Piştî supermarket û bankeya xwînê niha jî La Poste: Li Fransayê daneyên 22 mîlyon kesan hatin dizîn
Pargîdaniya postê ya netewî ya Fransayê, La Poste, piştrast kir ku di êrîşa sîber de ya li dijî binpargîdaniya wê Maileva, di nîvê îlonê de, daneyên 22 mîlyon kesan hatin dizîn. Lêpirsîna edlî li ser vê bûyerê didome.

RastinewsPargîdaniya postê ya netewî ya Fransayê La Poste ragihand ku di êrîşa sîber de ya li ser platforma Maileva, ya di nav Docaposte de, daneyên 22 mîlyon kesan hatine dizîn. Ev hejmar nêzîkî sêyeka nifûsa welat e.
Maileva platformek e. Pargîdanî bi rêya vê platformê fatûre, bordro, nameyên bi israr û nivîsarên fermî li ser întermetê dişînin. Zêdetirî 70 hezar bikarhênerên pargîdanî yên vê platformê hene.
Êrîş di nîvê îlonê de qewimî. Docaposte platform şeş rojan girtî hişt. Xizmet di 29ê îlonê de dîsa hat vekirin.
Dibe ku naveroka nameyan jî hatibe xwendin
Di nav daneyên dizîbûyî de, nav, paşnav û navnîşanên postê yên xerîdarên pargîdaniyên ku Maileva bikar tînin hene. Çapemeniya Fransî nivîsî ku êrîşkaran gihîştine naveroka hin nivîsaran jî.
Tê gotin ku di nameyên bîranîna dayînê de, hejmarên fatûreyan, dîrokên dermankirinê û mîqdarên deynê jî derketine. Ev agahî ne hatiye piştrastkirin. La Poste di vê mijarê de kîtekît nedaye.
Pargîdaniyên xaniyên civakî yên wek Flandre Opale Habitat û Altéal, di destpêka mijdarê de ragihandin ku daneyên kirêdarên wan di vê êrîşê de derketine. Çapemeniya Fransî hişyarî da ku navnîşanên dizîbûyî dibe ku di dolabîtiyê de bi fatûre û nameyên derewîn werin bikaranîn.
Supermarket û bankeya xwînê jî bûn hedef
Şeva di navbera 11 û 12ê cotmehê de, pergalên sarkerê bi sedan supermarketan hatin hacîkirin. Wezîrê Darayî yê Fransayê Roland Lescure ragihand ku nêzîkî 700 firoşgeh, di nav de Carrefour, Intermarché, Monoprix û Coopérative U, bandor bûne. Firoşgehan neçar man hejmareke mezin a berhemên sar ji holê rakin.
Şeva di navbera 1 û 2yê mijdarê de jî pargîdaniya Coolworld, ya ku xizmeta sarkerê dide Rêxistina Xwînê ya Fransî (EFS), bû hedef. Êrîşkar germahiya depoyên plazmayê ji minûs 30 derece heta zêde 110 derece hildan. Teknîsyenê wezîfedar rewş fêm kir. Rêxistin ragihand ku ti bandorek li ser tenduristiyê nehatiye dîtin.
Hê nayê zanîn ku kî li pişt van êrîşan e. Li gorî nûçeya Le Figaro û AFP, La Poste di 14ê mijdarê de ragihand ku lêpirsîna edlî ya li ser êrîşa Maileva didome.
