir. Serdozger got cihê bûyerê êrîşa kuştiyarên kirêgiriyê tîne bîra mirov.

PARVE BIKE
Li Kosta Rîka rojnamevanê ku kartêlên narkotîkan nivîsîbû, bi çekan hat kuştin

RastinewsRojnamevanê Kosta Rîkayî Camilo Rodriguez, duh li ser rêya sereke ya dora San Josê, paytexta welêt, bi êrîşa çekdar hat kuştin. Rodriguez 51 salî bû. Ew bi îdiayên xwe li ser kesên ku guman li wan dikir qaçaxçîtiya narkotîkan dikin û hem jî siyasetmedar nas dibû.

Li gorî Xaça Sor, êriş di saet 15:20'ê bi demjimêra herêmî de, di demek trafîk qerase de qewimî.

Serdozger Carlo Diaz, ji televîzyona herêmî Extra Noticias re diyar kir ku li cihê bûyerê gelek şûnên gulebaranê hatine dîtin. Li gorî Diaz, cihê bûyerê êrîşa kuştiyarên kirêgiriyê tîne bîra mirov. Îhtîmala wê heye ku êriş bi îdiayên Rodriguez ve girêdayî be. Serdozger navê tu gumanbarî nedan.

Diaz got: «Ew rojnamevanek bû ku navên kesên ku bi qaçaxçîtiya narkotîkan girêdayî dihesiband, eşkere dida». Diaz got Rodriguez berê jî gotibû ku ew heta nuha hatiye tehdîtkirin, lê wî parastin qebûl nekiribû.

«Leke li ser azadiya îfadeyê»

Laura Fernandez, Serokê Dewleta Kosta Rîka, êriş bi mesajek vîdeoyê şermezar kir. Fernandez got: «Çi dibe bila bibe naveroka weşanên wî, ya ku îro li welatê me qewimî, leke li ser azadiya îfadeyê ye».

Rêyên Rodriguez û Fernandez berê jî li hev ketibûn. Fernandez di Tîrmeha 2025'an de îdiayên Rodriguez li hemberî xwe derewîn hesibandibû û gotibû ku dê biçe ser rêya qanûnî.

Li gorî nûçeya Reuters, ev kuştina rojnamevanê ewil e ya ku di 25 salên dawî de li Kosta Rîka tê zanîn. Êrîşa dawî li ser xebatkarekî medyayê li welêt di Tîrmeha 2001'ê de qewimîbû. Hilberînerê radyoyê Parmenio Medina, li Santo Domingo, nêzî herêma ku Rodriguez tê de hat gulebarankirin, bi êrîşa çekdar hatibû kuştin.

Kosta Rîka salên dirêj wekî yek ji welatên herî aştiyane yên Amerîkaya Navîn dihat dîtin. Lê navbera 2013 û 2023'an de rêjeya kuştinê du qat zêde bûbû.

PARVE BIKE

Şîrove

Şîroveyekê binivîse

NÛÇEYÊN PÊŞ

    Li Kosta Rîka rojnamevanê ku kartêlên narkotîkan nivîsîbû, bi çekan hat kuştin — Rastinews