DYE: Rawestana firînê ya herî dirêj ji 11'ê Îlonê vir ve. Duffy pargîdaniyek nîşan da
Arîzeya ku roja înê li DYE'yê di tora kontrola trafîka hewayî de dest pê kir, roja yekşemê jî bandor li zêdetirî 5 hezar 200 firînan kir. Wezîrê Trafîkê yê DYE Sean Duffy got ku tu şopa êrîşa sîber nehatiye dîtin. Wî got hêvî dikin ku îro firîn bi temamî vegerin rewşa normal.

RastinewsArîzeya ku roja înê firîna sivîl li DYE'yê xistibû rawestgehê, roja yekşemê jî bandor li firînan kir. Li gorî daneyên platforma şopandina firînan FlightAware, roja yekşemê zêdetirî 1600 firîn hatin betal kirin. Nêzîkî 3600 firîn jî hatin paşxistin.
Roja şemiyê rewş hê xerabtir bû. Pargîdaniyên firînê yên bingeha wan li DYE'yê wê rojê zêdetirî 6400 firîn betal kirin. Zêdetirî 8 hezar firîn jî hatin paşxistin. JetBlue %27'ê firînên xwe betal kir, American Airlines jî %13'ê firînên xwe betal kir.
Dezgeha Hewayî ya Federal (FAA) roja înê hilfirîn li seranserê welat bi qasî pênc saetan rawestandibû. Ev, ji êrîşên 11'ê Îlonê 2001'an vir ve rawestana firînê ya herî dirêj a li seranserê DYE'yê bû.
«Delîlê êrîşa sîber tune»
Duffy roja yekşemê beşdarî bernameya This Week ya kanala ABC bû. Wî got tu delîl tune ku arîze ji êrîşek sîber an destwerdaneke exlaqxerab çêbûbe. Lê wî got hîn ne diyar e ka pirsgirêk ji ku derketiye.
Wezîr got firîn dê roja yekşemê baştir bibin. Wî got piştî roja duşemê firîn dê bi îhtîmaleke mezin bi temamî vegerin rewşa xwe ya normal.
Cîhaza li Arkansas, Teksas tehrîk kir
Li gorî gotina Duffy, arîzeya zincîreyî bi guhertina rêberê (router) li saziyeke FAA ya li bajarê El Dorado ya Arkansas dest pê kir. Ev guherrin li cîhazeke din a rêber, ku demek berê li Amarillo ya Teksasê hatibû nûkirin, pirsgirêk çêkir.
Cîhaza li Amarillo dest bi şandina daneyên zêde ji navendên kontrola trafîka hewayî yên li seranserê welat re kir. Vê yekê sîstem qelandin. Duffy got heman kar berê bêyî pirsgirêk hezaran caran hatibû kirin. Lê sedema vê carê hîn nayê zanîn.
Çav li ser L3Harris
Duffy roja şemiyê bi hevkariya Serokê FAA Bryan Bedford, L3Harris Technologies sucdar kiribû. Ev pargîdanî binesaziya ragihandinê ya FAA bi rê ve dibe. Wî got pirsgirêk dest pê kir dema xetên telekomunîkasyonê yên saziyeke FAA ji kabloya sifir derbasî fiberê dibûn. Wî destnîşan kir ku ev pargîdanî zêdetirî 20 sal in xizmetê dide FAA'yê.
«Ya ku em niha hewl didin diyar bikin ev e: gelo ev kêmasiyek e an na. Em hîna nizanin gelo xeletiyek sazkirinê ji aliyê L3Harris ve heye, an jî wan rêbereke xerakirî daniye» got wî.
Li gorî nûçeya Reuters, FAA fonksiyona wan rêberan, ku arîze bi wan dest pê kiribû, rawestand. Dezgehê wek tedbîr heman gav li nêzîkî 60 cîhazên dişibin wan ên di sîstema kontrola trafîka hewayî de jî avêt.
