Li Almanyayê qedexeya alkolê li îstasyonên trenê: Deutsche Bahn ji encamê razî ye
Rêhesinên Alman (Deutsche Bahn) ragihand ku encamên pêşîn ên qedexeya vexwarina alkolê, ya ku mehek berê li hemû îstasyonên trenê yên welat dest pê kir, erênî ne.

RastinewsAxaftvanê şirketê ji Koma Medyayê Funke re daxuyanî da. Li gorî wî, ji destpêka qedexeyê heta niha karmendên ewlehiyê yên Deutsche Bahn zêdetirî 15 hezar kes hişyar kirin. Ev kes li îstasyonan bi vexwarinên alkolîk di destan de hatibûn dîtin.
Piraniya kesên hişyarkirî qedexe fêm kirin. Wan şûşeyên xwe rakirin an jî ji îstasyonê derketin. Axaftvan got, biryara derxistina ji îstasyonê tenê di çend bûyeran de hatiye dayîn.
Ji 15'ê Cotmehê û vir ve, li seranserê Almanyayê vexwarina bîra, şerab, araq û vexwarinên din ên alkolîk li cihên girtî û li perona îstasyonan qedexe ye. Dikan û xwaringehên nava îstasyonan ji vê qedexeyê derveyî ne. Lê belê li trenan alkol hêj jî wek qaîde serbest e.
Piranî piştgiriya qedexeyê dike
Axaftvan got, bi qedexeyê re zibilên li îstasyonan û niqaşên navbera mirovan kêm bûne. Li gorî wî, ji bo rêwiyan û karmendên Deutsche Bahn jîngehek aramtir çêbûye. Axaftvan destnîşan kir ku şirket bi vê pratîkê «gavek din ji bo zêdekirina ewlehî û paqijiya li îstasyonan avêtiye».
Axaftvan behsa lêkolînek nûnertiyê ya raya giştî jî kir. Di vê lêkolînê de 80 sedî beşdaran piştgirî da qedexeya alkolê.
Gelo qedexe tê rêzgirtin an na, yekîneyên ewlehiyê yên şirketê bi gerên rûtîn kontrol dikin. Polîsê Federal tenê di dema niqaşekê de ji bo alîkariyê tê gazîkirin.
Li gorî nûçeya Deutsche Welle, Deutsche Bahn ji sala borî heta niha hejmara personelê ewlehiyê ji 4 hezar û 500 derxist 5 hezarî.
