BIÇE NAVEROKÊ
SIYASET3 DEQE XWENDIN

Tayîp Temel: Kurula Ocalan zû dest bi xebatê dike, erkên vegeriyan Ocalan yek bi yek diyar dike

Birêz Ocalan dikare gelên Tirkiyeyê jî qanih bike. Dibêje: «Ez ê hemû wêneyên li ser min li gelên Tirkiyeyê têk bibim û projeya xwe pêşkêş bikim.» Amadekariyên me hene; ji bo pêşvebirina civaka demokratîk a komunal li Bakurê Kurdistanê û Tirkiyeyê xebat hene. Dibe ku ev bi kongreyekê bê ragihandin. Em jî li benda vegeran in; hem ên endamên tevgerê, hem jî yên li derveyî welat. Ew jî dê bibin dînamîkên mezin. Birêz Ocalan ji bo vegeriyan jî dibêje: erkên wan ez ê yek bi yek diyar bikim.

PARVE BIKE
Tayîp Temel: Kurula Ocalan zû dest bi xebatê dike, erkên vegeriyan Ocalan yek bi yek diyar dike

RastinewsAlîkarê Hevserokê Giştî yê DEM Partî, Tayîp Temel, li ser kanala Nûçe TV axivî. Li ser «Pêvajoya Aşitî û Civaka Demokratîk» nirxandin kir.

Temel got pêvajo digel gelek zehmetî û asteng gihaşt qonaxekê. Gavên ku dê bên avêtin ji bo her du aliyan dijwar in. Wî got ev pêvajo bi vîna Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan gihaşt vê xalê. Temel got: «Heke Rêber Ocalan tunebûya û xwestina gelê Kurd ya parastina xwe di vê agirî de tunebûya, ji bilî wî kesî din ji Tevgera Azadî ev gav neavêta»

Temel got ev pêvajo ji bo her du aliyan sûd dide. Wî got: «Ji 27'ê Sibata 2025'an ve navbera dewletê û Tevgera Azadî de agirbest heye. Şer sekinî. Ev qonaxa yekem bû. Tevgera Azadî gavên pêwîst avêt. Xwe hilweşand û çekan şewitand. Di tu pêvajoyekê de gavên bi vî rengî mezin neavêtibûn. Avakirina komîsyona Meclîsê, çûna komîsyonê berbi Girava Îmrali, û derxistina qanûna çarçoveyê jî encama danûstandinan e»

Xalên girîng yên axaftina Tayîp Temel wiha ne:

«Îro divê gav bê avêtin. KCK jî dibêje êdî divê gav bê avêtin. Çima gihaşt MGK'yê û li wir asê ma? Li pey vê rewşê nêzîkatiyek heye. Mînak, gotinên Bahçeli û berpirsên dewletê jî nîşan didin ku dewlet jî di vê qonaxê de hewceyê pêvajoyê ye. Dewlet di vê konjonktûra nû de bêyî vê pêvajoyê nikare pêş bikeve. Ji ber ku gelê Kurd tune nebû. Gelê Kurd kefen qetand û tune nebû. Ji ber vê yekê êdî dê kurula ku Abdullah Ocalan tê de ye dest bi xebatê bike. Şert û mercên wê dê bên rêkûpêk kirin, xebat dê bidomin. Ez bawer dikim: kurula ku Abdullah Ocalan tê de ye di demek nêzîk de dest bi xebatê dike û ev yek jî dê bê ragihandin. Piştî wê em rojnamevan dê biçin û bi awayekî azad bi wî re biaxivin. Peywendiya rasterast ya Abdullah Ocalan bi gel re jî dê were sazkirin.»

«Koordînasyona kurulê Abdullah Ocalan dike»

Temel got, koordînasyona kurulê Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan dike û heyet dê dest bi xebatê bike. Wiha got:

«Heyeteke mezin dê bê avakirin. Ew ji parêzer, Birêz Ocalan, çalakvan, rewşenbîr û siyasetmedaran pêk tê. Koordînasyonê Birêz Ocalan dike. Dê dest bi xebatê bike. Piştî ragihandinê rojnamevan jî dê biçin. Danûstandin gihaştin vê qonaxê. Êdî divê werin bicîh kirin. Şert û merc dixin ku di demek nêzîk de ev heyet dest bi xebatê bike û rojnamevan jî biçin. Daxwaza Lîder Ocalan ev e ku rojnamevan biçin û raman wî rasterast bighîjînin raya giştî. Li gorî gotûbêj û danûstandinan êdî taloqkirin tune. Lîder Ocalan asêbûna pêvajoyê bi pêşbînî û pêşniyarên xwe derbas kir. Gelê Kurd li benda dengê Birêz Ocalan e. Birêz Ocalan dikare gelên Tirkiyeyê jî qanih bike. Birêz Ocalan dibêje: 'Ez ê hemû wêneyên li ser min hatine çêkirin li ber gelên Tirkiyeyê têk bibim û projeya xwe pêşkêş bikim.'»

Şert û mercên Abdullah Ocalan

Temel li ser şert û mercên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan axivî. Wî got yek ji pirsgirêkên herî mezin ên pêvajoyê ev e ku di vê mijarê de gav nehatine avêtin. Wiha got:

«Di kongreyê de Tevgera Azadî jî destnîşan kir ku ji bo avêtina gavan divê şert û mercên Birêz Ocalan baştir bibin. Em dibînin ku dewlet jî di danûstandinan de şertek datîne. Heta çek bi tevahî neyên rakirin, gav nayê avêtin. Ji ber vê yekê divê girtiyên siyasî bên berdan. Divê şaredariyên ku kayûm li ser hatine danîn werin vegerandin. Ev rewş di civaka Kurd de bêbawerî çêdike. Di her danûstandinê de rexneya me ji berpirsên dewletê re ev bû: hûn rê li ber baweriya civakê bi pêvajoyê digirin. Daxuyaniyên Bahçeli, Serokomar û İbrahim Kalın jî nîşan didin ku dewlet bi xwe hewceyê vê pêvajoyê ye. Gelê Kurd, dijî hemû polîtîkayên dewletê, dev ji doza xwe bernedaye. Zimanê xwe parast»

«Em jî li benda vegeran in»

Temel got DEM Partî xwe li gorî serdema nû amade kiriye. Wiha got:

«Rexneya Rêber Ocalan li me ev bû ku me serdem baş nexwendiye. Me nikaribû têkoşîn û danûstandinê bigihînin qonaxekê. Em dikaribûn vê pêvajoyê çêtir binirxînin. Lê belê amadekariyên me jî hene. Tevgera me ya siyasî-demokratîk bê guman gotûbêja mafên hiqûqî yên hebûna gelê Kurd dimeşîne. Lê di vê pêvajoyê de gotûbêja 'me çi stend, me çi da' şaş e. Divê em nebêjin 'dewletê neda'. Ev pêvajo pêvajoya avakirinê ye. Dewlet nade. Her tişt bi xurtkirin û mezinkirina têkoşînê pêk tê. Amadekariyên me hene; li Bakurê Kurdistanê û Tirkiyeyê xebat ji bo pêşvebirina civaka demokratîk a komunal hene. Dibe ku ev bi kongreyekê bê ragihandin. Em jî li benda vegeran in. Hem vegera endamên tevgerê, hem jî yên li derveyî welat. Ew jî dê bibin dînamîkên mezin. Birêz Ocalan ji bo kesên vegeriyan jî dibêje: 'Erkên wan ez ê yek bi yek diyar bikim.'»

Her kes çi ji destê wî tê bike

Temel li ser rexneyên li ser mafên netewî jî axivî û wiha domand:

«Mebesta Birêz Ocalan azadbûna Kurdan e. Ji Kurdbûnê tawîz nayê dayîn. Divê em bi hêz û evîna xwe bawer bin û dest bi xebatê bikin. Birêz Ocalan dibêje: 'Ez amade me hesabê 50 salan bidim, lê ez ê hesêb jî bipirsim.' Piştî ku Birêz Ocalan çû xaniyê nû, sekreterya wî jî hat xurtkirin. Ew li wir xebatên xwe didomîne. Birêz Ocalan li benda dîtina rojnamevan, çalakvan û akademîsyenan e. Dirûşma wî di vê pêvajoyê de avakirin e. Avakirina aşitî û civaka demokratîk e. Her kes çi ji destê wî tê, divê wê bike.»

PARVE BIKE

Şîrove

Şîroveyekê binivîse

NÛÇEYÊN PÊŞ

    Tayîp Temel: Kurula Ocalan zû dest bi xebatê dike, erkên vegeriyan Ocalan yek bi yek diyar dike — Rastinews