BIÇE NAVEROKÊ
CÎHAN1 DEQE XWENDIN

Fransayê Îran tawanbar kir, cezayên YE tên rê

Li Fransayê êrîşeke sîber hat kirin. Nêzîkî 700 marketan hatine armanc kirin. Sendûqên sarkirinê gihîştine 50 pileyan. Fatûreya vê êrîşê li Tahranê tê lêgerîn. Wezîrê Karên Derve Jean-Noel Barrot got, Hêzên Pasdaran ên Îranê li pişt vê êrîşê ne. Fransa balyozê Îranê vedixwîne Wezaretê û ji Yekîtiya Ewropayê cezayên nû dixwaze. Barrot got hin gavên din jî hene, ku dê eşkere nebin.

PARVE BIKE
Fransayê Îran tawanbar kir, cezayên YE tên rê

RastinewsLi seranserê Fransayê, sîstemên sarkirinê yên bi sedan marketan hatine armanc kirin. Ev êrîşeke mezin a sîber e. Wezîrê Karên Derve yê Fransayê Jean-Noel Barrot got, li pişt vê sabotajê Îran heye. Wî diyar kir ku hikûmeta Parîsê tu îhtîmalê ji holê naveşîne.

Barrot li kanala FranceinfoTV axivî. Wî got balyozê Tahranê yê li Parîsê dê bê gazîkirin Wezareta Karên Derve. Herwiha got ji bo Îranê dê li ser asta Yekîtiya Ewropayê (YE) cezayên nû bên danîn.

Barrot got, cara pêşîn e li ser axa Fransayê sabotajeke sîber bi vî qewareyî qewimiye. Wî diyar kir ku hin gav jî hene ku dê ji raya giştî re neyên eşkere kirin.

Barrot behsa qada gavên berteka Fransayê kir û wiha got:

«Em tu îhtîmalê ji holê naveşînin. Em dê hemû tedbîrên pêwîst û li gorî rewşê bigirin. Hin ji van gavan dê ji raya giştî re neyên eşkere kirin. Mebesta me ew e ku her kesê li Îranê an li cihekî din bixwaze karên bi vî rengî bike, bitirse.»

Barrot li kêleka Civîna Wezîrên Karên Derve ya G7 li Parîsê jî behsa vê mijarê kir. Wî got kiryarê vê êrîşê Hêzên Pasdaran ên Îranê ne.

Barrot destnîşan kir ku ev sabotaj, hem ji aliyê qewareya xwe ve, hem jî ji aliyê tundiya xwe ve, berê nehatiye dîtin.

PARVE BIKE

Şîrove

Şîroveyekê binivîse

NÛÇEYÊN PÊŞ

    Fransayê Îran tawanbar kir, cezayên YE tên rê — Rastinews