BIÇE NAVEROKÊ
CÎHAN1 DEQE XWENDIN

Peyama Trump li ser Îranê: Em ne serkeftina sedî 93î, em serkeftina temam dixwazin

Serokê Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê Donald Trump, di merasîma Roja Gaziyan de got ku ew di şerê Îranê de serkeftî ne. Got, niha tenê biryara dawîanîna pevçûnê maye. Trump destnîşan kir ku Tehran dikare kapasîteya xwe ya leşkerî ya wenda tenê di 25 salan de ji nû ve ava bike.

PARVE BIKE
Peyama Trump li ser Îranê: Em ne serkeftina sedî 93î, em serkeftina temam dixwazin

RastinewsSerokê DYA Donald Trump di axaftina xwe de, ya ku bi boneya Roja Gaziyan li Goristana Neteweyî ya Arlingtonê pêk hat, li ser operasyonên leşkerî yên li dijî Îranê û danûstandinên bi Tehranê re axivî.

«Îran ji sala 1979ê ve li dijî Amerîkayê şer dike»

Trump got ku wan destgirtina çekên nukleerî ya Îranê asteng kiriye. Got, DYA şer bi Îranê re destpê nekiriye.

Trump got: «Îran ji sala 1979ê ve li dijî Amerîkayê şer dike. Divê ev pirsgirêk gelekî berê ha çareser bibûya.»

Dema dawiya şer nediyar e

Trump got ku di dema xweya rêveberiyê de wan bersiv daye Îranê. Got, wan şer qezenc kiriye. Got, niha tenê biryara dema dawiya pevçûnê maye.

Trump hûrgilî li ser dawiya şer neda. Got: «Em dixwazin baş bizanibin ku em serkeftina temam bi dest xistine, ne serkeftina sedî 93î. Ev bêguman dê bibe serkeftineke temam.»

«Hêvî dikim mecbûr nemînin beşên din ên wî welatî jî hilweşînin»

Trump got ku êrîşên DYA zirareke mezin gihandine kapasîteya leşkerî ya Îranê. Got, Tehran dikare ev kapasîteya wenda tenê di 25 salan de ji nû ve ava bike.

Trump got: «Hêvî dikim em mecbûr nemînin ku beşên din ên wî welatî hilweşînin.»

Trump got ger şerê Îranê bi dawî bibe, cîhan dê bibe cîhekî ewletir û aştiyane. Got, ew di vê rêyê de gaveke girîng avêtine.

18 leşkerên DYA jiyana xwe ji dest dan

Trump got êrîşên li dijî Îranê 7 mehan berê dest pê kirin. Lê belê, pevçûnên tund tenê çend hefte dom kirin. Got, di dema operasyonan de 18 leşkerên DYA jiyana xwe ji dest dan.

Trump got leşkerên DYA yên li herêmê ji bo astengkirina destgirtina çekên nukleerî yên Îranê peywir dikin. Trump spasiya leşkeran kir.

Bîra êrîşa Beyrûtê anî

Trump di axaftina xwe de behsa êrîşa ku di sala 1983an de li Beyrûta paytexta Lubnanê li qişleya Leşkerên Deryayî yên DYA pêk hat jî kir. Di wê êrîşê de 241 leşkerên DYA jiyana xwe ji dest dabûn.

Trump got ku li pey vê êrîşê Hizbullaha ku ji aliyê Îranê ve tê piştgirîkirin heye. Trump polîtîkayên xwe yên li dijî Îranê û destwerdanên leşkerî bi van bûyerên berê ve girêdan.

PARVE BIKE

Şîrove

Şîroveyekê binivîse

NÛÇEYÊN PÊŞ