Qirêja Gola Wanê li ber dengê COP31
Qiraxên wê vekişiyane, salane ava gemar daketiye nava Gola Wanê. Ev mijar wê li Entalyayê, di Konferansa BM ya Guhertina Avahewayê (COP31) de bê gotûbêj kirin. Lêkolînek li ser qirêja mîkroplastîk û windabûna oksîjenê wê di 16ê Mijdarê de bê pêşkêşkirin.

RastinewsQirêja Gola Wanê dikeve rûpela gotûbêja COP31a ku di 9-20ê Mijdarê de li Entalyayê tê lidarxistin. Lêkolînek ku li Zanîngeha Wan Yüzüncü Yılê hatiye kirin, li ser belavbûna mîkroplastîkê û dînamîkên oksîjenê ye. Ev lêkolîn wê di civîna 16ê Mijdarê de bê pêşkêşkirin.
Lêkolîn li ser pîvanên mehane yên di qatên cihê yên avê de ye. Ev pîvan ji rûyê avê heta binê gol tên girtin. Oksîjena helandî, germahî, xwêyên xurek û tîrêjiya mîkroplastîkê li heman xalan tê şopandin.
Derketina gol tune ye
Gola Wanê bi qadek nêzî 3 hezar û 600 kîlometreçargoşî, gola herî mezin a sodayî ya cîhanê ye. Piraniya çeman ku gol xwedî dikin, di nav bajaran re derbas dibin. Ji vê golê tu çem nakeve derve. Ji ber vê yekê, her tiştê qirêj digihîje gol, li wir dimîne.
Çavkaniya sereke ya qirêjê salane avên gemar ên mala ne, ku bê paqijkirin tên berdan. Li gorî daneyên Wezareta Hawirdor, Şaredariyê û Guhertina Avahewayê, di sala 2020an de li Wanê tenê %38,4 ya avên gemar dihat paqijkirin. Wezaretê diyar kir ku ev rêje heta dawiya 2025an li seranserê deşta avê gihaştiye %99,8î. Sala derbasbûyî bi pirsnameyekê li TBMMê hat gotin ku hê jî di hinek navçeyên qiraxê gol de ava paqijnekirî dikeve gol.
Herî qirax kom bûye jî barek din e. Li gorî daneyên ku Şaredariya Mezin a Wanê dawiya Cotmehê parve kiribû, heta niha 2 mîlyon û 385 hezar metreqûb herî ji binê gol hatiye derxistin. Mebest ew e ku 2 mîlyon û 800 hezar metreqûb herî din jî bê paqijkirin.
Plastîk gihaştiye kûsiya încîlê
Pîvanên ku Zanîngeha Wan Yüzüncü Yılê li Kendava Wanê kirine, hebûna mîkroplastîkê di avên rûyê gol de eşkere kirin. Di nimûneyên herê binê gol de jî parçeyên plastîk hatine dîtin.
Mîkroplastîk, di zikê kûsiya încîlê de jî hatiye dîtin. Ev masî tenê li vê golê, di ava wê ya tûj û sodayî de dijî. Masî bi plankton dixwe. Parçeyên plastîk ên sivik jî li heman qata rûyê avê, bi plankton re belav dibin.
Vekişîn û windabûna oksîjenê
Salên dawî li qiraxê gol vekişînek berçav a avê heye. Lêkolîner dibêjin ku bi germahiya hewayê ya zêdebûyî û qirêjê re, qatên avê êdî tevnagerine. Ev yek dibe sedema kêmbûna oksîjenê ya di avên kûr de. Ev pêvajo xeterî ya ötrofîkasyonê zêde dike; bi vê yekê jî hevsengiya ekolojîk têk diçe.
Her çend li qiraxê gol xebatên paqijkirinê berdewam bikin jî, sîstemek şopandinê ku bi awayekî berdewam bandora van xebatan li ser tenduristiya gol bipîve, tune ye.
