BIÇE NAVEROKÊ
CÎHAN2 DEQE XWENDIN

Qanûna îstîxbaratê ya ku Dobrindt jê re digot «reforma sedsalê» ji Meclisê derbas bû

Li Almanyayê Meclîs qanûnek nû pejirand. Ev qanûn hêza saziyên îstîxbaratê li hember kampanyayên sabotaj û dezenformasyonê zêde dike

PARVE BIKE
Qanûna îstîxbaratê ya ku Dobrindt jê re digot «reforma sedsalê» ji Meclisê derbas bû

RastinewsLi Almanyayê hêza saziyên îstîxbaratê zêde bû. Sedem metirsiyên ji Rûsya, Îran û Çînê têne nîşandan.

Guhertin ne tenê kapasîteya operasyonel a saziya îstîxbarata hundir (BfV) xurt dike. Kapasîteya saziya îstîxbarata derve (BND) jî xurt dike. Ev guhertin di wextekî de tên, dema ku serokê berê yê BND, August Hanning, bi tawana spîyonajiyê hatiye binçavkirin û saziyê di bin zext de ye.

Serokê BfV, Sinan Selen, di meha gulanê de got: «Em di bin metirsiya Rûsya de ne.» Li ser daxwaza wî ya guhertina desthilatan, hikûmetê proje di meha tebaxê de pejirand.

Meclisê projeya hikûmeta Friedrich Merz bi 309 dengên erê û 190 dengên na pejirand. 71 parlamenter jî dengê xwe negirt.

Vêca di vê qonaxa nû de saziyên îstîxbaratê yên Almanî dê çi karibin bikin ku berê nikaribûn?

Di îstîxbarata hundir de çi dê biguhere?

Saziya îstîxbarata hundir, BfV, bi taybetî bi çavdêriya partiya rastgirê tund Alternatîf ji bo Almanya (AfD) tê naskirin. Ji niha pê ve ev sazî dê tenê bi berhevkirina agahiyan û çavdêriya kesan neyê sinorkirin.

Di hin şertan de, dê bikaribe bi dizî têkeve malan. Dê bikaribe madeyên teqemenî û çekên ku peyda dike jê bêçalak bike.

Desthilatên dîjîtal ên saziyê jî berfireh dibin. BfV dê bikaribe analîzên daneyan bi alîkariya zîrekiya çêkirî bike. Dê bikaribe ji pêşkêşvanên xizmeta dayînê an ji platformên dîjîtal agahî bixwaze.

Herwiha destûr tê dayîn ku sazî di rewşên îstîsnayî de xortên 16 û 17 salî jî wek îxbarçî bikar bîne. Plan ew e ku ev tişt li ser rêxistinên rastgirê tund û komên îslamîst bên bikaranîn.

Operasyon li derveyî Almanyayê

BND, ya ku berpirsê îstîxbarata derve ye, jî desthilatên tevgeriyê distîne. Mînak, dê bikaribe serverên komên hacker ên li derveyî welêt bêçalak bike.

Heta niha erka vê saziyê tenê berhevkirina îstîxbaratê û parvekirina agahiyan bi hikûmetê re bû.

Di qonaxa nû de BND dê bikaribe li derveyî sînorên Almanyayê gavan bavêje. Mînak, dê bikaribe çalakiyên torên dezenformasyonê asteng bike an çek û materyalên sabotajê hilweşîne. Birina çekan a ajanên Almanî ber bi derveyî welêt ve jî hêsantir dibe.

Sînorên desthilatan hene

Koalîsyona hikûmetê bi vê reformê dixwaze berevaniya Almanyayê li hember saziyên îstîxbarata biyanî ya Rûsya, Çîn û Îranê xurt bike. Herwiha mebest ev e ku girêdana bi saziyên îstîxbaratê yên welatên heval re, bi taybetî ya DYE, kêm bibe.

Lê belê desthilatên nû bêsînor nînin. Mînak, ne BfV û ne jî BND destûra zordestiya polîsan wek binçavkirin an lêgerînê nîne.

Nihêniyên pîşeyî yên bijîşk, psîkoterapîst, parêzer û rojnamevanan jî di bin parastina taybet de dimînin. Herdu sazî jî nikarin bigihîjin sîstema nasnameya rûyê biyometrîk ya polîsan an torê kamerayan.

Destûr nayê dayîn ku BND li derveyî welêt bi zanebûn kiryarên bibin sedema birîndarbûn an mirinê bike. Welatên wek Tirkiye, DYE û Îsraîl, saziyên wan ên îstîxbaratê dikarin operasyonên jî kujer li axa biyanî bimeşînin.

Ji aliyek din ve, saziyên îstîxbaratê neçar in ku komîsyona têkildar a Meclisê li ser çalakiyên xwe agahdar bikin. Di vê komîsyonê de, li gorî lihevhatina partiyên din, kes ji AfD û Partiya Sol tune ne.

Çavkanî: DW

PARVE BIKE

Şîrove

Şîroveyekê binivîse

NÛÇEYÊN PÊŞ

    Qanûna îstîxbaratê ya ku Dobrindt jê re digot «reforma sedsalê» ji Meclisê derbas bû — Rastinews